Rojnameya Ronahî

PÊWÎST E EM JI KOÇBERIYÊ RE BÊJIN “NA”

Zekî Bedran

Li Rojava koçberî, pirsgirêkeke girîng e. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, ji ber êrîş û kiryarên hovane yên çeteyên weke DAIŞ û El Qaîde’yê û êrîşên dijber ên rejîmê, koçberiyeke mezin çêbû. Hejmara kesên ku koçkirine nayê zanîn. Lê belê tê diyarkirin ku ji deh milyonî zêdetir mirov koçî derveyî welat û nava welat kir. Ev bûyera koçê hêj bi dawî nebûye. Li aliyekî bangewaziyên vegerê li penaberan tê kirin û tê gotin ku ji bo vê xebat têne kirin, li aliyê din jî koçberiyên nû di rojevê de ne.

Weke ku tê zanîn Rojava di binê êrîş û gefên giran ên Tirkiyeyê de ye. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê hatine dagirkirin. Gelheya Kurd, ji van herêman hate derxistin. Di wateya rastîn de qirkirineke nijadî hate meşandin. Her wiha her cûre sûcên şer û yên mirovahiyê hatin kirin. Tiştên ku hatine kirin bi van sûcan sînordar neman. Dewleta Tirk li herêmê bi deh hezaran çete bi cih kirine û bera ser gel dane. Tevahiya Rojava jî bi awayekî domdar ji hewayî û bejahiyê ve tê bombebarankirin. Bi êrîşên balafirên bêmirov û bi reşkujiyan, bi dehan mirov hatin kuştin. Li ser sînoran hertim mirov têne kuştin.

Dewleta Tirk, ewlehî û istiqrara herêmê xerab dike. Armanca wê ew e ku herêmê vala bike û kurdan li herêmê nehêle. Tirkiye hemû riyên çareseriyê jî dixitimîne. Gel pêşiya xwe nabîne. Nediyariyeke siyasî heye. Tirkiye di derbarê paşerojê (dahatû) de jî baweriyekê û riyeke çareseriyê nahêle. Armanca sereke ya van siyaset û êrîşan ew e ku Tirkiye dixwaze projeya xwe ya qrikirinê ya sed salî ya li dijî Kurdan bigihêjîne encamê. Ji ber vê yekê jî li dijî Kurdan, siyaseta qirkirina civakî di meriyetê de ye. Ji aliyekî ve dagirkerî, komkujî û bêewlehiyê bi rêxistin dike û ji aliyê din ve jî xebatên sîxuriyê, bikaranîna madeyên hişbir û qaçaxçitiyê pêş dixe. Hewl dide mirovan ji mirovahiyê û civakê jî ji civakîbûnê derxe. Heger Kurd be, divê statûyekê bi dest nexe!

Di demên dawî de madeyên hişbir gelekî dixin nava herêmê. Bikaranîna van madeyan zêde dibe. Hewl didin bi vî awayî ciwanan tune bikin û heyfa xwe ji Kurdan hilînin. Ciwanên Ereb û tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di armanca vê siyasetê de ne. Li ser herêmê dorpêçeke giran jî heye. Hikûmeta Sûriyeyê bixwe jî li ser herêmên weke Şêx Meqsûda Helebê û Şehbayê dorpêçekê dimeşîne. Her wiha ji tiştên ku destûrê didin ku derbasî bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin jî bacê distîne. Ji xwe rewşa aboriyê ya herêmê ne baş e. Dolar hertim buha dibe. Zêdebûna buhayên sûkê jî jiyana gel dijwartir dike.

Rewşa aboriyê ya li Rojava, li gorî herêmên di binê serdestiya rêveberiya Şamê de gelekî baş e. Li herêmên rejîmê, buhayên sûkê ji herêmên Rêveberiya Xweser gelekî zêdetir in. Mirov matmayî dimîne ku li van herêman mirov çawa dijîn. Weke ku ev pirsgirêkên aboriyê ne bes in, propogandayên reş belav dikin û ji bo ku di nava gelan de bêbaweriyê pêş bixin, nijadperestiyê belav dikin. Ji ber ku azadiya ragihandinê û demokrasî tune ne, dengê gelên Sûriyeyê dernakeve. Bêhna gel hatiye çikandin. Kes vê rewşê nîqaş nake û rexne nake. Rewşa herêmên xweser jî berovajî vê yekê ye. Gel, bi riya meclîsan karên xwe dimeşîne. Gel, di rewşeke demokratîk de hemû pirsgirêkên xwe nîqaş dike û dema şaşitî û kêmasî hebin jî dikarin rexne bikin.

Rêveberiya Xweser dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe mînak û serboriyeke serkeftî. Lê belê ji ber ku tê de Kurd hene dewleta Tirk ji bo ku wê ji holê rake demildest êrîş dike. Niha jî ji bo ku Rêveberiya Xweser ji holê rake, hewl dide hevkariyê bi hikûmeta Şamê re bike. Rûsya jî ji bo vê yekê alîkariyê dike. Dewleta Tirk heta doh jî hewl dida rêveberiya Beşar Esed ji holê rake. Dema ev yek pêk nehat jî niha jê re  dibêje “werin em bi hev re Kurdan ji holê rakin”. Li vê cîhanê dikarin bi herkesî re li hev bikin, lê belê bi Kurdan re na! Ev, kevneşopiya dewleta Tirk e.

Heger Kurd û gelên din ên herêmê dev ji axa xwe berdin û biçin derve, wê ev dijminahî û hewldanên tunekirinê zêdetir bibin. Heger ev yek pêk were, tiştên ku tank, balafir û artêş nikarin bikin, em ê xwebixwe bikin. Kesên ku koç dikin, hewlên dewleta Tirk û rejîmên otorîter xurt dikin. Dibe ku di şer de mirin hebe. Lê belê koçberî jî mirin e. Di koçberiyê de mirov ji rehên xwe qut dibin û ji çanda xwe dûr dikevin; her wiha di warê çandî û polîtîk de dimirin û di nava welat û çandên din de dihilin. Di rewşeke wiha de mirov çi bike jî nikare ji bişaftinê rizgar bibe.

Hin sedemên din ên koçberiya Kurdan jî hene. Li Başûr û Ewropayê, hejmara kesên ji Rojava zêde dibe. Lingekî kesên ku diçin jî li welat dimîne. Nasên wan, dostên wan hene. Ew jî hevdu dikişînin; rê didin ber hev û alîkariya hev dikin. Bi kurtasî, kesên ku diçin Ewropayê yan jî welatên din, ji bo kesên Rojava jî dibin mînakên nebaş û koçberiyê bi wan xweş dikin. Ji vê hêlê pêwîst e weke pirsgirêkeke hebûn û tunebûnê em xwe bi welatparêziyê ve girê bidin û xwedî li axa xwe û welatê xwe derkevin.