Rojnameya Ronahî

Rojên reş ên dîroka me

Ahmed Aktaş

Di dîrokên hemû gelan de rojên rêş û rojên xweş hene. Di dîroka gelê me de, rojên wisa yên reş jî yên xweş û geş jî gelek in.

Hema em yekser bala xwe bidine vê heyva Hezîranê û di vê heyvê de jî bala xwe bidin 29’ê wê, em ê bibînin ku di dîroka geleçê me de çendîn rojên xemgîn hene.

Di roja 29ê Hezîrana 1925an de, Dadigeha Istiqlalê ya Şerqî biryara lisêdarêdanê ya Şêx Seîd û 46 hevalê wî stand û di heman rojê de, bi lez ew li Meydana Deriyê çiya ya Amedê îdam kirin.

Di roja 29’ê Hezîrana 1999an de, serokê Dadigeha Ewlekariya Dewletê ya jimara 2an Turgut Okyay, biryara îdama Rêber APO xwend.

Ma gelo, ji bo van her du rêberên gelê Kurdistanê çima biryara îdamê hat standin, çi guneh kiribûn, sûcên wan çibûn, mafê kê xwaribûn, li talanê kê xistibûn, malê kê dizîbûn, zulum li kê kiribûn, welatê kê dagir kiribûn, çav berdabûn milk û malên kê?

Bersiva van pirsan, ji bo van rêberan ne “erê” ye. Lê ji bo dewletên dagirker û bi taybetî ji bo dewleta tirka zedetir bersivên van pirsan “erê” ye.

Bi tenê daxwaza van rêberan; ji bo gelê Kurdistanê jiyana azad bû û nuha jî her daxwaza rêberên gelê Kurdistanê; azadî û aramiya gelê Kurdistanê ye. Ev daxwaz ji bo hemû gelê cîhanê derbasdar e.

Heke ev daxwaz sûc be, ev tê wateya hemû gelê cîhanê gunehbar û sûcdarin. Û bêgûman em ê her roj vê gunehkariyê bi dil û bi daxwaz, bê tirs û bê xof pêkbînin.

Lê gunehkar û gunehbar rêveberên van dewletên dagirker û qirker in. Bi zanebûn, bê şerm û bê fedî, kumê xwe didin serê rêberên gelê Kurdistanê, kumê rêberên gelê Kurdistanê jî didin serên xwe.

Her wiha, armanca van kiryarên qirkirinê, tirsandin û dûrxistina gel ji rêberan e. Lê ya rast, ew bixwe tirsonekin, ji ber ji zanebûn û rabûna gel ditirsin ku heta nuha cenaze û qebrên rêberên gelê Kurdistanê jî vedişêrin. Ewqas tirsonekin, bi tenê ne ji rêberên zindî, belê ji yên mirî jî ditirsin ku heta nuha qebrên Şêx Seîd û 46 hevalên wî vedişêrin.

Her wiha ji qebristanên şehîdan jî ditirsin. Hema hema êrîş birine ser hemû qebristanên şehîdan. Jixwe cenazeyên hinek rêberên gerîla yên mîna Egît(Mahsum Korkmaz) û Hozan Serhat jî veşartine. Qebra Seîdê Kurdî(Seîd Nursî) jî wenda hiştine!

Erê, van rojên reş dilê gelê Kurdistanê gelek têşîne û gelek xemgîn dike. Lê êdî divê neyarên gelê Kurdistanê baş zanibin, bi van kiryarên dijî mirovahiyê, nikarin gelê Kurdistanê bitirsîne û ji doza wan û rêberên wan dûr bixin. Erê, dibe ku cenaze û qebrên wan veşirtî bihêlin û qebristanên şehîdan xerabikin, her wiha rêberê zindî mîna Rêber APO li Imrali bi tenê bihêlin û ji gel dûr bixin, lê hezkirin û evîndariya van rûmet û pîroziyên bêhempa yên gelê Kurdistanê, nikarin ji nava dilê gelê me dûr bixin û ji mejiyên wan der bixin. Tu dewlet û zihniyetên kevneperest, ne xwedî hêzek wisa ne.