Rojnameya Ronahî

Li Efrînê sûcên dijmirovî yên li dijî zarokan didomin

Sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî zarokan li Efrînê bênavber dewam dikin. Herî dawiyê di 1’ ê Tîrmehê de çeteyekî destdirêjî li zarokek 13 salî kir. komîteya Şilêr li herêma Şehbayê da xuyakirin ku  tevî belgekirina tavahî sûcên li dijî  jin û zarokan jî, raya giştî bêdeng dimîne

Zana Roj/ Şehba

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve, rojane sûcên dijmirovî û derveyî exlaqê di derheqê jin û zarokan de tên kirin. Bi hezaran zarokên temen biçûk hatine ravandin û tecawîz kirin, li beramberî çavên dayîk û bavên wan destdirêjî li zarokên jin hatine  kirin. Ev kiryar zêdetirî 5 salan e tên domandin. Ji kiryarên li dijî zarokan; 6 Gulana 2023 an de zarokek 10 salî ji aliyê serçeteyekî girûpa “El Emşat” ve hat tecawîzkirin, her wiha herî dawiyê di 1 ê Tîrmehê de careke din ev bûyer xwe dubare kir, çetyeyekî dewleta Tirk a dagirker destdirêjî li  zarokek 13 salî ku ji gundê Cûqê ya girêdayî bajarê Efrînê ye, kir.

Têkildarî destdirêjiyên ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî  zarokên di Efrînê de tên kirin, herwiha  bêdengiya navnetewî li himberî van sûcan, berpirsa Komîteya Şilêr ya Efrîn û Şehba Bedîa Mislêm ji rojnameya me re axivî.

`Li ber çavên cîhanê zarok tên tecawîzkirin û kuştin`

Bedîa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dewamkirina kiryarên çeteyên dewleta Tirk ku di Efrînê de tên kirin û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan bi dagirkirina Efrînê re tavahî cureyên binpêkirinan di derheqê jin, zarok, ciwan, kalmêr û li xwezaya Efrînê pêk anîn. Bi hemû hovîtî û qirêjityên xwe destdirêjiyê li gelê Kurd yê resen dikin. Bi hezaran jin û zarokên temen biçûk hatin revandin û destdirêjî li wan hatin kirin, heyanî vê kêliyê jî jin û zarok tên revandin. Çeteyên bê wîjdan ne tenê li dijî jinan, lê belê li dijî zarokan jî destdirêjiyê dikin. Li beramber çavên cîhanê zarokên Efrînê tên tecawîzkirin û kuştin.”

`Bi destekdayîna Tirkiyê ev bûyer tên qewmandin`

Bedîa destnîşan kir ku sucên ku tên kirin bi destekdayîna Tirkiyê tên pêk anîn û wiha domand: “Di tavahî herêmên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ev binpêkirinên ne exlaqî û destdirêjî bi awayekî rawa tên pêkanîn. Van cûcên ku tên kirin di asta yekemîn de faşîzma Tirkiyê destek dide wan çeteyan da ku destdirêjiyên bi vî awayî pêk werin. Di asta herî jor de divê hesab ji dagirkeriya Tirkiyê were xwestin û ew berpirisyarê yekemên e”.

`Cîhan bi bêdengiya xwe hevkarê sûcê dijmirovî ye`

Bedîa anî ziman ku tavahî kiryarên dimirovî yên ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve  bi destê çeteyan tên kirin, tên belgekirin, lê cîhan li hemberî van kiryaran bêdeng e û wiha domand: “Kiryarên ku ji aliyê çeteyan ve, di derheqê jin, zarok û tavahî gelê Efrînê de tên kirin, tên tewsîqkirin û ji raya giştî re tê pêşkêşkirin. Tevî wê jî cîhanê û rêxistinên parastina mafên zarokan çavên xwe girtine û bêdeng dimînin. Bi vê yekê tê xuyakirin ku tavahiya hêzên navnetewî hevkarên van kiryaran e”.

`Divê rêxistinên navneteweyî bi erka xwe ya exlaqî rabin’

Berpirsa Komîteya Şilêr li Şehbayê Bedîa Mislim banga rêxistinên navnetewî kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û axaftina wiha bi dawî kir: “Ji bo em bikaribin degê zarokên ku ji zaroktiya xwe bê par mane û rojane rastî destdirêjiyê tên bigihînin cîhanê, em di nava tevgerê de ne. Herwiha em banga rêxistinên parastina mafên mirovan û zarokan dikin ku li hemberî kiryarên çeteyan bêdeng nemînin û rê li ber sûcên li dijî zarokan bigrin. Divî li ser van sûcan hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê xwestin.”