Rojnameya Ronahî

Rûpelek ji dîrokê

Kakşar Oremar

Dîroka Kurdan a şoreş û azadîxwaziyê bi qasî rengîniya diyalektîk û erdingariya wan dewlemende, lê kelemên xiyanetê jî tim û tim li kêleka gulên evîndarên dozê şîn bûne.

Bi îmzakirina peymana Lozanê re ku hevçax bû bi hilweşîna Imperatoriya Osmanî re dîsa rûçikê xiyanetê yê gemar hate dîtin. Ew cara çendê bû ez nizanim lê vê carê aşê wê xiyanet xwîneke mezin bi xwe re da herikandin. Bi her serhildanekî re dehan hezar kes hatin şehîdkirin û ji axa Kurdistanê dûrxistin. Pêre jî Kurdistan wêran kirin. Ev rewş tenê li pareke axa me nebû, belkî li her çar aliyan weke hev bû.

Di sala 1923’an de nûnerên dewleta Tirk a ku hê li ser mîrasê Osmaniyan ava nebibû di Peymana Lozanê de amade bûn. Lê dema ku hewl dan bi wan re peymanekê îmza bikin, bi dijberiya nûnerên Ewropayê re rû bi rû man. Nûnerên Ewropî îmzakirina peymanê red kirin û bi zelalî ji wan re wiha gotin:” Li rojhilatê Tirkiyê gelê Kurd û xaka Kurdan heye ku di serdema Osmaniyan da weke “KURDISTAN” hatiye naskirin, eger em peymanê îmze bikin gelo yê çi were serê Kurdan an jî qedera wan a siyasî-civakî yê di çarçova sinorên dewleta we de bi çi awayî bê diyar kirin û îdarekirin”?

Şandeya Tirk a di bin serokatiya Ismet Inönü(1884-1973) û çavdêriya Mistefa Kemal(1881-1938) a ji rêya dûr de got ku:” Tirkiye ne tenê dewleta Tirkan e. Dewlet ya her du gelan (Kurd û Tirk) be û êdî biryara jiyana bi hev re dane…”, lê nûnerên welatên Ewropayî ji gotin û sozên heyeta Tirk bawer nekirin dema ku yek car jî navê Kurd bi ser zarê wan de nedihate gotin û bihîstin.

Serokê şanda Tirkiyê ya rêkeftinê Îsmet Paşa an jî Inönü ku ji Kurdên Meletî bû bi hawara Mistefa Kemal ve hat û jêre wiha got:” Eger hûn nebin alîkar, dewleta Kurdî ava dibe, xalên Severê tên cî bi cîkirin,divê hûn ji Ewropiyan re îsbat bikin ku Kurd û Tirk bi hev re dijîn, ji bo hilweşandina Peymana Sevrê gere hûn hemû hewldanên xwe bidin”.

Mistefa Kemal bi xapandikariyên xwe yên ji berê de gazî Kurdekî Xozata Dêrsimê yê bi navê Hesen Xeyrî(1881-1925) kir û jê xwest ku cil û bergên Kurdî li xwe bike û roja din bi wî re here parlamentoyê û ji rojnamevan û şandeyên welatên din re nîşan bide ku hikûmeta Tirkiyê hemû mafên wekhev ji Kurdan re jî pêşkêş dike û hebûna Kurdan, cil û bergên wan ên netewî, ziman û çanda wan qebûl dike”.

Hevjîna Hesen Xeyrî dema li malê pêre xeber dide û hay ji gotinên wî yên derheqa mijarê de dibe jê re lava dike ku:” karekî wiha neke, mekeve davka “Mistoyê Kor û Îsmetê heramzade” û xiyanetê li gelê Kurd neke, tu yê poşman bibî lê êdî pişt re poşmaniya te yê bêsûd be…”, lê Hesen Xeyrî guh nade xanima xwe û bi girnijîneke sivik jêre dibêje:” Ew ne karê te ye, tu ji siyastê çi fam dikî ku şîreta li min dikî?!” Xanim jê re dibêje:” Ez ji siyasetê jî fam nekim lê ez Tirka baş dinasim û ewê te bixapînin û pêre jî yê bextreşî bibe para hemû Kurdên Kurdistanê…”. Hesen Xeyrî dîsa jî qîmetê nade daxwaz û gotinên hevjîna xwe ya salên dirêj û ji roja paşê re amadekariyên xwe dike. Hemû amadekarî û xebatên wî jî ev bûn:

Çend caran Hesen Xeyrî bi cil û bergên Kurdî çû meclîsa Tirkan, encûmena wan ziyaret kir û bi dengekî bilind got ku:” Kurd naxwazin ji Tirka veqetin û yê bi birayên xwe yên mislman re bimînin….”. Piştre M. Kemal jê xwest ku telgrafeke wiha û xwedî wê naverokê bişîne Lozanê ku nûnerên Ewropî bibînin û gotinên Ismet Inönü bawer bikin.

Wî bi şandina wê telgrafê ji nûnerên Peymana Lozanê re hemû delîlên ku rastiya wan nayê înkarkirin da xûyakirin ku nûnerê gelê Kurd li meclisa Tirkane. Mistefa Kemal, Ismet Inönü û dehan kesên din jî gotinên wî “erê kirin” û dane selmandin ku H. Xeyrî nûnerê Kurdan li Tirkiya nûavabûyî ye. Ew karê han bû sedem ku wan jî peyman îmza kirin û pêre jî êdî dewleta Kurdî ava nebû. Ji wê rojê û shûnde peymana Sêvrê hate dawiyê ku di 10ê Cotmeha sala 1920an de hatibû îmzakirin û hin maf û biryarên girîng ji bo paşeroja Kurd û Kurdistanê têde hatibûn diyarkirin. Ev destpêka bûyerên tiran jî ji Hesen Xeyrî, sedan siyasetmedar û gelê Kurd re bû.

Piştî ku kerê Tirka ji pirê derbas bû bi destûra Mistefa Kemal nûnerê Kurdan anku Hesen Xeyrî hat girtin û ew şandin Dadgeha Îstiqlalê. Ew li dijî wê biryarê deket û ji Dêrsimê Seyîd Rizayê Dêrsimî(1863-1937) piştgîrî dan wî. Ew vegerî gundê xwe, lê Mistefa Kemal li derfetekê digeriya ku dawiyê bi jiyana wî bîne. Dadgeha ku ji Kurdan li Kurdistan û Tirkiyê biryar û demên mehkemekirinê pir ji hev cuda bûn bi awayekî nihînî destûr ji Mistefa Kemal standibû ku şopa Hesen Xeyrî wenda nekin. Piranî kesên Kurd perwer û şoreşger di dadgehên formalîte û çend deqeyî de dihatin darizandin û biryara îdamê bi ser wan de dihate standin. Lê li Tirkiyê û bajarên weke Enqerê ew dadgeh bi rojan didomin û kes jî îdam nedikirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîran li sala 1925an bû sedem ku Mistoyê Kor tola xwe ji Hesen Xeyrî bistîne. Sala 1925an di dadgehên Îstiqlal de sedan Kurd tevî rêberê şoreşê Şêx Seîdê Pîran bi awayekî dûr ji pirensîbên yasayî û edaletê hatin mehkemekirin û îdamkirin. Bi destûra serleşkerên artêşa Tirkiyê ew Kurdên dijberî wan li derên nediyar hatin veşartin û heya roja îro jî kes nizane mezarê Şêx Seîd û hevalbendên wî li kûne!!.

Dadgeha Hesen Xeyrî!

Di havîna sala 1925an de serhildana Şêx Seîd rastî şikestê hat. Di dadgeha Istiqlal a ku raste rast bi destûra Mistefa Kemal dihate şopandin û birêvebirin de, Xeyrî bi tawanên weke:” cudaxwazî, hevkariya bi eşqiya û lixwekirina cil û bergên Kurdî li parlamentoyê hat tohmetbarkirin û du-sê deqeyan jî mafê axaftinê dane wî. Wî bi dengekî tije êş, rûyekî tije xemgînî û hestên poşmaniyê wiha got: “ Min ji bo nehiştina serxwebûna Kurd û Kurdistanê wisa kir û telgrafek ji Lozanê re şand û rêkeftina Sêvrê betal kir. Rêkeftina ku di çend bendên wê de serxwebûn û hemû mafên çêkirina dewleteke serbixwe didane Kurdan….”

Serokê dadgehê bi tundî li wî nêrî û bersiva Hesen Xeyrî wiha da: “Em dizanin ku we rê li ber serxwebûna Kurdistanê girt, lê lixwekirina cil û bergên Kurdî li parlamentoya Tirkiyê binpêkirina yasayên me û destûrê ye. Êdî mafê te yê xweparastinê jî tune û li benda biryara dawiyê be.” Hevalekî nêzî Xeyrî jî re got ku weke gelek kesên din dawa lêborînê ji Mistefa Kemal bike, lê wî ew daxwaz nepejirand û jêre wiha got:” Min karekî wisa nekiriye ku dawa lêborînê bikin, divê M.Kemal dawa lêborînê li min bike ku hemû peymanên dostanî û hevalbendiyê ji bîr kirine. Mirineke bi serbilindî ji vê jiyanê xweştire…” Piştre bi awayekî pir bêşermane biryara dadgehê wiha hate xwendin:” Dadgeha Istiqlal a komara Tirkiyê ji ber tawanên cudaxwazî, hevkariya bi serhildêrên Kurd û liberkirina cil-bergên Kurdî cezayê darvekirinê ji xayînê welat Hesen Xeyrî re daye”.

Di dawiyê de, wan jê pirsî ku:” Hesen Xeyrî daxwaza te ya dawî çiye?”. Hesen Xeyrî bi dengekî bilind bang kir: “Min li cihekî li ser rêya Kurdan binax bikin ku her Kurdek dema ber min re derbas dibe gora min bibîne û tif-leineta li min bike an jî tifbarana tirba min bike”. Wî heta guhê xwe neda hevjîna xwe ya wefadar û bi vî awayî bû qûrbana sadatî û xweş xeyaliyên xwe û rayedarên dewleta Tirkiyê a înkarker û cinayetkar. Wê bidome