Rojnameya Ronahî

Ji Jinên Mirî yên Kurdan Jî Ditirsên

Xecê Şen

Her weku tê zanîn Xerîbe Gezer di 9’ê Berfanbara sala 2021an de li Zindana Tîpa F a Hejmara 1ê ya Kandirayê ya Kocaeliyê girtî bû û ji aliyê rayedarên dewletê ve hat qetilkirin. Ji berî ku ew were qetilkirin wê gelek caran di nameyên xwe yên ku ji malbata xwe re şandibû de behsa şert û mercên xwe yên zindanê kiribû. Taybetî jî di nameya xwe ya sala 2020an de ku ji malbatê re şandibû û bi rêya malbatê bi raya giştî re hatibû parvekirin de anîbû ziman ku rayedarên dewletê yên weku gardiyan bi awayeke sistematîk îşkencê, tacîz û tecawîzê wê dikin. Di nameya xwe de xwestibû ku di serî de saziyên jinan û saziyên mafên mirovan xwedî lê derkevin û wê di hucreyên tarî de bi tenê nehêlin. Li ser vê bangawaziya wê di serî de Tevgera Jinên Azad (TJA) û hemû hêzên mafên mirovan bûn hawara dengê wê û ew zehmetiyên ku wê di hucereyên tarî de kêşandiye kirin rojeva raya giştî û ya Parlementoya Tirkiyeyê. Jixwe piştî îşkence û tecawîza ku lê dihate kirin kete rojeva Tirkiyeyê û şûnde di 9’ê Berfanbara 2021an de li Zindana Tîpa F a Hejmara 1ê ya Kandirayê ya Kocaeliyê, qaşo bi awayeke bi guman li hucreya xwe de mirî hatibû dîtin. Lê hem di rapora pisporan û hem jî dîmen û wêneyên ku piştî qetilkirina wê şûnde derketin holê ku ew ji aliyê gardiyanên dewletê ve di hucreya yek kesî de bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Herwiha qetilkirina Xerîbe Gezer a di hucreya yek kesî de rûyê polîtîkayên rejîma Tirkiyeyê herî şênber nişan dide.

Hemû cîhan jî dizane ku Xerîbe Gezer di 9’ê Berfanbara 2021an de li Zindana Tîpa F a Hejmara 1ê ya Kandirayê ya Kocaeliyê ji aliyê rayedarên dewletê ve hat qetilkirin û ew li navçeya ku lê hatibû dinê Kerborana Mêrdînê ji aliyê bi hezaran jinan ve hate binaxkirin û ew tevlî karwanên rêya azadiya welatê rojê yên nemir bû. Lê mixabin dewletê dîsa jî belaya xwe ji Xerîbe venekirin û di ser cezayê wê de çûn. Weku Xerîbe ji ‘binaxîn jîndewer bibe û hatibe hesabê qetilkirina xwe bipirse’ û bê ku ew hawar bike, em wê carekî din ceza bikin û wê bimirînin nêzî Xerîbe bûn. Her weku haya wan ji qetilkirina wê tunebe û her weku ne wan bi destên xwe cesedê wê ji zindanê derxistibin cezayê giran lê birin. Ev çi ecêbe di 29’ê Adara 2023an de 3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezayên giran ê mûebetê li Xerîbe Gezer hatibû birin erê kir. Ev jî bi awayeke şênber dide xuyakirin ku hişmendiya dewletperestiyan çiqas ji jinên mirî yên Kurdan ên weku Xerîbe Gezer û Dayîka Taybetê ku hefteyekê di kolanên Cizîrê de mayî jî ditirsin.

Xerîbe sembola meşa azadiyê ye

 

Di 14’ê Adara 2015an de meşa “Ji Ocalan re Azadî “ a bi şiara “Botan ber bi azadiya Rêber Apo ve dimeşe” ya ku pêşengiya wê Sêvê Demîr û Huseyin Arasan dikirin, li warê Mem û Zîn û Binevş Elgalan Cizîra Botan dest pê kirî, ji Hezex, Kerboran, Nisêbîna rengîn, Mêrdîn û ta Çinarê hejmara meşvanan digihêje bi hezaran “Meşa Mezin” a “Ji Ocalan re Azadî” 7 rojan didome. Di 21ê Adarê bi tevlîbûna bi hezaran meşvanan tevlî Newroza Amedê dibin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dikin. Bêguman Xerîbe Gezer jî weku her meşvaneke xwedî vîn û xwedî biryara erka herî pîroz digirte ser milên xwe ta dawî jî di vê rêya azadiyê de dimeşe. Dibe ku ji Botanê ta Amedê gelek meşvanan dawî bi meşa xwe anîbin, lê ya Xerîbe hêj nû dest pê kiribû. Ew ji Meşa Mezin a “Ji Ocalan re Azadî” ber bi Pergala Xweseriya Demokratîk ve meşiyan. Ew di pêvejoya berxwedana herî dîroka ya xweseriya demokratîk de aktif cîh digire û ta dawî jî li ber xwe dide. Hêjayî gotinê ye ku meşa wê bi wê pêvajoyê dawî nabe û ew her dimeşe. Carîna bûye meşvanekê ya rêya dûr û carîna jî bûye berxwedanvanekê ya zindanê ya felsefeya “Berxwedan Jiyan e”. Anku Meş û Berxwedan dibin jênegerên jiyana wê. Ew îro jî bi Karwanên Rêya Azadiya Kurdistan re DÎSA DIMEŞE.

Tu di nav Daristana Stêrkan de Her Zîndewer bî Xerîbe Can!