Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AGIRBESTA IDLIBÊ YA PÛTIN Û ERDOGAN WÊ ALOZIYÊ KÛRTIR BIKE

05/07/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Civîna Astana 20`an di 20/21’ê meha hizêrana derbasbûyî de bi beşdarbûna 4 aliyên bazaran Tirkiyê, Rûsya, Îran û hikûmeta Şamê hate lidarxistin. Piştî civînên 2 rojan di navbera aliyan de encamnameyek hema bêje kopiyên yên berê bû, derket. Tenê di beşê hevdîtinên di navbera Şam û Enqereyê lê hatibûn zêdekirin. Beriya civînan hêzên hikûmeta Şamê bi piştgiriya Rûsiya li herêmên Idlibê ket liv û tevgerê. Topbaran, bombebaran û êrişên berfireh li dijî Idlibê hate lidarxistin.

Balafirên Rûsya jî cihê xwe di êrişan de girtin. Di encamê de hejmarek mezin sivîl şehîd bûn, her wiha leşkerên Tirkiyê û hikûmeta Şamê jî hatin kuştin û birîndar bûn. Dewleta Tirk panzerên Rûsya kirin armanc, kuştî û birîndarên Rûsya jî çêbûn. Aliyan bi êriş, kuştin û bersivdayînên hev amadekariyên hevdîtinan dikirin û her aliyekî dixwest zextê li aliyên din bike û daxwaz û nerîna xwe li ser wan feriz bike.

Di wê navberê de rewşa li bakur-Rojavayê Sûriyê û bi taybet li Idlibê gûrtir bû. Qurbaniyên komkujiya Sûka sebzeyan a bajarokê Cisir El-Şixûr ku di encamê de 9 kes mirin û 30 birîndar hebûn hejmarek kuştî û birîndar çêbûn. Bi dehezaran kes koçber bûn û xwe spartin sînorê Tirkiyê.

Hêzên hikûmeta Şamê li Idlib û beşek ji rojavayê Helebê pêş ket Riya M5 jî di nav de herêmek berfireh ji  Idlibê ji destê çeteyên dewleta Tirk derxist. Rewşa behsa mijarê metirsî di herêma Idlib a bi milyonan mirov tê de jiyan dikin çêkir.

Herî dawî pêncşemê Erdogan û Pûtîn civiyan û agirbesta bi nakok li Idlibê ragihandin. Heta beriya agirbestê bi çend kêliyan êriş û topbaran li herêmê hebû. Herdû aliyan lihev kir, êdî dewriyên Rûsya û Tirkiyê li herêmê bigerin. Erdogan ji Rûsya daxwaz kir, hêzên hikûmeta Şamê ji cihên ketiyê hêzên xwe vekşîne.

Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî bang li aliyan kirin, rê were dayîn alîkarî bighêje qurbaniyên erdheja 6’ê sibatê yên di herêmên Idlibê de. Ji deta û rewşa heyî diyar dibe wê agirbesta di navbera Pûtin û Erdogan de ji encamên 20 civînên Astana ne cûdatir be. Çawa her civîneke Astana êriş, kuştin û koçberî di herêmê de zêde dibû. Wê Agirbesta wan a niha jî ji plan û bazarên wan ên berê ne zêde baştir be.

Pêşengên bazarên mirin û koçberiyê Erdogan û Pûtin wê nikaribin riyên çareseriya ji dosya Sûriyê re pêşkêş bikin. Ji ber amûrên sereke yên aloziya li Sûriyê ew in. Li pey wan jî Îran û hikûmeta Şamê jî planên xwe di herêmê de dikin.

Wer xuyaye bi vê agirbestê re wê bazar û planên nû li dijî gelê Sûriyê pêş bikevin. Wê careke din çerxe mirinê di gewdê gelê Sûriyayê de bigere. Beriya niha jî me di gelek nivîsan de aniye ziman heger bi rastî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, Insyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kiriye, tekane riya xelasiya hemû gelê Sûriyê ye.

Lê tişta xuya dike, ne 4 aliyên bazarên Astana û ne jî Amerîka û hevkarên wê naxwazin aloziya salan a heyî çareser bibe.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.