Rojnameya Ronahî

‘Hêzên navneteweyî hevkarê sûcê tecrîdê ne’

Ronaz Silêman /Qamişlo

Endamê Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebdulqadir Îbrahîm diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocala sûcekî dijmirovî ye, tevahiya nirxên mirovahiyê binpê dike û got, hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkarên sûcê tecrîdê ne.

Di 15`ê Sibata 1999`an de, di encama Komployeke Navneteweyî de,  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin,ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha,tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin, ev zêdeyî 2 sal û nîvan e ku tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin, faşîzma Tirk bi henceta cezayê displînê hevdîtina Rêber Apo bi malbat û parêzerên wî re qedexe dike.  Tevî ku li gorî pîvan û zagonên navneteweyî tecrîdkirina mirovan sûcekî dijmiroviye jî, lê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tevahiya rêxistin û saziyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe  çavê xwe digirin.

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya cîhanê li hemberî tecrîdê, endamê Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebdullqadir Îbrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Cîhan li hemberî tecrîda Rêber Apo bêdenge’

Ebdulqadir Îbrahîm anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe û wiha domand:”Hêzên komploger ji bo ku îrdeya gelê kurd têk binin, tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikiin, li hemberî wê jî asta berxwedana Rêber Apo û ya gelê Kurd jî bilintir dibe. Tevî ku tecrîd sûcekî dijmiroviye jî,  rêxistinên mafên mirovan yên cîhanê ji bo berjewndiyên xwe bêdeng dimînin, herwiha bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk a dagirker. Ev demeke dirêje ku derbarê rewşa Rêber Apo de tu agahî nehatine girtin, dagirkeriya Tirk bi tecrîdê tevahiya zagon û pîvanên navneteweyî bin pê dike.”

‘Felsefeya Rêber Apo çiraya Azadiyê ye’

Îbrahîm diyar kir ku felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn çiraya azadiyê ye û  wiha got:”Rêber Apo ji azadiya gelên herêmê têkoşîneke bêhempa da meşandin û hîn jî têkoşîna wî berdewam dike, Rêbertî bi berxwedana xwe ya dîrokî planên komplogeran pûç kir, herwiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bû meşeleya azadiyê. Ji ber wê ji tevahiya gelên azadîxwaz yên cîhanê tê xwestin ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin, gelên herêmê deyndarên Rêber Apo ne, ji ber ku bi saya fikrê Rêbertî zincîra tirs û koletiyê ya ku bi destê desthilatdaran hatibû çêkirin, hat şikandin.”

  ‘Tu kes nikare pêşî li fikrê Rêbertî bigre’

Endamê Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebdulqadir Îbrahîm  da xuyakirin ku ew ê li hemberî tecrîdê asta têkoşîn û berxwedanê bilintir bikin, herwiha Rêber Apo fîzîkî azad bikiin û axaftina xwe wiha qedand: “Em wekî gelê kurd û bi taybet Saziya Malbatên Şehîdan ji me tê xwestin ku têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi şev û roj kar û xebatê bikin û li derdora fikrê Rêbertî bibin xelek. Wê tu kes nikaribe vîna gelê Kurd bişkîne û pêşî li fikrê azad yê Rêbere Apo bigre.”