Rojnameya Ronahî

Berxwedana  Rêber Ocalan Pilanên Faşîzmê Rûxand

Dewleta Tirk a faşîst hewil dide ku di şexsê Rêber Ocalan de tevahiya gelên azadîxwaz tune bike û roj bi roj tecrîdê girantir dike. Yek ji kesayetên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, Ebdil Henan Mamo ye û derbarê tecrîdê de wiha dibêje: “Di sedsala 21’emîn de wê faşîzim bi tecrîda girankirî jî, negihêje armanca xwe.”

Esma Mistefa/ Şehba

Ji 25 mehan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan tê meşandin. Faşîzma Tirkiryê rê nade ku parêzer û malbata Rêber Apo derbasî Îmraliyê bibin yan jî bi wî re hevdîtinan pêk bînin, her wiha tu rêxistin derbas nabin û agahiyên zelal nayên wergirtin. Bi siyaseta girankirina tecrîdê, dewleta Tirk a dagirker di asta yekemîn de dixwaze hêza gelê Kurd têk bibe û îradeya wan bişkîne. Lê belê gelê Kurd li çar aliyên cîhanê ji bo têkbirina vê siyasetê têkoşîn dikin.

Girydayî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Ocalan tê domandin endamê Saziya Malbatên Şehîdan li Şehbayê Ebdil Henan Mamo ku yek ji kesayetên di sala 1993’ an Rêber Ocalan dîtiye ji rojnameya me re axivî.

`Di sala 1993’an de me Rêber Apo dît`

Henan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîtina wî ji Rêber Apo re û wiha got: “Di sala 1993’an de li bajarê Helebê yekemîn car me Rêber Apo dît û nîqaş li ser doza azadiya Kurdistanê hatin kirin. Ev hevdîtin ji bo me weke derfeteke dîrokî bû ku em bi Rêberê gelê kurd re rûniştine û behsa rastiya gelê Kurd û rastiya dijmin dikin. Rêber Apo çend mijarên sereke bi gel re parve kir; yek ji wan rastiya mêtîngeriya Kurdistanê, rastiya dijmin, her wiha siyaseta ku di Rojhilata Navîn de tê meşandin bû. Dema Rêbertî behsa van rastiyên ku em yekem car pê dibihîsin dikir, welê li me dihat ku em di xufletekê de ne û em tên şiyarkirin. Di nirxandinên Rêbertî yên derheqê siyaseta Rojhilata Navîn û sîstema kapîtalîst dixwaze çi bike, me nû bi polîtîka û şerê cîhanê yên li beramber qirkirina Kurdan hîs kir.”

`Faşîzim bi dîlgirtina Rêbertî negihîşt armanca xwe`

Henan siyaseta tecrîdê ya ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin wiha nirxand û got: “Ji ber fikirê Rêber Apo yê li dijî desthilatdariyê ye û nakeve xizmeta dewletên navnetewî de, lewra ev hêzên kompiloger xwestin Rêbertî dîl bigirin, ji kesayet bêtir fikirên Rêber Ocalan armanc girtin, da ku ev fikir neyê belav kirin. Lê belê ev yek li gorî armanc û texmînên wan nebû. Her ku çû ev îdeolojî hat belavkirin û ket nava piratîkê de, her wiha ji aliyê girseya gel ve piştgirî hat kirin û êdî ne faşîzim û ne jî dewletên navnetewî karîn li pêşiya vê yekê bigirin. Ji ber van sedeman, hêzên faşîst  dest bi siyaseteke nû ya dîlgirtinê di hundir girtîgehê de kirine, ew jî siyaseta tecrîdê ye û ferizkirina cezayên disiplînê.”

 Têkoşîna gel ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bidome’

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan li Şehbayê Ebdil Henan Mamo anî ziman ku berxwedaniya Rêber Apo armanca tecrîdê têk biriye û wiha qedand: “Tecrîd ji 25 salan ve li ser Rêber Ocalan tê meşandin, di şexsê Rêbertî de xwestin gelê azadîxwaz jî mehkum bikin. Lê belê bi perspektîvên Rêbertî yên ji bo gel pilanên dijmin vala hatin derxistin. Ji 25 salan ve Rêber Apo berxwedaniyeke dîrokî ku di dîrokê de nehatiye dubarekirin li hember desthilatdariyê dide meşandin. Û bi hêza Rêber Ocalan gelê Kurd rabûye ser piyan û vî berxwedanê mezintir dike. Li ser van bingehan her tecrîd çiqas were domandin wê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî li qadan be.”