Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Kedkaran parastina mafê kedkaran dike

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Yekîtiya Kedkaran ji bo rêxistinkirin û pêşxistina karê kedkarên bakur û rojhilatê Sûriyê destekek, herwiha armanca wê ya sereke çakkirina rewşa aborî û parastina mafê kedkaran e.

Yekîtiya Kedkaran girêdayî Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) e û cihê xwe di Civaka Sivîl de digire. Armanca wê ya sereke sazkirin, pêşxistin û rêkûpêkirina karê kedkaran e, herwiha çareserkirina pirsgirêkên kedkaran û parastina  mafê wan.

 Damezrandina Yekîtiya Kedkaran

Yekîtiya Kedkaran di sala 2018’an de piştî lidaristina Kongra Tevgera Civaka Demokratîk a duyem, li ser asta Cizîrê hat damezrandin, herwiha nivîsgeh, navend û komîteyên xwe li tevahiya navçe û bajarên herêma Cizîrê damezrand.

Piştî kongra TEV-DEM`ê ya 3`yan, di 2019`an de ev yekîtî rehên xwe ji asta herêma Cizîrê ber bi asta bakur û rojhilatê Sûriyê ve berfireh kir. Encam ji vê yekê jî navê wê ji Yekîtiya Kedkarên Herêma Cizîrê bû Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev yek ji bo pêşxistin, rêxistinkirin û xurtkirina têkiliyên di navbera nivîsgeh û komîteyên kedkaran yên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê , gaveke mezin û berbiçav bû ku Yekîtiya Kedkaran avête pêş.

42 hezar kedkar di bin sîwana yekîtiya kedkaran de ne

Hejmara endamê rêveber yên  Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dighêje nêzî 90 endamî. Ev Yekîtî bi xwe aboriya xwe bi dest dixe. Herwiha kedkarên tevlî vê yekîtiyê bûne, hejmara wan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetirî 42 hezar kedkar in, rêjeya jinên kedkar yên cihê xwe di nav de digirin, ji sedî 25 e. Ev kedkar tev jî karên cuda yên weke çandinî, xizmetguzarî, pîşesazî û hwd digrin.

 

Têkildarî kar û xebatên Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê wê Şêro Şero ji rojnameya me “Ronahî” re axivî.

Pêşxistina Kedkaran bi riya perwerdeyên curbeur

Şero da zanîn ku ji bo pêşxistina kedkaran dewreyên perewerdeyê tên dayîn û wiha got: “Armanca me ya bingehîn; pêşxistna asta bisporî ya kedkaran e. Herwiha ji bo pêkanîna vê yekê, karmendên ku cihê xwe di nav Yekîtiya Kedkaran de digirin; bi awayekî rêxistinkirî perwerdeyên fikrî, sincî û pirartîkî yên girêdayî kar, ji aliyê Akadîmiya Civaka Demokratîk ve, dibînin, komsyonên ku perwerdeyan didin kesên bispor in. Piştî ku karmendên me perwerdeyê distînin, ew jî wê berwerdeyê didin kedkaran. Dema kedkar li gor van perwerdeyan kar dikin, karê wan hêsantir dibe, rastî astengiyan nabin, karê xwe zêdetir bi rêxistin dikin û di aliyê piratîkî de jî, zêdetir pêş dikevin.”

Şero da xuyakirin ku gelek kedkarên ku cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de digrin, ne girêdayî yekîtiya kedkaran e û wiha domand: “Em bang li kedkarên ku cihê xwe di nava saziyên  Rêveberiya Xweser de digirin, dikin ku tevlî Yekîtiya Kedkaran bibin, da ku karê xwe bi awayekî rêxistinkirî bidin meşandin û zêdetir pêş bikevin.”

Parastina mafê kedkaran

Şero diyar kir ku yekîtiya kedkaran mafê kedkaran diparêze û wiha domand:”Hejmara kedkarên girêdayî me, li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê 42 hezar kedkar in, ev kedkar di dezgehên cuda, kargehên taybet û yên giştî ku girêdayî Rêveberiya Xweser de kar dikin. Ji bo parastina mafê kedkaran, bi taybet di aliyê mûçeyên wan de, em parastina kedkaran dikin. Lê kedkarên ne endamên yekîtiya kedkaran ku mafê wan tên binpêkirin hene, heta ku em parastina wan jî bikin, pêwîste tevlî yekîtiya kedkaran bibin.”

Alîkariya ku Yekîtiya Kedkaran ji kedkaran re pêşkêş dike

Şêro Şero da diyar kirin ku Yekîtiya Kedkaran deriyê alîkariyê ji bo kedkaran vekirî ye û wiha got: “Me ji bo destekdayîna alîkariyê ji kedkaran re Sindoqa Hevkariyê ya Kedkaran çêkir. Herwiha em peryan di vê sindoqê de komî ser hev dikin û ger pêwîstya me bi vê sindoqê çêbû, bi kar tînin. Di nav kar û xebata kedkaran ya rojane de qezayên cuda û di rewşên tenduristî yên astng re derbas dibin. Dema ku kedkar di dema kar de nexweş ket û nexweşî lê giran bû û ger pêwîstiya wî bi emeliyatên bijîşkî yên gelek pere li wan diçin, hebe, Yekîtiya Kedkaran di van rewşan de dibe alîkar. Herwiha yekîtiya me ji sedî 60 pereyên emeliyatên bijîşkî hildigre ser milê xwe û vê yekê jî bi riya Sindoqa Hevkariya Kedkaran dike. Ev sindoq hem dikeve xizmeta kedkaran, hem jî ya hevjînên wan. Dema rewşên tenduristî yên wiha bi hevjînên kedkaran re çêdibin em destekê didin kedkaran.”

Derfetên madî  yên kedkaran

Hevserokê Yekîtiya Kedkaran, Şêro Şero axaftina xwe wiha qedand: “Em weke Yekîtiya Kedkaran bi rewşa aborî ya aloz di dema heyî de , dizanin û  keda kedkaran jî berçav digrin. Lewma em piştgirya kedkaran dikin. Beriya niha pereyên ku beramberî kedeke mezin werdigrtin, gelekî kêm bûn. Em hewl didin ku pereyên ku kedkar werdigirin, nêzî mûçeyên karmendên Rêveberiya Xweser bin, ango ji 520 hezar lîreyên sûrî û bi jor ve be. Me niha biryar daye ku buhayê rakirina tone hesin, berhemên çandinî û hwd ji kel û pelan, 10 hezar lîreyên sûrî be. Barkirin û hem jî daxistina her tonek ji kel û pelan heman rewş e. Ev biryar li ser hemû dezgeh, sazî, kargeh û hwd tê ferzkirin, lê tenê em li ser Kampaniya Newrozê ya kel û pelên xwarinê pêk nayînin. Sedem jî, da ku ev kampaniya buhayê kel û pelan bilind neke û bandoreke neyînî li aboriya civakê û li aboriya kampaniyê bi xwe jî neke.”