Rojnameya Ronahî

‘Divî hiqûqnas bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

Navenda Nûçeyan /Qamişlo

Endamê Insiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan A Parêzerên Sûriyê Sîpan Xelef bang li tevahiya hiqûqnas û parêzeran kir ku  li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û got, dewleta Tirk a dagirker ji bo ku fikrê Rêber Apo sînordar bike, tecrîdê roj bi roj girantir dike.

24 sal in gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn li ser astên siyasî, dîplomatîk û fikrî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kar dikin. Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû civakan e taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku fikirên Ocalan ji bo şoreşa xwe weke bingeha sereke dibînin.

Li ser wê bingehê li seranserî cîhanê gelek komîte, sazî û însyatîf ji bo belavkirina firkir û felsefeya Rêber Ocalan hatin avakirin. Ji sala 1999’an ve têkoşîneke hiqûqî û dîplomatîk ji bo teşhîrkirina binpêkirinên dewleta Tirk  a faşîst ên li hember Rêber Ocalan tên kirin.

Yek ji wan însyatîfan, Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê ye. Destpêkê di 9 Cotmega 2019’an de, bi navê Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê e, ji aliyê gelek kesayetên siyasî, dîplomatîk, hiqûqî, bijîşkî, şêx û rûspiyên ji hemû pêkhateyan ve hat avakirin. Însiyatîf li seranserî bajar û navçeyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê, ji bo pênasekirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan  kar dida meşandin, ji bo azadiya fîzîkî jî têkoşîneke hiqûqî û qanûnî dide meşandin. Di 20’ê  Gulana 2023’an de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê konferansa xwe li bajarê Reqayê li dar xist û navê xwe guhert û kir Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyey.

Derbarê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo û  kar û xebatên Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê, endamê Insiyatîfê parêzer Sîpan Xelef ji Rojnameya me ” Ronahî ” re axivî.

Sîpan Xelef diyar kir ku di dîrokê de tecrîdeke ewqas giran û domdar li ser mirovan nehatiye meşandin û wiha domand: “Di dîrokê de tecrîdeke  ew qasî dijwar, kûr û giran li dijî mirovan nehatiye kirin. Hin girtiyên siyasî, zordarî li ser wan dihat meşandin, lê ne bi rengekî domdar bû. Wekî tê zanîn ku li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin û ji tevahiya mafên xwe bêpare. Hetanî telvisyonê jî lê qdexeye. Dagirkeriya Tirk bi hinceta cezayê displînê, ev zêdeyî 2 salin ku nahêle Rêber Apo hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne.”

Sîpan da zanîn ku cezayên despilînê yê li ser Rêber Abdullah Oclan tê feriz kirin, ne nîzîkatiyeke hiqûqî ye û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hiceta cezayê displîn, ji 25`ê Adara 2021`an de û heta niha hevdîtina Rêber Apo bi malbat û parêzerên wî re qedexe dike, ev cezayên despilînê dewama sîtema işkenceyê ya Îmraliyê ye. Tenê di sala bûrî de 70`ê carî serdan ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêber Apo re hat kirin , lê tevahiya serlêdanan, bê encam man.”

Sîpan da zanîn ku ji beriya 25 salan ve Rêber Apo bi awayekî nehiqûqî li Îmraliyê girtiye û tê tecrîdikirin û wiha got:  “Dewleta Tirk a faşîst li kêleka tecrîda giran ya li ser Rêber Apo, li dijî kurdan û tevgera azadiyê jî şerekî giran dide meşandin. Li hemberî êrşên dagirkeriyê jî berxwedaniyeke mezin heye û kurd didin xuyakirin ku wê bi rumeta xwe biserkevin. Dewleta Tirk dixwaze bi riya tecrîdê  pêşî li fikrên azad yê Rêber Apo bigre û rola wî ya di çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn de asteng bikin.Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe û fikrê Rêber Apo sînordar bike, bi tevahiya rêbazan êrîşî kurdan dike û tecrîdê roj bi roj girantir dike.”

Endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 2018`an heye sala 2019`an, tenê 5 caran Rêber Apo  hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye, herwiha ji  sala 2014`an heye 2023`an de, Rêber Apo tenê 5 caran hevdîtin bi malbata xwe re pêk anioye. Ji sala 1999`an de heye sala 2023`an, Rêber Apo  tenê 2 car bi telîfonê bi malbata xwe re axivî ye. Ji tevahiya parêzer û hiqûqnasan tê xwestin ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya tevahiya gelan e.”