Rojnameya Ronahî

Hêlîn Umît: Rojava zihniyeta DAIŞ’ê hejand

 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku Şoreşa Rojava zihniyeta dewletê ya heyî û ya DAIŞ’ê dihejîne û got, bi berdêlên gelekî mezin Şoreşa Rojava hat vê astê, wê tu êrîş nikaribe dilsoziya gelê me ya bi şoreşê re tune bike. Çawa ku di dîrokê de Medan bi gelên herêmê re azadî anîn, di roja me de jî weke tevgera Med a serdemê, Kurdîtiya azad wê vê rola xwe bilîze.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û derbarê tecrîda li ser Rêber Apo, polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker, hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re, têkoşîna PKK’ê ya bê hempa û gelek mijarên din nirxandinin girîng kirin.

’Pergala dewleta tirk, rejîmeke qirkirinê ye’

Hêlîn da zanîn ku li Tirkiyê cihê ku polîtîka tê diyarkirin, rîjîma qirkirinê ya Îmraliyê ye û wiha got: “27 meh derbas bûn, em ketin meha 28’an. Em nikarin tu agahî ji Rêber Apo bistînin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku em di serdema herî giran a tecrîda li ser Rêbertiyê de derbas dibin. Bi rastî, ev tespîteke pir rast e. Yên ku dizanin rejîma qirkirinê ya Îmraliyê bixwînin, yên ku rast lê binêrin, dikarin bi rêya vê yekê armancên dewleta Tirk bixwînin. Eger em dixwazin rastiya Tirkiyeyê fêm bikin, li Tirkiyeyê siyaset ango çi armanc tê kirin dixwazin fêm bikin, divê em zanibin rast li rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê binêrin. Li Tirkiyeyê cihê ku polîtîka tê diyarkirin, rejîma qirkirinê ya Îmraliyê ye. Helbet Îmralî jî li dijî wê navenda berxwedan û têkoşîna ye. Mînaka berxwedana Rêberê me ya li hemberî rastiya Qirkirina Îmraliyê di dîrokê de nîne. Em bi israr balê dikişînin ser rejîma li Îmraliyê û pêkanînên li Îmraliyê. Ev ne tenê polîtîkayên li ser Rêberê me ye. Divê ev yek rast were fêm kirin. Rastiya li vir, rastiya qirkirina Îmraliyê dide xuyakirin ku sîstema dewleta Tirk ji bo Kurdan rejîmeke qirker e. Ji ber ku li Îmraliyê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Heta ev rastî neyê dîtin û nekeve hesabê, ne li ser navê Kurdan siyasetek dikare were meşandin, ne jî li ser navê demokrasî, mafên mirovan û azadiyên li Tirkiyeyê siyasetek were meşandin.”

‘Ji niha û pê ve ti kes nikare gelê kurd bixapîne’

Hêlîn da xuyakirin ku li Tirkiyeyê hêza sereke ya guherînê, komara demokratîk, welatê demokratîk û netewa demokratîk temsîl dike Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha domand: “Li Tirkiyê sê xetên siyasî hene;li aliyekî dewlet, hêzên girêdayî dewletê hene. Di vî warî de AKP û MHP’ê weke tifaqa cumhur cih girtin. Yên din jî wek CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Deva û Tîlafa Milet ya bi vî rengî cih digirin. Lê ev hemû çareseriyên dewletparêz in. Ew polîtîkayên ku em ê çawa polîtîkayên heyî yên dewleta Tirk a heyî bidomînin dişopîne. Ew ne partiyên ku guhertin xistin rojeva xwe de bûn. Li Tirkiyeyê Riya Sêyem e ku hêza sereke ya guherînê, komara demokratîk, welatê demokratîk, neteweya demokratîk temsîl dike; Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Tabloyek wisa heye. Ji niha û pê ve ti kes nikare gelê Kurd bixapîne. Ew nikare bi kirasê Demokratan xapandinê bike.”

 

‘PDK’ê li dijî hebûna gelê kurd amûreke êrîşan e’

Hêlîn diyar kir ku ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de êrîş pêk tên. Li her derê pêk tên. Di serî de li Kurdistanê pêk tê, li Rojavayê Kurdistanê pêk tê, dema derfet dibîne li Ewropa jî êrîş pêk tê  û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk van tiştan bi tena serê xwe nake. Dema ku hevalê Baran şehîd bûyî, Mesrûr Barzanî çûbû Tirkiyeyê. Ne tesadufe ku di dema şehadeta Huseyîn Arasan de jî Mesrûr Barzanî çû Tirkiyeyê. Di polîtîkayê de tesaduf tune ne. Di vê wateyê de PDK li dijî şerê hebûn û azadiya gelê Kurd, amûreke êrîşan e. Yên ku êrîşên bi vî rengî dikin, dibezin diçin Hewlêrê. Ev tê wateyê ku xwediyê wan li wir in.

Hêlîn da zanîn ku bi hevdîtinên Astanayê, bi êrîşên li ser Rojava armanc ew e ku gelê Kurd statuya siyasî bi dest nexe û wiha got: “Li Astanayê biryar dan ku ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê sûd werbigirin û hêzên ku hatine rewşa rêveberiyê, qebûl nekin. Li ser wî bingehî jî ji bo Tirkiyeyê hîn zêdetir teşvîkî van êrîşan bikin, onay dan. Divê mirov li vir bandora Rûsya û Îranê bibîne. Ez dikarin vê bibêjim, ji tifaqa Kurd-Fras wê Fars qezenc bikin. Ti tifaqa Tirkiyeyê bi Farsan re nabe. Hem tiştên dîrokî û hem jî îdeolojî, destûra vê yekê nadin. Dewleta ku herî zêde xwedî kevneşopiya rêveberiyê ye, dewleta Îranê ye. Îran Tirkan pir ji nêz ve nas dike. Dema Tirk ji Asyaya Navîn tên, dewletbûnê hinekê ji Îranê fêr dibin. Îran di bunyeya NATO’yê de bi bandora Îsraîlê di bin zextê de ye. Li ser Azerbaycanê re jî tiştek heye ku Îranê dorpêç dike. Bi rastî jî tişta ku Îranê demokratîk bike, di dema pêş de li herêmê bi bandortir bike; tifaqa ku bi gelê Kurd re çêbike ye.”

 

‘Rojava zihniyeta daîş’ê dihejîne’

Hêlîn da xuyakirin ku bi berdêlên gelek mezin Şoreşa Rojava gihişt vê astê û wiha got: “Heval Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn. Rojava cihekî biçûk e, lê zihniyeta dewleta neteweyî ya heyî dihejîne, ziniyeta DAÎŞ’ê dihejîne. Ji ber sîstema Rêveberiya Xweser ev hevalên me yên jin, hatin qetilkirin. Bi berdêlên gelekî mezin şoreşa Rojava hat vê astê. Êrîşên bi vî rengî nikare dilsoziya gelê me û jinan a bi şoreşê tune bike. Lewma di pêvajoya li pêşiya me de êrîş wê dewam bikin. Ji bo ku gelê Kurd statuyê bi dest nexe, hêzên herêmê wê hewl bidin ku ne tenê bi Tirkiyeyê re, bi hêzên cur be cur re tifaqê çêbikin û pêşiya vê yekê bigirin. Lê çawa ku di dîrokê de Medan rolê xwe lîst û bi gelên herêmê re azadî anîn, di roja me de jî weke tevgera Med a serdemê, Kurdîtiya azad wê vê rola xwe bilîze.”

‘Zîlanê Rêber Apo, Rêber Apo jî zîlan heta hucreyên xwe hîs kir’

 

Hêlîn bal kişand ser Salvegera 27’emîn a şehadeta heval Zîlan  û wiha domand: “27 sal li ser çalakiya wê derbas bûn. Rêbertî wiha got, ‘Me ji bo bîranîna Zîlanê bi jiyana azad re hevpeyman çêkir, me xwest jiyana azad pêş bixin’. Ji ber ku banga Hezîranê banga jiyana azad bû. Rêbertî bi rastî jî bi vê çalakiyê gelek bandor bû. Dema ku destpêkê bihîstî, hîna rapora heval Zîlan nehatibû. Mînak yek ji pirsên ku ji me kirî, ev bû; ‘Bifikirin heta hucreyên xwe, xwe teqandin tê çi wateyê?’ Ev di heman demê de nîşa dike ku rastiya Zîlanê, heval Zîlan Rêbertî heta hucreyên xwe hîs kir. Pişre rapora heval Zîlan hat. Ez dikarin bibêjim ku wê şevê hemûyê ne raza. Rêbertî li ser rapora wê lêhêrbûn kir. Piştî nameya wê hat, Rêbertî got

ku ‘Ez jî di bin fermana Zîlanê de me’. Ji xwe piştre Rêbertî got, ‘Zîlan manîfestoye, banga xeta jiyana azad e’.”

‘PKK hêza siyaset û fikirinê ye’

Hêlîn Umît da zanîn ku PKK ne tenê tekoşîneke çekdarî dimeşîne, teqez hêzeke siyasî ye, hêza polîtîk a gelê Kurd e û wiha dewam kir; “Em rû bi rûyê êrîşekenê ku dixwaze PKK’ê tenê weke rêxistine şer nîşa bike û bi vî rengî tune bike. Lê gelê Kurd û mirovên bi wijdan jî dizanin ku PKK ti carî tenê nebûye tevgereke ku têkoşîna çekdarî dimeşîne. Beriya her tiştî PKK tevgereke fikirinê ye. Ji xwe eger PKK wisan nebûya, nedikarî gelê Kurd bandor bike. Nedikarî evqas argumanên siyasî bi hilberîne. Helbet evane hemû bi pêşengiya Rêbertiya me pêş ketin. Rêbertî ji destpêkê ve wiha got, ‘Eger rêyek din hebûya, eger êrîşên giran ên di navbera 1980-82’an de li girtîgehan nebûya, êşkence neban, êrîşên komkujiyan neban, PKK hîn zêdetir wê weke tevgere îdeolojîk pêş ketiba’.

’PKK gele , gel li vir e’

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît wiha got: “Êrîşek heye ku dixwazin PKK’ê terorîze bikin. PKK gel e. Me ev yek ji gel re negot, gel ev tişt got, ‘PKK gel e, gel li vir e’. Divê gelê me di her derfetê de berzkirina vê dirûşmeyê, bidomîne. Ji ber ku bi rastî jî PKK gel e. PKK bû gel, bû neteweyî. Ti kes nikare vê înkar bike. Tunekirina PKK’ê, tê wateya qirkirina gelê Kurd. Tê wateya belavkirina hebûna wê ya neteweyî. 50 sal in em bêyî navber, li ser vê xakê şehîdan didin. Bi vî rengî em Kurdîtiyê didin jiyîn. Her hal gel vê mafê dide me ku em li ser gelê Kurd yan jî li ser mijarên ku gelê Kurd eleqeder bike, biaxivin, mafê çêkirina polîtîkayê û wezîfeya wê jî ev gel dide me. Ev wê dewam bike. Ti kes nikare pêşî li vê bigire. Di vî warî de nêzîkatiya gelê me ya têkildarî vê yekê, heta niha li holê ye. Her cure fedakarî raber kir, li ser vê xeta şehîdan, di çarçoveya rastiya berxwedanê ya ku PKK’ê danî holê de, di ronahiya Rêber Apo de heta niha meşand. Ji vir û şûn de jî wê bi vî rengî bidome.”