Rojnameya Ronahî

‘Rêber Apo hêza têkoşînê da me’

Şêx Ehmed Hemo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza têkoşînê daye wan û destnîşan kir ku dem hatiye ew rabin ser piyan û hesab ji dagirkeriyê bixwazin.”

Şêx Ehmed Hemo ku li nava civakê bi navê Şêx Mişmiş tê naskirin, yek ji wan kesan e ku di salên 1990’î de derfet dît ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, ji nêz ve nas bike. Şêx Mişmiş ji ANF’ê re qala wê demê û rêxistiniya li nava civakê kir.

Şêx Mişmiş bal kişand ser zext û zordariya hingî ya rejîma Baasê û destnîşan kir ku li gel vê yekê jî wan li ber xwe dan, serî li ber dagirkeriyê hildan.

Şêx Mişmiş got, “Mîna li her beşên Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî rejîma Baasê dixwest Kurdan bêhêz bihêle. Li hemberî zextên rejîmê, me jî bi rengekî veşartî rêxistiniya xwe meşand.”

17’ê Gulana 1995’an ji bo Şêx Mişmiş rojeke taybet bû, ku bi vî rengî vedibêje “Wê rojê min şans dît ku Rêber Apo bibînim. Rêber Apo hêzeke bêhempa da me. Ji bo têkoşîna li ser xeta şehîdan, ji bo dewamkirina berxwedanê Rêber Apo ji bo me bû hêz.”

Şêx Mişmiş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naşibe ti serokên cîhanê û got, “Rêber Apo xwedî kesayetekî dilnizm û zane ye.”

Bi dewamî Şêx Mişmiş got, “Bi saya fikrê Rêber Apo vaye tevgera azadiyê li her derê ye û xwe ispat kiriye.”

Şêx Mişmiş anî ziman ku hêzên desthilatdar û serwer, fikrê Rêberê Gelê Kurd li dijî xwe weke metirsiyekê dibînin, lewma komploya navneteweyî pêk anîn û niha tecrîdeke giran li Îmraliyê ferz dikin.

Şêx Mişmiş destnîşan kir ku fikir û felsefeya Ocalan di nava wan de ye, bi saya vî fikrî projeya neteweya demokratîk hatiye avakirin û bûye hêzek.

Herî dawî jî Şêx Mişmiş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gel xwe kiriye feda û got, “Divê em jî rabin ser piyan û hesab ji dagirkeriyê bixwazin.”ANF