Rojnameya Ronahî

Bêencabûna Civînên Astanayê, ji ber helwesta dagirkeran e

Reşo Mihemed/Qamişlo

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo da zanîn ku bêencambûna Civînên Astanayê, sedem jê helwest û berjewendiyên dagirkeran e, herwiha tekez kir ku çareseriya kirîza Sûriyê di Beyannameya Rêveberiya Xweser de ye.

12 sal in kirîza Sûriyê û rewşa gel bi giştî li aloziyê de ye, her ku diçe jî rewş aloztir dibe, sedem jî destwerdana hêzên navneteweyî di kirîza Sûriyê de û hewildanên wan yên pêkanîna pirojeyên xwe yên dagirkeriyê ye û karkirina ji bo berjewendiyên xwe.

Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi 10’an civîn û hevdîtin li ser asta navneteweyî pêk hatine, lê ji ber ku hêzên di van civînan de beşdar dibin ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û nûnertiya gelên Sûriyê nakin, tevahiya civîn û hevdîtinên di vê çarçoveyê de bê encam dimînin.

Herî dawiyê di 21 Hizîranê  de Civîna Astana ya 20`emîn, hat lidar xistin, hêzên ku di vê civînê de beşdar bûn ji bo berjewendiyên xwe planên xwe yên li dijî gelên Sûriyê eşkere kirin.  Piştî lidarxistina civînê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin, tê xuyakirin ku di civînê de planên qirêj yên li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hatine sazkirin. Li gorî siyastmedaran wê civînên ku gelên Sûriyê temsîl neke tu çareseriyê bi xwe re neyine, berovajî wêjî, wê kirîzê kurtir û aloztir bike.

Li aliyekî din, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka ku hatiye damezrandin û heta niha, ji bo çareserkirina kirîzê gelek hewildan kirin, herdem dide xuyakirin ku deriyê wê ji tevahiya aliyên Sûrî re vekiriye û çareserî wê bi danûstendinên sûrî-sûrî pêk bê. Rêveberiya Xweser di 18`ê Nîsana 2023’an de, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek ku jin 9 xalên sereke pêk tê, ragihand. Beyanname ji aliyê gelek hêz, partî û kesayetên sûriyeyî û erebî ve bi erênî hat nirxandin, lê hikumeta Şamê careke din tekiz kir zihniyeta wê nehatiya guhertin, herwiha ew ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tu gavan navêje û dixwaze ku temenê kirîzê dirêjtir bike.

Têkildarî encama Civîna Astanayê, herwiha Beyannameya Rêveberiya Xweser ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê sikrtêrê Partiya Çepa Demukrat A Kurd, li Sûriyê Salih Gedo ji Rojnameya me “Ronahî” re axivî.

 ‘Beşdarên civîna Astanayê kujerên gelên Sûriyê ne’

????????????????????????????????????

Salih Gedo diyar kir ku helwesta hêzên navdewletî ya neçareserkirina kirîza Sûriyê hişt ku civînên Astanayê bêencam bimînin û wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku hêzên navdeweletî yên weke Rûsya, Îran û dagirkeriya Trkî bi amadebûna hikumeta Şamê û Opozisyona Sûriyê civînên weke Astana, Cinêv û hwd lidardixin. Herwiha ev hêzan qaşo ji bo çareserkirna kirîza Sûriyê kar dikin û civînên wisa  li darxin, di rastî de destê wan di xwîna gelên Sûriyê de hebû û hînjî rola wan ya xerab berdewam e. Civîna Astanayê ya 20`an jî, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên Sûriyê bû. lê belê ji bo berdewamkirina şer û pevçûna di hundirê Sûriyê de bû, herwiha pêkanîna pilanên hêzên dagirker yên wekî dewleta Tirk bû, Tirkî bû. Armanca sereke ya van hêzan hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Di encamê de dîsa ev civîn nebû bersiv ji bo kirîza Sûriyê û helwsta wan ya dijberî gelên Sûriyê û Rêveberiya Xweser hate diyarkirin.”

 

‘Çareserî di Beyannameya Rêveberiya  Xweser de ye’

Gedo da zanîn ku çareseriya kirîza Sûriyê di  Beyannameya Rêveberiya Xweser de ye û axaftina xwe wiha domand: “Kirîza Sûriyê sala xwe ya 12`yan derbas kir, ji destpêka wê heya niha gelek civînên weke Astanayê ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê hatine lidarxistin. Lê ji ber ku hêzên beşdar nûnertiya gelên Sûriyê nakin, tevahiya van civînan bê encam bûn, êdî baweiya gelên Sûriyê bi hêzên navneteweyî nemaye, niha riya çareseriyê tenê di Beyannameya Rêveberiya Xweser de ye û gelên Sûriyê jî di wê bawereriyê de ne ku Rêveberiya Xweser wê çareseriyê bîne. Di heman çarçoveyê de ji her kesî re eşkere ye ku beyanname wê bibe çarereseriya kirîza Sûriyê û danûstendinên Sûrî-Sûrî gava yekem ya çareseriyê ye. Ji ber ku bingeha çareseriyê dûrketina ji hêzên navdewletî û yekîtiya gelê Sûriyê ye. Ev yek jî wê têkbirina dagirkeriya li ser herêmên bakur û rojhilat Sûriyê û herêmên din  bi xwe re bîne.”

 

‘Ji bo têkbirina êrşîna hevgirtina gelan pêwîste’

Sikrtêrê Partiya Çepa Demukrat A Kurd li Sûriyê, Salih Gedo tekez kir ku pêwîst e pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk  hevgirtina xwe xurtir bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Rojane dagirkeriya Tirk êrîşî herêmên bakur û rojhilatî Sûriyê dike, herwiha şervanên QSD`ê, pêşengên şoreşê, kesên welatparêz û sivîlan jî hedef digire. Ev êrîşên derjmirovî yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, di serî de gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk dike armanc. Di çarçoveya pêkanîna palnên dagirkeriyê, dewleta Tirk guhertina demugrafî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî lez dimeşîne.Yekhelwestiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê ya li dijî dagirkeriya Tirkî û hevgirtina gelan ya li dijî êrîşên hovane, bi serê xwe berxwedaniyeke mezin e û dibe sedema têkbirina planên dagirkeriya Tirk. Dewleta Tirk ya dagirker jî, ji vê yekê ditirse û bi tevahiya hêza xwe êrîş dike. Ji bo pûçkirina planên dagirkeriyê, pêwîste gelên herêmê dest bidin hev û hevgirtina xwe ya li dijî pilanên qirêj yên dagirkeriya Tirkî bi hêztir bikin.”