Rojnameya Ronahî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê

Siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav qala Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kir û destnîşan kir ku şehîdên şoreşger bi wêrekî, exlaq û berxwedana xwe di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev.

Fûat Kav bi bîr xist ku kadroyên pêşeng ên tevgera PKK’ê ku wê li Rojhilata Navîn di asta gelekî girîng de bi rolê rabûna, li zindana Amedê dîlgirtî bûn û got, “Piştî ku dîl hatin girtin, siyaseta îtirafkirinê, teslîmwergirtinê û şikandina îradeya wan dihate meşandin. Eger ev siyaset bi ser ketibûya, têkbirina PKK’ê li Girtîgeha Amedê wê derbeke mezin li şoreşa Kurdistanê, li şoreşa Rojhilata Navîn bihata xistin. Lewma hem Girtîgeha Amedê xwedî roleke gelekî girîng bû, ji aliyê şoreşê û dijberiya şoreşê, hem jî pêşketin û mezinbûna tevgera PKK’ê xwedî rol û mîsyoneke girîng bû. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, îradeya li wê derê bihata nîşandan an jî şikestina îradeyê wê bandorek li şoreşê yan jî dij bi şoreşê bikira. Lewma berxwedana li wê derê hate nîşandan hem berxwedana Şoreşa Kurdistanê bû, hem jî dihat wateya berxwedaneke şoreşê ya dema pêş a li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê xwedî rol û mîsyoneke girîng bû.”

Fûat Kav bi bîr xist ku beriya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyên gelekî mezin hatibûn kirin û got, “Çalakiya hevalê Mazlûm Dogan, çalakiya wî ya di asta fedaî de, piştre jî çalakiya Çaran a şewitandina bedena xwe hem bandoreke mezin li dijmin kiribû, hem jî nîşan dabû ku PKK’ê tê çi wateyê, kadroyên PKK’ê têne çi wateyê, xwedî sekn û îradeyeke çawa ne. Her wiha ji aliyê bandora li ser girtiyan jî xwedî roleke girîng bû. Lê belê herdu çalakî, yanî çalakiya Mazlûm Dogan û çalakiya Çaran ji aliyê bidawîkirina kiryarên li Girtîgeha Amedê têrker nebû bû. Bandoreke girîng kiribû. Pirsên girîng xistibû mejiyê dijmin. Helwest, berxwedêriya PKK’ê û kadroyên wê nîşan dabû. Lê belê di têkoşîna dijî teslîmiyet û xiyanetê de ji aliyê encamwergirtinê ve têrker nebû bû. Ji ber vê jî pêwîstî bi çalakiyên nû hebû, bi helwestên nû, bi sekneke serbilind a cuda ya li dijî rejîma 12’ê Îlonê hebû. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi vî rengî bû.”

Siyasetmedar Fûat Kav anî ziman ku çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke derengmayî bû û bi bîr xist ku çalakî wê berê bihata destpêkirin, lê belê ji ber ku heyeta dadgehê mafê axaftinê nedida pêşengê çalakiyê Mehmet Hayrî Dûrmûş, dikir nedikirin nikarîbûn çalakiyê bidin destpêkirin.

Fûat Kav got, “Lê belê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de heyeta dadgehê careke din mafê axaftinê neda hevalê Hayrî Dûrmûş. Hevalê Hayrî jî bi israr mafê axaftinê xwest û diyar kir ku wê daxuyaniyên gelekî girîng bide, ev daxuyanî wê rêveçûna dadgehê diyar bike, wê rêveçûna girtîgehê diyar bike, wê rêveçûna tevgerê diyar bike. Li ser vê bingehê heyeta dadgehê neçar ma ku mafê axaftinê bide hevalê Hayrî Dûrmûş. Piştre jî hevalê Hayrî Dûrmûş daxuyanî da, qala armanca polîtîkaya êşkenceyê ya li girtîgehê, wateya rejîma 12’ê Îlonê, rola PKK’ê kir û anî ziman ku di şert û mercên heyî de li pêşiya pêkanîna parastina siyasî astengiyên gelekî cidî hene. Her wiha bal kişand ser zexta îtirafkariyê, hewldanên reşkirina PKK’ê û destnîşan kir ku li dijî van kiryaran û pê ve ew ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dike.”

Fûat Kav anî ziman ku piştre Kemal Pîr û hevalekî din li dadgehê tevlî çalakiya Hayrî Dûrmûş bûn û got,”Beşdarî rojiya mirinê bûn. Piştre heval hatin girtîgehê. Ez wê demê li dadgehê nebûm. Tevî hevalê Akîf  Yilmaz em bi hev re li heman hucreyê bûn. Piştî ku agahî gihîşt me, di encama nîqaşa bi heval re em jî tevlî bûn.

Yanî piştî du rojan hevalê Akîf jî tevlî rojiya mirinê bû. Bi vî rengî hevalê Hayrî Dûrmûş piştî ku xistin hucreya li girtîgehê wiha gotibû: Me bi ser xist, me bi ser xist. Me bi şeş kesan bi ser xist.

Yanî li dadgehê wê demê şeş kesan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Piştî du rojan jî li girtîgehê du heval tevlî bûn û hejmara çalakgeran bû heyşt kes. Bêguman piştre tevlîbûn çêbû, mezin bû. Bi vî rengî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê destpê kir.”