Rojnameya Ronahî

Dijminê herî hov para Kurdan ket!

Farûk Sakik

 

Mahatma Gandi li Hîndistanê li dijî dagirkeriya Îngilizan bi salan têkoşînek mezin da. Çalakiyên sivîl pêktdanî. Ji van çalakiyan yek jî; dibihîze Tirênek ji bo artêşa Îngilazan çek barkiriye  û wê birêkeve. Diçe wê Stasyonê û li ber tekere lokomatifa tirênê sere xwe datîne. Nahêle ku tirên birêkeve. Piştî ku wî sere xwe danî, bi Km reyan însanan sere xwe danîn ser xeta tirênê. Encam: Tirên birêneket.

Emê  mînakek bi vî rengî li Kurdistan bidin. Heger li Kurdistan çalakiyek bi vîrengî pêkbihata gelo wê ev Tirên birêbiketa an na?

21’ê Adara 1992’an li Şirnex û Cizîrê di pîrozbahiyên Newrozê de komkujî pêkhat.  Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Li Nisêbînê piştî agahiya komkujiyê hate bihîstin, di 22’ê Adarê de bi hezaran kes daketin qadan û ji bo şermezarkirina komkujiyan li ser Pira Şehîdan a li ser Çemê Çax Çaxê li hev civiyan. Li vêderê wek Mahatma Gandî çalakiyek bêîtatî ya sivîl dane destpêkirin.

 

Girseya gel li vê derê çalakiya rûniştinê kir û komkujî şermezar kir. Lê belê polîsên Tirk fîşek li wan reşandin û bi panzêran bi ser xelkê ve çûn. Şahidên wê rojê digotin, li ser pirê, qirpîna hestiyan bilindibû.

Encam; 21 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

 

 

Mînakek aktuel, li Fransayê, di 27’ê Hezîranê de zarokekî Cezaîrî yê 17 salî, bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.

Ev yek bû sedema xwepêşandanên protestoyî û bûyerên tundiyê.  Bi hezaran wesayit û avahî hatin şewitandin.

Dema ku min ev nivîs dinivîsand (êvara 02-06-2023) yek însan nehatibû kuştin.

Dewlet li dû tolhildanekê an jî li dû kînê nebû. Dewletê li reyên çareseriya pirsgirêkan digeriya. Dewleta Fransa bi sebir tevdigeriya.

 

Û em vegerin mînaka Kurdistanê. Di sala 2014’an de Kobanê ji aliyên çeteyên DAÎŞ ve hatibû dorpêçandin. Erdogan li ekranan bi kêyfxweşî dikir qêrîn û digot “aha Kobanê jî li ber ketine ye”. Ji ber van sedeman li Bakûrê Kurdistanê, di 6-7-8 Cotmehê de gel rabû serhildanan û piştgiriya dewleta Tirkiyê ya bi DAÎŞ’ê re protestokir. Çek di destê tu kesekî de tunebû. Di encama êrişên hêzên dewletê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Dewleta Tirk ya dagirker bi kûştinê bersiv dabû û sala derbasbûn ji bo tolê evcar li dijî siyasetmedarên Kurdan ‘doza Kobanê’ ya darizandinê da destpêkirin.

 

Mînaka berxwedana rêveberiyên xweser jî emê bidin, ku bajêr çawa hatin rûxandin û Mehmed Tûnç û hevalên wî di jêr zemînan de çawa hatin qetilkirin.

 

Faşîzma Tirkiyê dema buyêrên Fransa dinîrxand digot; “Rejîm li dijî çalakvanan çima tundiyê bikar tîne?. Gotinek heye, bi Tirkî dibêjin ‘dînime küfreden barî Musluman olsa”. Kesê ji dînê min re sinkafan dibêje xweziya bila musluman bûya.

 

Di rastiya xwe de Kurdan ev hovitiya vê dewleta dagirker, di 15’ê Tebaxa 1984’an de dîtin. Ji bo vê yeke bi zimanê wan, bi tarzê wan, dest bi bersivdayinê kirin. Şerê çekdarî dane destpêkirin.

 

Bi vî şerê çekdarî di serî de Kurdan û hemû mirovahî ji şûrê neviyên Cengiz Xan parastin.

 

Kesên ku dibêjin PKK’ê çima şerê çekdarî da destpêkirin an jî îroj di vî şerî de çima israr dike, bila li du mînakên min li jor dane binerin.

Ew ê bibînin ew “Tirêna li Hîndîstanê” li Nisêybînê li ser pira Newrozê çawa birêket. Ew ê bibînin ew “Polîsên li Fransa” li kolanên Amedê çawa kurd qetil kirin.