Rojnameya Ronahî

Serhildana Şêx Seîd

Roja 29’ê hezîranê weke rojeke dilsoj di dîroka kurdan de cih digire. Ji ber wê dilsojiyê 29’ê Hezîranê ji bo civaka kurd rojeke gelek girîng e. Di 29’ê hezîrana 1925’an de pêşengê kurd Kalê Şêx Seîd û 46 rêhevalên xwe ji hêla dewleta tirk ve li bajarê Amedê li qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin.

Piştî 74 salan di roja 29’ê hezîrana 1999’an de biryara dardakirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. Bêguman di roja dardakirina Şêx Seîd de biryar dayîna dardakirina birêz Ocalan ne tesedufî bû. Bi wî biryarî peyameke girîng didan civaka kurd. Di vê peyamê de dixwestin bibêjin ku dê aqûbeta Rêberên gelê Kurd her tim wekî yê Şêx Saîd be.

Cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî yên berî 94 salan li Qada Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin, hîna jî nayê zanîn. Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat, diyar kir ku di sala 2010’an de, ji bo vê mijarê daxwazname dan Meclîs û Wezareta Karê Hûndir, lê heya niha tu bersiv negirtine.

Serhildana Şêx Saîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5’ê Sibata 1925’an de dest pê kir. Di Gulana 1925’an de serhildana  Şêx Saîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiqlalê yên hatin avakirin de, ji bo bi sedan kes biryara cezayê darvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê, di 29’ê Hezîrana 1925’an de, ji bo Şêx Saîd û 46 hevalên wî jî biryara darvekirinê da. Biryara dadgehê sibetir li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat bi cih anîn. Şêx Saîd û 46 hevalên wî hatin darve kirin.

Cihê gorên wan nehat aşkere kirin

Bi ser darvekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî re 94 sal derbas bûn. Cihê gora Şêx Saîd û hevalên wî hîna jî nehatiye aşkere kirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tuneye. Hemû hewldanên malbat û siyasetmedarên Kurd ji bo dîtina cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî, bê encam man.

 ‘Armanca wan ew bû li kurdistanê jiyana azad ava bikin’

Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat derbarê mijarê de diyar kir ku serhildana Şêx Saîd a di sala 1925’an de li Kurdistanê nav û deng da.

Firat, bal kişand ser berî sala 1924’an û wiha got: “Li Kurdistanê piştî 1806’an nêzî 20 serhildan ava bûn. Di wê sedsalê de, li Kurdistanê rihê azadiyê derketibû holê. Hedef û armanca kesên beşdarî serhildana Şêx Saîd bûn, li Kurdistanê avakirina jiyana azad û birûmet bû. Ji ber ku ji beşên cuda di nava vê serhildanê de hebûn. Kesên mîna Doktor Fûat, Fehmî Bîlal, Yûsûf Ziya, Şerko (Elewîbû), axa, xwendekar, şêx û leşker li hev kom bibûn û dixwestin jiyanek azad  li Kurdistanê ava bikin. Ji xwe gehiştin vê hedefa xwe jî û qezenc kirin.”

Barzan, Dêrsim û Mahabad

Firat, da zanîn ku di hedefê de ji holê rakirina Kurdan hebû û wiha bilêv kir:“Di asta heyî de, Kurdan îro qezenc kirine, ji polîtîkayên înkar û îmhayê rizgar bûne. Bi bedelên hatin dayîn û xwîna ku rijiyayî, li Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Li Barzan, Mehabad û Dêrsimê jî serhildan çêbûn. Dîsan li serê çiyan û zindanan Kurdên li ber xwe didin hene. Êdî pirsgirêka Kurd vegohertiye, pirsgirêkek navneteweyî. Divê em xwedî li van destkeftiyan derkevin. Xwîna ku hat rijandin, ji bo her çar parçên Kurdistanê hin tişt şîn kirin û pêwîste ku em bi hêz xwedî li wan derkevin û biparêzin. Pêwîste ku em li hemberî dijmin û dagirkeran tu carî serî netewînin û yekîtiya xwe ava bikin. Herweha divê bercewendiyên takekesî û malbatî li pêşiya berjewendiyên gelê û netewî nebin asteng.”

‘Ji bo kurdan peyamek bû’

Li gorî Firat biryara darvekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya 2’yemîn a Enqerê di 29’ê Hezîranê de da, ne tesaduf û derbarê vê de wiha got: “Ji bo Kurdan peyam dan. Gotin ‘me di 29’ê Hezîrana 1925’an de hûn kuştin. Emê îro jî we bikujin. Bi çi awayî dibe bila bibe, emê hemû serhildan û tevgerên we têk bibin.’ Ev peyam dan gelê Kurd.”

‘Ji sala 1979’an ve em li gora wan digerin

Firat, dest nîşan kir ku ji sala 1979’an ve û wiha pê de çû: “Heya roja îro tenê bersiv jî ji bo me nehatiye dayîn. Em hemû dizanin gora wan li ku derê ye. Bi dehan car me serlêdan kir. Birayê min bi awayekê fermî di sala 2010’an de serî li Meclîs û Wezareta Karê Hundir da. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji şehîdên me û miriyên me ditirsin. Teqez em ê, bigihin armanca xwe.

‘Divê kurd bibin yek’

Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Şêx Saîd û hevalên wî di salvegera wan a 98’emîn de bibîr tînin. Kurdistanê gelek bedel dan.  Kirin 4 parçe. Bi sedsalane ku em di nava êş û azaran de dijîn. Bila ji vê ders derxînin. Divê Kurd bibin yek û ji bona vê yekê bi şev û roj bixebitin.