Rojnameya Ronahî

’Dagirkeriya Tirk ji dadgehkirina DAIŞ`ê ditrse’

 

Avêsta Menaf/Qamişlo

Şervanên QSD’ê yên birîndar diyar kirin ku bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê wê rola dewleta Tirk a dagirker di destekdayîna çeteyan de eşkere bibe û gotin, armanca êrêşên dewleta Tirk yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê astengkirina dadgehkirina Çeteyên DAIŞ’ê ye .

Di sala 2013`an de rêxistina çeteyên DAIŞ`ê a li Iraqê hat avakirin, her wiha di bin navê ola Islamê de xwe li Iraq û Sûriyê belav kir û bû metirsiya herî mezin li ser cîhanê. Ji sala 2014`an ve, DAIŞ’ê bi awayekî berçav belav bû, bi piştgiriya dewleta Tirk a dagrkir, di sala 2014`an de derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bû û gelek komkujî pêk anîn.

Di Îlona 2017’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi pêşengtiya YPG’ê û YPJ’ê dest bi pêngaveke leşkerî ji bo rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê kirin. Ev pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 23’ê Adara 2019’an de bi serkeftina li dijî DAIŞ’ê bi dawî bû, dawî li hebûna wê ya leşkerî anî. Rizgarkirina Baxozê di şerê li dijî terorê de xaleke zivirînê bû, bi vê rizgarkirinê re herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ewlehiyê de dijîn berfirertir bûn.

Piştî têkçûyîna çeteên DAIŞ’ê ya leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrşên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin û roj bi roj berfirehtir bûn.

Herî dawiyê piştî Rêveberiya Xweser biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ragehand, dagirkeriya Tirk bi awayekî hovanê êrşîên xwe yên ser herêmê zêdetir kir.

Derbarê biryara Rêveberiya Xwser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, birêndarên Hêzên Sûriya Dîmokratîk (QSD) yên herêma Feratê ji rojnemeya mere axivîn.

Birîndarê QSD’ê yê bi navê Raman Tepqa da xuyakirin ku di sala 2017`an de di encama pêngava rizgarkirina Tepqa ji çeteyan, ew birîndar bû û wiha got:”Di sala 2017`an de ez di pêngava rizgarkirina bajarê Tepqa de birîndar bûm, her wiha min tedawiya xwe li bajarê Kobanê dît. Ez bi birîndariya xwe ne şikestim, erke me a sereke ye ku ax û gelê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê ez serbilindim ku min perçeyê laşê xwe  fedayî xaka welat kir. Hiya dawî jî  em ê li hemberî dagirkeran li  ber xwe bidin”

`Vîna gelên Rojava nayê şikandin`

Raman da zanîn ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkbirina vîna gelê herêmê ye û wiha got: “Armanca ji êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên  li ser bakur û rojhilatê Suriyê, şikandina vîn û hêza hevgirtinê ya gelên herêmê ye. Dagirkeriyê pir caran hewil da ku bi riya destekdayîna DAIŞ’ê gelên herêmê qir bike. Lê hewildanên dagirkeriyê li hemberî vîna gel têk çûn.”

` Piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ`ê re `

Raman Tepqa balkişand ser êrîşên dewleta Tirk yên dawiyê û wiha got: “Ev demeke dirêje ku Rêveberiya Xweser ji hêzên navneteweyî dixwaze ku çeteyên DAIŞ’ê vegerînê welatên wan û wan dadgeh bike, lê hêzên navneteweyî bi erkê xwe ranabin û di vî warî de alîkariya Rêveberiya Xweser nakin, ji ber wê herî dawiyê Rêveberiya Xweser ragehand ku ewê çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên rêveberiyê de ne dadgeh bike, lewra daewleta Tirk a faşîst, ji bo ku çete neyên dadgehkirin û hevkariya wê ya bi çeteyan re eşkere nebe, bi awayekî hovane êrîş bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”

Raman Tepqa di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya hêzên navneteweyî kir ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

`Çeteyên DAIŞ`ê gelek kumkujî pêk anîn`

Şervanê bi navê Hafiz Elhemûd ku di sala 2017`an de, di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Feratê birîndar bibû, derbarê kiryarên DAIŞ’ê wiha got: “Çeyteyên DAIŞ`ê bi hemû awayên hovane hewil dan ku gel qir bike; zarok, jin û mirovên temen mezin jî bi awayekî hovane dikuştin, di bin navê ola islamê de mirov serjêdikirin û dişewitandin. Yê bi awayekî eşkere piştgiriya DAIŞ’ê dikir jî, dewleta Tirk a dagirker bû, dagirkerî heta niha jî destekê dide şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê da ku komkujiyan li dijî gel pêk bîn e. Lê bi berxwedaneke mezin û bi şehadeta gelek pekrewana Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) herêm ji destê DAIŞ`ê rêzgar kir.”

`Divê hêzên navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin’

Hafiz Elhemûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk ya faşîst herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê herdem dike hedef, roj bi roj gefên xwe li ser herêmê zêdetir dike. Her wiha gelek planên qirêj li ser herêmê dayê meşandin, li aliyekî êrîş dike û li aliyê din jî sîxuran bikar tîn e. Lê tu carî  em nahêlin ku dagirkerî bighêje armanca xwe.”