Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca sereke rizgarkirina Efrînê ye

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Armanca sereke rizgarkirina Efrînê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê di 2 civînên cuda de diyar kirin ku armanca wan rizgarkirina Efrînê ye.
Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê bi armanca nirxandina lêhûrbûn û biryarên konferansê 2 civîn li dar xistin.
Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê li gundên Bênê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi armanca nirxandina lêhûrbûn û biryarên ku di konferansê de hatine girtin û ji bo ku li welatiyan guhdar bikin, 2 civînên cuda li dar xistin. Bi sedan şêniyên Efrînê tev li civînê bûn.
Di her du civînan de encamnameya konferansa rizgarkirina Efrînê hate xwendin.
Endamekî konferansê axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê hemû bi alîkariya dewletên navneteweyî û di serî de Rûsyayê ku derfet da Tirkiyê êrîşên hewayî pêk bîne, pêk hatin.
Hat destnîşan kirin ku şêniyên Efrînê 58 rojan tevî şervanên YPJ/YPG`ê li hemberî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan û heta niha jî berxwedana xwe li herêma Şehbayê didomînin.
Di axaftinan de hate gotin ku armanca dewleta tirk a dagirker tunekirina nasnameya kurdî ye û bi vê armancê komkujiyan li dijî kurdan pêk tîne.
Endaman di civînê de hemû lêhûrbûnên Konferansa Rizgarkirina Efrînê û girîngiya lehengiya şênî û şervanên YPJ/YPG`ê nirxandin.
Endaman kêmasiyên di saziyên rêveberiyê yên sivîl û leşkerî de ku li Efrînê derketin nirxandin û diyar kirin ku armanca konferansê ya sereke rizgarkirina Efrînê ye.
Şêniyan jî diyar kir ku ew ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne da ku di demeke nêz de li warê xwe vegerin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.