Rojnameya Ronahî

Hevîneke germ li benda me ye

Fener…

Idrîs Henan

Piştî gera dawî ya civîna Astana /20/ tevgerîna leşkerî li bakur rojavayê Sûriyê, taybet li Idlib û gundewarên rojavayê Helebê zêde bû.

Kesên ku encamên Astana /20/ û pratîka wê ya lihevketî dişopîne; baş têdigihêje ku civîna çaralî tiştekî nû bi xwe re neanî. Tenê rejîma Sûriyê weke jimar li aktorên wê zêde bû û hemûyan bi hev re îmzeya xwe li bin deklerasyona tunekirina tekane projeya demokratîk, xistin.

Çi danesîn û xalên weke encam hatbin derketin jî, li gorî dil û daxwazên faşîzma Tirk bûn ku hemû li dora xala tewanbarkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê digeriyan. Astana bi xwe mînaka dirûtiya siyaseta navneteweyî ya li dijî vîna gelan e. Di heman demê de; hevrikiya hegemoniyê ya sedsaliya Lozanê ye ku her aliyek altirnatîfa wê bi navekî cuda, cilûbergên cude û sernavekî nû, amade dike.

Çendîn Rêveberiya Xweser helwesta xwe ya yekparebûna axa Sûriyê diyar kiribe û insiyatîfa çareseriyê pêşkêş kiribe jî; lê dîsa jî paşguh dikin qey mirov dibêje ev rêveberî bi dîwarekî re diaxive?!

Dema komplogerên Astana di encamnameya xwe de qala Alnusra, Alqayîde û Îxwan Elmislimîn û çêlçûkên li ser maseya faşîzma Tirk tîmar dibin nakin, dêmekî projeya parçeker a dagirkeriya Tirkiyê erê dikin û kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê rewa dikin. Yanê; çi sûcê ku faşîzm li herêmên dagirkirî dike, cemeta Astana şirîkê wê ye. Ji wê zêdetir, dagirkeriyê motîve dikin ku çi plan û xeyalên wê hebin eşkere eşkere bi raya giştî re parve bike. Bê guman; nexşeya vê dawiyê li Stenbûlê di bin navê Tirkmenan de derketiye, wê nêrîna li jor piştrast dike.

Îro heman girûpa komplogeran, bi rêbaza berfirehkirina hevkariya istixbaratî û ewlehî, giranî dane pêşxistina têkîliya herdu rejîmên Sûriyê û Tirkiyê. Heman wextê, hewl didin bi hevakarî; aliyê leşkerî ve dorê li herêmên Rêveberiya Xweser bişidînin, ambargo zêde bikin û provakasyonê bikin. Dixwazin valahiyên ewlekariyê tije bikin û bê istikrarê li herêmê bidin avakirin ku gel bidin revandin û bê îrade bihêlin.

Eger mirov daxuyaniyên herdu rejîmên Tirkiyê û Sûriyê guhdar bike, dibîne ka çendîn rêya lihevkirina herduyan zor û zehmet e. Lew re jî; encamên bi navê lihevkirinê tên der, glover û dubarekirî ne. Di dawiyê de dagirkeriya Tirk herêmên xesib kirine li gorî projeyên xwe ji nû ve dîzayîn dike û guherînên demografîk pêk tîne û kemberên ewlehiyê li bakurê Sûriyê ava dike. Bi gotinek din; dibe ku li ser xalên dijatiyê li hev kiribin, lê geşedanên li ser erdê isbat dikin ku; nekarîne mekenîzmeya pratîzekirina wan xalan destnîşan bikin. Ew jî xwe dispêre cudahiya berjewendî û ecîndeyên zihnî yên her aliyekî. Lê tişta misoger, havînek germ li benda bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber dûrbûna ji xeta çareseriya demokratîk û îradeya navneteweyî, wê tişek bi navê “Herêmên kêm Şer” jî nemîne û gengaze hinek destguhertinên leşkerî li ser erdê çê bibin, taybet jî li derdora herdu xetên M4 û M5.

Tişta pêwîste ku rejîma Sûriyê fêm bike ew e; avakirina têkîliyên bi faşîzma Tirk re, yekparebûna axa Sûriyê dixe xeteriyeke cidî û dê pêşeroja desthilatdariya wê tarî bike û wê bandorê li tevayî herêmê jî bike.