Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdarên Tirk her gava ku tengav dibin zilmê li Îmraliyê, gerîla, Rojava û siyaseta demokratîk dikin û got, “Gelekî ditirsin, lê bi kêr nayê. Wê hilweşin.”
Kalkan diyar kir ku ger çend kesên çep, sosyalîst, rewşenbîr, demokrat û hunermend mîna rojnamevan Merdan Yanardag helwestê nîşan bidin, wê pergala rejîma Îmraliyê têk biçe.
Kalkan got, “Ji tirsa xwe ew girtin. Eger yek-du kesên din jî wiha biaxivin, wê pergala Îmraliyê hilweşînin. Nikarin wiha bidomînin. Ji ber ku bêtir jê ditirsiyan, hewil dan Merdan Yanardag bi lez bêdeng bikin. Ev tê wateya ku ew gelek qels in. Ger bi hêz bûna wê vê yekê nekirana. Ji ber ku qels in zextê li Rêber Apo dikin. Her cara ku dixitimin an jî têk diçin, dixwazin bi zextê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde; ew ê têk biçin!”
Kalkan her wiha destnîşan kir ku, ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzm û pergala qirker divê têkoşîn hîn bêhtir bi plan û rêxistinkirî were meşandin.
100 sal in kurd li dijî pêvajoya qirkirinê ya bi lozanê hatî destpêkirin, li ber xwe didin
Her kes Peymana Lozanê dizane. Peymanek e ku herî qala wê hatiye kirin û hatiye nîqaşkirin. 24’ê Tîrmeha 1923’an hatiye îmzekirin. Pêşiya damezrandina Komara Tirkiyeyê vekiriye. Înkar û îmhaya Kurdan aniye rewşa qanûnî, peymanek e ku qirkirina Kurdan dayî destpêkirin. Weke encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê. Îngilistan û Fransayê pêşengî kirin. Bi tevgera Kemalîst re li hev kirin. Di rastiyê de ya beriya wê hebû; Sewr hebû, Mutarekesa Mondrosê hebû. Tevgera Kemalîst ew bê bandor kirin. Zorî li Îngilistan û Fransayê kir ku li Lozanê peymaneke nû were îmzekirin. Wê demê bi çi kir, bi piştevaniya kî/ê wisan kir?
Di fermandariya Kazim Karabekir de artêşeke Osmanî mabû, hinekî tiştên demokratîk di yên li Egeyê de hebûn. Mîna Çerkes Ethem… Lê hêza dînamîk a esas, hêza Kurd a li dijî dagirkeriyê bû, gelê Kurd bû, bi piştevaniya gelê Kurd çêbû. Heta ku Lozan îmze kirin heta asta dawî wisan tevgeriyan mîna ku her kesê digirin nava xwe û dikin yek. Lê piştî Lozan îmze kirin, pêvajoya dewletê ya neteweyî ya yek şexsî destpê kir. Dewleta bi zihniyet û siyaseteke wiha hat avakirin.
Piştî vê jî hêzên ku di rastiyê de Enetolî ji dagirkeriyê rizgar kirin û rizgarî pêk anîn, yek bi yek hatin tasfiyekirin û îmhakirin. Kazim Karabekir jî wisa bû. Ethemên Çerkesî jî wisa bûn. Ji xwe qet nehiştin Mûstafa Suphîler bikeve welat. Herî zêde jî êrîşî gelê Kurd kir. Dîsa Mîsaqê Millî hat berovajîkirin. Amasya Tamîmî ji holê hat rakirin. Qanûna Sereke ya 1921’an, ji Kurdan re mûxtarî hat jibîrkirin. Daxuyaniyên Mûstafa Kemal ên têkildarî vê yekê, hatin jibîrkirin. Piştî wê li ser piştevaniya navneteteweyî pêvajoyeke nû ya qirkirinê destpê kir. Ev li Bakur qewimî, li Rojava, Başûr û Rojhilat qewimî. Sed sal in Kurd di bin êrîşeke bi vî rengî de ne. 100 sal in li dijî êrîşa faşîst, mêtinger û qirker li ber xwe didin. Bi wêrekî û qehremanî li ber xwe didin. Bi sed hezaran, belkû bi milyonan şehîd dane. Nîviya vê berxwedanê li parçeyên cuda, di berxwedanên di bin rêbertiyên cuda de qewimîn; niviya wê ya duyemîn jî bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê çêdibe. PKK û Rêber Apo mohra xwe li 50 salên dawî dixin, berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ketî mohra xwe lê dixe.
Lozanek çawa derxistin holê? Kurd kirin mijara bazirganiyê û wisan derxistin. Yanî qala meseleyên Kerkûk û Mûsilê hate kirin. Di navbera xwe de ji bo berjwendiyên xwe li ser Kurdan bazirganî kirin û li hev kirin ku Kurdan bigirin nava sîstema înkar û îmhayê. Nirxên Kurdistanê parçe kirin û ev tişt kirin. Ev gelek eşkere ye.
Erdogan dixwaze qirkirina kurdan bi hemû nato’yê bide qebûlkirin
Em dikevin salvegera 100’emîn a vê peymanê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê, sedsala duyemîn îlan ki, “Sedsala Tirkiyeyê” îlan kir. Dixwazin heman zihniyet û siyasetê bimeşînin. Yanî dixwazin heman sîstemê bidomînin û Lozanê nû bikin. Di rastiyê de li bin bazariya ketina Swêdê ya NATO’yê ev heye. Tê xwestin ku vê rewşê bi NATO’yê bidin qebûlkirin. Di pêvajoya Lozanê de beriya 100 salan mijara bazariyê Mûsil û Kerkûk bû, niha rewşa endamtiya Swêdê ya li NATO’yê… Rêveberiya Erdogan ev yek weke kozekî kiriye destê xwe de. Dixwaze bi hemû NATO’yê vê bide qebûlkirin: Em ê Lozanê nû bikin, her kes wê qirkirina Kurdan qebûl bike, di bin navê terorîzmê de êrîşên tunekirina Kurdan ez ê pêk bînim, NATO wê piştgiriyê bide min, di aliyê siyasî û leşkerî de piştgiriyê bide, ti kes wê li hemberî dernekeve, her kes wê vê yekê qebûl bike. Her kes wê were xeta Lozanê. Yanî wê bibe hêza piştevaniya qirkirina Kurdan. Wê bibe hevkarê her tiştê ku dewleta Tirk bi serê Kurdan bîne. Tişta tê ferzkirin, ev e! Di rastiyê de bazariya hatî kirin, ev e. Nizanim li wir qanûnên antîdemokratîk hene, hin Kurd hene; wê paş de bên şandin, nayên şandin, qala wê vê tê kirin. Ewane vale ne! Rastiyê wê ev e. Li ser vî bingehî muzakere û bazirganiyeke zêde heye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan bi zorîkirina vê hewl dide bi Swêdê û NATO’yê jî vê bide qebûlkirin. Tişta tê kirin, ev e.
Berxwedana girtîgehê ya mezin a sala 1982’an dema duyem a PKK’ê da destpêkirin
Sed sal in Kurd li dijî Lozanê li ber xwe didin. Bi pêşengiya Şêx Seîd li Amed, Elezîz, Bîngol û Bedlîsê li ber xwe dan. Piştre li Serhedê li ber xwe dan, piştre li Dêrsimê li ber xwe dan, li Rojhilat li ber xwe dan, li Başûr li ber xwe dan. Di nava pêncî salên dawî de PKK’ê ev berxwedan dewr girt. Rêber Apo berxwedaneke nû ya azadiyê temam kir, rêxistin kir. Ji berxwedanên berê ders derxist, hewl dan lewaziyên wan derbas bike. Li ser vî bingehî anî wê rewşê ku berxwedan 50 salan bêyî navber dewam bike. Wisan lê kir ku kes nekariyê. Ev gelekî girîng e. 50 salên xwe derbas kirin, berxwedanek wiha di sala 51’emîn de ye. Ev gelekî girîng e. Di dîroka Kurdistanê de cara destpêkê wisa çêdibe.
Demên girîng a berxwedana PKK’ê hene. Ya destpêkê derketin û partîbûna Rêbertî. Vê demê bingehê zihniyeta vê berxwedanê derxist holê. Têkoşîna li dijî zihniyet û siyaseta qirkirina mêtinger a li dijî Kurdan, derxist holê. Têkoşînên berê çima bi ser neketin; ew nirxand û berxwedaneke nû amade kir.






