Rojnameya Ronahî

Vagnera Mala Barzanî Pêşmergeyên Roj

Volqan Elî

 Împaratoriya Pûtîn ku li ser mîrasê bi dehan milyon şehîdên şoreşa mezin a Oktobirê ava bûye bi îsyana Wagnerê teşhîr bû. Derket holê ku artêşa Rûs ya Ukrayna dagir kiriye, xwe dispêre Wagnerê. Wagner artêşek ji diz, qetil û mafyayan çêbûye. Rêxistineke para milîter e. Yanî ji aliyê dewletan ve, bi armanca ku karê xwe yê qirêj (karekî paqij ê dewletan tineye lê gotin wisa tê) pê biqedînin tên avakirin. Cudahiya van ji artêşên fermî ew e; dewlet û hêzên dagirker van ji derveyê fermiyetê ava dikin. Ji bo xwe bi kar tînin. Lê di fermiyeta navnetewî û navdewletî de hebûna van (xwediyên wan bi xwe) qebûl nakin. Piştî vê îsyanê ew jî derket holê, mafya û qetilê mezin împaratoriya Rûsî ye. Ruxmî ku ev bûyer tam zelal nebûye çi tişt e, ya niha ji me xuya dike ev e. Du rêxistinên diz û mafya xwe li hev rakişandine. Lê di dawî de, herî kêm niha, li hev kirine. Tiştekî din jî ji vî karî bê yom aşkere bûye; rêxistinên paramilîter, diz û mafyavarî lê dibe ku xwediyê xwe bifitilin.

Bi rastî nirxandina vê ne mijara nivîsa me ye; ji ber ku analîz û tehlîlên dûr û dirêj hewce dike. Wisa bi şiklekî kurtebir nayê vegotin. Me tenê xwest em balê bikişînin li ser encamên wê. Yanî ev amûr û amûrên wisa bi qirêj ên Şerê Cîhanî yê Sêyemîn ji bo xwediyê xwe jî dibe ku ne bi feyde bin.

Gotina me çi ye; ji beriya demekê û niha jî hê di rojevê de ye Pêşmergeyên Roj ku ji aliyê ENKS’ê û mala Barzanî ve tê rojevkirin.

SADAT rêxistineke di ayarê Wagnera Rusî ye ku bi talîmata Erdoğan hatiye avakirin e. Yanî dewleta Tirk karê xwe yê qirêj bi vê maşikê dike. Serokê wê jî ji Pogijnî ne baştir be dostê qedîm ê Erdoğan e û bazirganekî ola Misilmaniyê ye. Ev rêxistin texrîbatên ku di 2017’yan de li Duhoka Başûrê Kurdistanê baregeha xwe ava dike. Ev, ne tenê bi gotina me wisa ye. Eger were bîra xwendevanan an jî ji beriya hilbijartinê, yên ku tv’yên Tirkan ji bo demeke kurt temaşe kirî hebin, Kılıçdaroğlu jî hewl dabû bi teşhîra vê SADATê, ji Tayip îqtidarê bistîne. Lê heta vê rêxistinê ew jî bi kuştinê tehdit kiribû (ji axaftinên Kemal Kılıçdaroğlu wisa dihate fêmkirin). Vaye ev rêxistina dişibe Wagnera Rusî, piştî ku li Başûr baregehên xwe çêdike dest pê dike, li Baregaha artêşa Tirk ya li Musul/Başîqayê Pêşmergeyên Roj perwerde bike.

Jixwe belgeyeke pir neyînî (veşartî) piştî 2010’an li balyozxaneya dewleta Tirk li Hewlerê, Xebateke wisa hê di wê demê de kiribû mijara xwe. Li gorî çavkaniyên li cem me, belgeyek ku di vê dîrokê de gihaştiye cihê navborî dibêje ku divê dewleta me (dewleta Tirk) ji Kurdên bakurê Sûriyeyê ( Rojava) hêzeke leşkerî ava bike. Piştre divê ev, biçe li Sûriyeyê şer bike. Ji bo ku em karibin tesîra Apoçiyan li wê derê kêm bikin, mejiyê civakê tevlîhev bikin, hewce dike ev hêz girêdayî bi Kurdên bakurê Iraqê (armanc ji ‘Kurdên İraqê’ PDK û mala Barzanî ye) be.

Vaye SADAT’ê (Wagnera Tayip) li ser vî mîrasî li Başîqa-Musulê dest bi perwerdekirina Pêşmergeyên Roj dike. Bêguman em naxwazin bêjin, Pêşmergeyên Roj bi her tiştê xwe ve ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin. Na! Çîrokeke vê jî heye. Ew jî bi serê xwe tiştekî pêkenok û ecêb e. Lê ji ber ku herî kêm li gel me belgeyên wê tine, em dibêjin çîroka wê. Li gorî hin gotinên muhtemelen rast dibêjin ku di destpêkê de navê Pêşmergeyên Roj, Pêşmergeyên Rojava bûye. Lê piştî ku Tirk dest tê werdidin, kelîmeya ‘Rojava’ nikarin daqurtînin, dibêjin ku “divê navê vê hêzê em bikin Pêşmergeyên Roj”. Em tenê ji xwendevanên xwe re dibêjin, herî kêm di destên me bi xwe de ti belge nebin jî, bi îhtimaleke mezin ev gotin hemû jî rast in.

Hûn ê bêjin çima?

Tê bîra xwendevanên me yên heja, ne wisa ye? Di sala 2022’yan de li Xelîfanê û derdora wê çend grûbên gerîlayên azadiyê ketin kêmînên bê bext. Hin gerîla şehîd ketin, hin jî çarenûsa wan hê jî diyar e. Li gorî çavkaniyan, hêza kemîn daniye li ber gerîla, Pêşmergeyên Roj in.

Çîroka Wagnerê wisa gihaşt xaleke diyar, pêşeroja SADAT’ê ti kes nizane û ya Pêşmergeyên Roj jî niha ve şibiyaye ‘roviyê fêlbaz’.

Lê em tiştekî dizanin; Dema Tayîp tengav dibe xwe diavêje ber bextê Pûtîn. Wexta ku damara xiyanetê ya mala Barzanî lê dide xwe diavêje ber bextê Tayip. Dewlet li serê Pêşmergeyên Roj û SADAT’a Tayip, gelo dawiya wan nebe wekî Wagnera Putin?