Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Cenga azadiyê serbixin’

10/07/2023
in NÛÇE
A A
‘Cenga azadiyê serbixin’
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngava “Cenga azadiyê serbixin” ragihandin.

Navenda Nûçeyan

Li Kurdistanê û tevahiya cîhanê li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, gelê Kurd li ser piya ye.

Li dijî Tecrîda girankirî ya li Ser Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî kampanyaya “Cenga azadiyê serbixin” ragihandin.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji 1999’an û vir ve bi pergala îşkence ya li Îmraliyê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û hat gotin ku nehiştina têkiliya wî bi cîhana derve û heta malbat û parêzerên wî re, binpêkirina eşkere ya mafên wî yên girtiyan e û binpêkirina rûmeta gelê Kurd, civak û mirovahiyê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha bû: “Çend roj berê me dizanîbû ku ji aliyê dewleta dîktator a faşîst û zalim ve ji Rêber Apo re peyam tên şandin û îroniya ecêb nîşan dide ku çawa destûr nayê dayîn ku yek peyamê bişîne û bi zorê peyamên xwe werdigire? Ji ber ku serî li ber faşîstan nedaye û di pozîsyona xwe ya şoreşgerî de israr kiriye, bi rêya vê jî dixwazin Rêbertî tehdîd bikin.

Em weke rêxistina ciwanan û jinên ciwan, dewleta Tirk a dagirker û saziyên têkildar ên ku îdîa dikin mafên mirovan diparêzin, rasterast ji kiryarên zext û zordariyê berpirsyar dibînin ku li girtîgeha Îmraliyê tên kirin, em ê van binpêkirinan bi ti awayî qebûl nekin.

Em ê van kiryarên dagirkeriya Tirk ên li ser Rêber Apo qebûl nekin, em ê bi her awayî bixebitin, têbikoşin û em ê qiyametê li hundirê Tirkiyê bikin. Û hemû dewletên kolonyalîst û hêzên ku li dijî doza me di serî de NATO û Rûsya komplo dikin, ji vê rewşê berpirsyar in û em wan bi tevahî berpirsyar dibînin.

Em daxwaza demildest azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bang li hemû gel û ciwanan dikin ku ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê rabin ser piyan û ji bo guhertina rewşa heyî em bi hemû derfetên xwe têdikoşin. Rêber Abdullah Ocalan rûmeta me û çavkaniya hebûna me ya gel, çand û dîroka me ye.Û em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji niha û pê de destpêkirina hemleyeke giştî ji bo Rêbertiyê radigihînin. Hemû çalakî û çalakiyên me wê ji bo azadiya Rêbertî di aliyê fîzîkî de bin. Em destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê bidomînin û heta ku em statûya Rêber Abdullah Ocalan neguherin em ê jiyana xwe ya asayî rawestînin û careke din bang li hemû gel û pêkhateyên ku bi projeya demokrasiyê bawer in. Milet ji bo parêzvanê mirovahiyê Rêber Apo rabe ser piyan. Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin, û Rêberê xwe azad bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.