Rojnameya Ronahî

Bi hêviya vegera Efrînê em dijîn

Gelê Efrînê yê afrîner, piştî dagirkirina Efrînê û koçberbûna bi darê zorê. Lê dest ji avakirina jiyaneke nû û heskirina çandiniyê bernedan. Tevî şert û mercên jiyanê yên zehmet jî, jina Efrînî ya bi navê Huriye Mihemed  ji ber girêdana wê ya bi çandiniyê re, şitilgeheke ava kir û têde gelek cureyên dar û gulan çand.

Zana Roj/ Şehba

Divê mirov rastiya girêdana gelê Efrînê bi çandinî û xwedîkirina dar û gulistanan re  ji bîr neke. Piraniya gelê  herêma Efrîn bi çandiniyê re mijûl dibû û debara jiyana xwe dikirin, di asta yekemîn de jî, darên zeytûnan xwedî dikirin. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî,  her çiqas cih û cografî jî hat guhertin, gelê Efrînê tu carî dest ji hezkirina xweza û çandiniyê berneda. Yek ji mînakên wê jî, jina bi navê Horiyê  mihemed e.

Yadê Huriye  ku ji gundê Kefir Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye, piştî derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, li navçeya Ehdasê bi cih bû, bi temenê xwe yê mezin di derûniya koçberiyê de û zehmetiyên jiyan de, ew jî weke her Efrîniyekî nikarî ji xweza û çandiniyê dûr bikeve. Di şert û mercên zehmet yên jiyanê de, şitilgehek ava kir, têde kar û xebatên çandiniya dar û gulan dike.

Heskirina kar ji bo wê pîroz e

Yadê Huriye derbarê avakirina şitilgehê de wiha anî ziman anî ziman: “Dema em li Efrînê bûn şitilgeha me hebû, min û malbata xwe tê de kar dikir. Di şitilgehê de tavahiya cureyên dar û gulan hebûn. Me bi dilşadî xizmet dikir û dibû jêdara debara jiyana me. Min bi temenê xwe yê mezin û ruxmî nexweşiyên min jî,  ji ber hezkirina min ji vî karî re, ji serê sibê heyanî êvarê di nava şitilgehê de bê westîbûn, min kar dikir, ev xebat ji bo min pîroz e. Lê belê ji ber hovîtiya dijmin em mecbûr man her tiştî bi êşeke mezin li dû xwe bihêlin.”

Xeyalên me temam nebûn

Yadê Huriye diyar kir ku dagirkeriyê destkeftî û xeyalên wan ji wan sitand û wiha got: “Her maleke Efrînî bi aramî û li gorî hêza xwe kar dikirin û jiyana xwe didomandin. Xeyalên me yên mezin ji bo pêşeroj û zarokên me hebûn. Lê belê di rojekî de em ketin xewnekî ku şiyar bûna wê tune ye. Dijmin bi dagirkirina Efrînê re xeyal û pêşerojên ku me bi hêza xwe mezin dikirin ji me stand, lê kêliyekî jî di oxira Efrînê de me dev ji berxwedaniyê berneda.”

Li ser hêviya vegerê dar û gulan mezin dikim

Koçberî li pîşiya helwesta yadê Huriye nebû asteng, wê  careke din bi hêviya vegerê dest bi karê xwe kir, yadê Huriyê wia li axaftina xwe zêde kir: “Li Şehbayê me xwe komî ser hev kir û me jiyana xwe domand, zehmetî hebûn û hene jî hene, lê belê min dêt ku nabe ez  her dem wiha bimînim,  ji lewra min bi malbata xwe re parve kir ku em careke din şitilgeheke li gorî derfetên xwe vekin û me dest pê kir. Bi kêm derfetan me karî ev şitilgeh ava bikin û bigihînin vê astê,  a niha jî bi hezara cureyên dar û gulan hene, ez van dar û gulan li ser hêviya vegerê didim mezinkirin. Neçarê û rawestîbûn ne çareseriye, bi hêviya vegera Efrînê em niha kar dikin û wê veger misoger be. Derveyî vê me tu xeyal nexistine mejiyê xwe.”