Rojnameya Ronahî

Felsefe û Jin Jiyan Azadî

Xecê Şen

Ji Raperîna ku di kesayeta Jîna Emînî de li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ketiye ta îro dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ bûye pênaseya hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Êdî bûye jêneger a jiyana wan. Êdî hemû xebat û çalakiyên xwe li ser vê bingehê ava dikin.

“JIN JIYAN AZADΔ çawa ku bûye malê hemû jinên Cîhanê, ew qasî di nava rewşenbîran de jî bûye mijara arîşe û nîqaşan. Ev demeke dirêje ku di nava rewşenbîr û ronakbîrên Kurdan û taybetî jî di nava rewşenbîrên mêr de li ser vê pênaseya dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ nîqaşên ecêb tên kirin. Gelek ji wan dibêjin; “JIN JIYAN AZADΔ tenê dirûşmeke û tu pêywendiya wê bi felsefeyê re tune û ev kêmasiyeke mezin e ku dirûşmeke weku felsefeyê tê pênasekirin û hinekê ji wan jî dibêjin; “JIN JIYAN AZADΔ tenê dirûşmeke ya tevgerên siyasî ne ku tenê di çalakiyên jinan de tê berzkirin. Anku “JIN JIYAN AZADΔ weku felsefe hatî pênasekirin şaş dibînin û dibêjin felsefe xwedî pîvan û pênaseyên wê yên xwerû hene û ji bo ku ev weke felsefe bê pejirandin divê xwedî pîvan û prensîbên pirs û xwepirsînê be.

 

Bêguman felsefe xwedî pîvan û prensîbên pirs, bersiv, lêgerîna JIYANeke ya civaknasî û rewşitiyê (etîk-estetîk) ye. Jixwe tu kes nikare vê yekê înkar jî bike. Li gorî baweriya min eger ku di jiyana mirovekê/î de yan jî di jiyana mirovan de felsefe tune be, mirov nikare behsa heqîqeta gerdûnê û heqîqeta hebûna jiyana mirovan jî bike û nikare felsefe bike mijara nîqaşan jî. Pirsên weku hebûn û tunebûn, çi û çawa bi yekser bi felsefeyê ve tê pênaskirin. Ev rastî û heqîqeta felsefeyê ye. Jixwe mebesta nivîsa min jî ne bi yekser felsefe û pîvanên wê ye. Mebesta nivîsê pêywendiya felsefê û “JIN JIYAN AZADΔ çi qas bi hev re heye û çawa pêk hatiye.

 

Belê, bêguman her dirûşm nabe felsefe yan jî nabe parçeyeke ya felsefe û ji  jiyana microvan re jî nabe mal. Ev pênaseyeke di cihê de ye, lê ne ji bo hemû dirûşman e. Anku ev pênase ji bo hemû dirûşmeya nederbasdar e. Di jiyana mirovan, damezrandina tevgeran û çalakiyên wan de hinek fikir dibin dirûşim û ew dirûşm dibin pênaseya nasnameya wan a jiyana azad û dibin parçeyeke jêneger a jiyana wan. Ev jî heqîqeta “Tîp û Têgîna” felsefeya zimanê dirûşmê ya tevgerê dide xuyankirin. Her wiha ji heqîqeta Tîp û Têgîna felsefeya zimanê Kurdî jî ya herî bingehîn dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ ye ku îro li hemû cîhanê weku felsefeya JIYANê tê pênasekirin. Bêguman ev pênase wisa ji nişka ve û bi hêsanî derneket holê. Ev di encama dayîna berdêlên mezin a têkoşîna azadiya jinên Kurd de derket holê.

 

 

Dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ yekem car di parêznameya Parastina Gelekî ya A. Ocalan derket pêşberî me. Ocalan di parêznameyê de ziman-çanda Kurdî û taybetmendiya zimanê Kurdî wiha gotiyê;

“Divê Kurdistan ne bi awayeke fîzîkî bi awayeke ziman û çandî bê fikrandin. Bi taxmînî 6000 sal berê eşîran avasaziyeke wisa bi awayeke şênber bi dest xistine. Jixwe peyvên ku eşîrên kurdên çiyayî bi kar tîne jî, şopên wan di zimanê Hûrriyan de jî tên xuyakirin. Heta ku di zimanên koma Hînd-Ewropan de jî hatiye bikaranîn. Pêyvên kevnare yên weku murd=ölüm, mirin, jin= kadın, JIYAN=yaşam, ra-ro=güneş, stêrk=yildiz vê rastiyê dane xuyakirin”. (rp=232)

 

Her weku me li jor jî aniye ziman pênaseya “JIN JIYAN AZADΔ (KADIN YAŞAM ÖZGÜRLÜK) yekem car bi Parêznameya Gelekî ya Ocalan a ku di sala 2004’an de derxistibû de kete jiyana jinên Kurd.  Ji wê salê şûn de jinên li Bakûrê Kurdistanê yên ku ji bo azadiya jinan, azadiya Kurdistanî û azadiya hemû mirovahiyê têdikoşin risteke mezin girtin ser milên xwe. Wan hem ji bo xwenasînê, hem ji bo pêşxistin û pêşdebirina “JIN JIYAN AZADΔ û hem jî ji bo guhertin û veguhertina civakê bi ruhê seferberiyê têkoşiyan. Jinên Bakûr hem ji hêla fikrî û ramanî ve xebatên weku akademî bi pêşxistin, hem bi vê re bûne avasazî û hem jî xeta wê ya çalakiyê bi pêş xistin. Di dîroka Kurdan de cara yekemîn pêngava “Em Ne Namûsa Tu Kesî Ne Namûsa Me Azadiya Me Ye” bi pênaseya “JIN JIYAN AZADΔ hat pêşxistin. Êdî ev heqîqeta “JIN JIYAN AZADΔ bi Şoreşa Jinan a Rojava, Şoreşa Jinan a Şengalê û Raperîna ku di kesayeta jina Kurd Jîna Mehsa Emînî de ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat de şêber bû. Êdî îro jî bûye pênaseya felsefeya jiyana hemû jinên cîhanê û ya hemû mirovahiyê.

Her weku Ocalan jî di parêznameya xwe de dewlemendiya ziman û çanda Kurdî aniye ziman, ev ne tenê di zimanê koma Hînd- Ewropayê de tê xuyakirin, ev heqîqeta felsefeya zimanê herî kevnare yê Kurdî ye û di heman demê de di gelek zimanên weku Erebî, Farisî û Tirkî de jî pir tê xuyakirin. Ji ber ku zimanê Kurdî, zimaneke xwedî felsefî ye û li kodên felsefeya ziman avasaz bûye. Ji ber vê yekê ye bandoreke xwe ya mezin ser li ser hemû ziman kiriye. Li gor lêkolînên ku di van salên dawîn de li ser zimanan hatiye kirin, di nav hemû zimanên cîhanê de, tenê di zimanê Kurdî de felsefe tê xuyakirin. Ji ber ku her kiteyeke zimanê Kurdî li ser esasê bingeha kodên felsefeyê hatiye avasaz kirin. Em ê jî em ê jî hewl bidin ku ji hêlên wê yên koknasî û felsefeyî ve tîp, têgîn û kodên “JIN JIYAN AZADΔ veçirînin û şîkar û şîravayên xwe bikin.

 

 

Pêywendiya felsefeyê û ya Jin Jiyan Azadî bi hev re çi ne û çawa bi hev re pêk hatine?

 

Belê, em ê di vê mijarê de şîkar û şîravayên xwe li ser felsefeya “JIN JIYAN AZADΔ kûrtir û hûrtir bikin. Di rastiya dîroka jinên Kurd û ya axa pîroz a Kurdistanê de gelek heqîqet an hatiye veşartin an jî hatine windakirin. Ji van heqîqetên ku hatine veşartin yan jî hatine windakirin jî dîroka serdema felsefeya Mêhrî-Mîtrayî ye ku ev serdem di heman demê de jî weku serdema felsefeya Kurdan û felsefeya zimanê Kurdî ya yekem tê pênasekirin. Dema ku mirov li ser dîroka felsefeya Mêhrî-Mîtrayî lêkolînê dike û di kûrahî, dûrahî û lêhûriya wê de diçe mirov vê yekê hêj baştir jî dibîne. Li gorî lêkolîn, erdkolînên ku di salên dawî li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin de encamên hatine bidestxistin vê yekê piştrast dikin û felsefeya serdema Mêhrî-Mîtrayî şênber dikin. Dîroka felsefe û fikra Mêhrî-Mîtrayî zêdetirî 15 hezar sal beriya zayînê li ser çiyastanê “Zaggroz”ê zayînde bûye. Jixwe ji wê serdemê re jî serdema ZAG-ZİK-ZAD-ZADÎ-ZADÊ-ROZ- tê gotin. Ev serdem di heman demê de weku serdema yekem car a dîroka zimanê Kurdî jî tê pejirandin. Ji ber ku ev ziman ji hêla qewmên çiyastanî ve weku hest, tîp û kodên yek kîteyî hatine çêkirin.

 

Li gorî teşedayîn û afirandina zimanê Mêhrî-Mîtrayî tîpên yekem car ên hevpar û afirîner li ser baweriya felsefeya herçar axşîngên bingehîn ên gerdûnê “=ez=as, ax, av, ar”ê- A û Z hatiye afirandin. Ev herdu tîp li ser esasê bingeha van herçar axşan afirîner bûne. Hêjayî gotinê ye ku herçar axşên gerdûnê jî bi van her du tîpan tê pênasekirin. Anku gerdûn li ser van her du tîpên du cot ên “A û Z” av-A-saz-Z bûye. Êdî li gorî dem-zemanan, li gorî xêzkirina bûyeran ziman cih diguherînin û kodên weku ezman, asîman, aw=av, avzêm, az, ziwan=ziban= ziman=ezman, zînde= zehde= zad=za=zê, az diafirînin. Ji ber ku ev her du tîp afirîneriyên JIYANê ne. Tîpa “Z” bi demê re dirofê “J” digire. Di zaravayên herî kevnareyên Kurdî Pehlewî, Hewremanî, Kelhûrî, Soranî û kirdîkî (zazakî) de her tîpa “Z” heye û tenê tîpa “Z”ê bi kar tînin. Di van salên dawîn de ji ber bandora Kurmancî, êdî di Soranî û Hewremanî de tîpa “J”jî tê bikaranîn. Her wiha ji van herdu tîpan gelek kodên zanistî çêbûne. Jixwe ji ber van kodên zanistiye ku felsefeya zimanê Kurdî hatiye pênasekirin. Her wiha tîpa herî sereke ku di hemû kodan de ristê dilîze û afirîneriya JIYANê pêk tîne jî tîpa mê anku “Z” ye. Lewma ji tîpa “Z” kodên weku zî, zîn, zîndî=zînde, zen, zendegî, zîndewer, ziyar û ziyan pêk hatine. Jixwe li gor lêkolînên ku me li ser kodên felsefeya ziman kiriye hemû jî ji heman kokê ne. anku li ser koka “Z” pêk hatine. Lê piştre jî tîpa “Z” bi demê re di Kurmancî de veguheriyê tîpa “J” û êdî dî kodên weku jî, jîn, JIYAN, jiyar, jîndar, jînwer û ro-jîn dirof digire. Ji ber heqîqeta van kodên zimanê Kurdî ye ku ev 4-5 sal êdî felsefeya zimanê Kurdî tê nîqaşkirin. Bêguman têgînên “JIN, JIYAN AZADΔ jî bingeha xwe ji van rastiya kodên felsefeya zimanê herî kevnareyê Kurdî Mêhrî-Mîtrayî digire. Ji ber vê heqîqeta dîrokî ye ku îro dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ weku felsefe tê pênasekirin û ev felsefe bûye felsefeyeke gerdûnî ya hemû jinên cîhanê û ya hemû mirovahiyê.

Belê, Dîsa Jin, Dîsa Jiyan û Dîsa Azadî!

JIN JIYAN AZADÎ!