Rojnameya Ronahî

PDK’ê  Başûrê Kurdistanê radestî MÎT’ê kiriye

Şaho Gabar/Qamişlo

PDK’ê ji bo parastina berjewendiyên xwe , Başûrê Kurdistanê radestî MÎTa Tirkiyê kiriye, malbata Berzanî ji bo ku li ser desthilatariyê bimîne, gelê Kurd bi tevahî dike qurban, bi alîkariya PDK’ê  bi 10’an bargehên artêşa Tirk a dagirker û navendên MÎT’ê Li Başûr hatine avakirin  û roj bi roj jimara wan zêdetir dibe.

Dewleta Tirk a dagirker ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê heta sînorê Rojavayê Kurdistanê cihekî berfireh li Başurê Kurdistanê bin pê kiriye û bi dehan baregeh û odeyên hevbeş yên îstixbaretê ava kirine. Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar leşker û tîmên taybet tevî hemû corê çekên giran û alavên karê îstixbarî hene.

Dewleta Tirk ji beriya ku baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava bike, gelek caran bi êrîşên leşkerî ku jêre digotin ‘operasyonên dervey sinor’ li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd yê welatparêz lidardixist.

Dewleta Tirk cara yekem li sala 1983’an, cara duyem di Mijdara 1984, cara sêyem 12’ê Tebaxê 1986 û cara çarem di  4’ê Adar 1987’an bi hejmarek mezin ya leşkeran sînorê xaka Başurê Kurdistanê û İraqê derbas kir. Dewleta Tirk tevahiya êrşên xwe de bê encam ma û neçar ma ku şunde vekişe.

Avakirina baregehên artêşa Tirk li Başûr

Di sala 1991’an de, dewleta Tirk careke din dest bi plana xwe yên dagirkirinê kir. Artêşa Tirk a dagirker vê carê bi armanca dagirkirinê û bicihkirina leşkeran di xaka Başur de dest bi tevgerê kir. Dewleta Tirk a dagirker ji Cotmeha 1992 û şûnde zêdetirî 6 êrîşên leşkerî bi beşdariya sed hezaran leşker li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1994’an ve jî bi erêkirin û destekdayîna PDK’ê , li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê vekirin. Roj bi roj jimara baregehên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibin. Li gorî agahiyan  li Başûr zêdeyî 4o  noqteyên leşkerî, baregehên artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.

Li gorî çavkaniyan, Tirkiyê cara yekem di sala 1994’an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye noqteya xwe ya leşkerî vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk heye. Dewleta Tirk a dagirker piştî wê di sala 1997’an de li herêmên Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasê gelek yekîneyên xwe yên leşkerî bicîh kirin.

Hin baregehên artêşa Tirk a dagirker

-Baregeha leşkerî ya Batufa.

-Baregeha leşkerî ya Kanîmasê (Girê Barux(.

-Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê.

-Baregeha leşkerî ya Sinkê.

-Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê.

-Baregeha leşkerî geliyê Zaxo.

-Baregeha leşkerî ya Sîryê (Şêladizê).

-Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê).

-Baregeha leşkerî ya Kupkê.

-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî.

-Baregeha leşkerî ya Koxê Spî.

-Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya.

-Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî.

-Baregeha leşkerî ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub.

-Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê(.

 

Navendên MÎT’ê yên veşartî yên li Başûr

Her wiha li gora hinek çavkaniyên herêmî, li Başur gelek baregeh û avahiyên MÎT’ê yên veşartî ku kar têde di meşînin hene. Li gorî van çavkaniyan li herêma Şeqlewa girêdayî bajarê Hewlêrê 3-4 cihên leşkerên Tirk hene ku bi çekdarên PDK’ê re hevpar tên bi karanîn. Li van herêmên veşartî piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Li baregeha Kanîmasî ji bilî yekîneya taybet, tabûra leşkerî, li Bamernê tabûra mekanîzme, tang û çekên giran hene. Dîsa li Bamernê balefirgehek jî hatiye çêkirin.Her wiha li gorî agahiyên herêmî li herêma Dîyana ku dikeve sînorê Başur û Tirkiyê, îstixbareta Tirkiyê MİT bi serbestî tevger dike. Di vê herêmê de li Binpiştiyê ku dikeve ser rêya navbera Diyana û Rewandûzê de baregehek leşkerî ya Tirkiyê heye.

Hedefgirtina pêşengên kurd

Bi xurtbûna tevnên îstixbaratî ya MÎT’ê û hevkariya cîhazê Parastinê yê girêdayî PDK’ê,  di salên dawiyê de, bi taybet li Silêmanî û derdorî wê êrîşên sûîkastî yê li ser welatparêz û pêşengên kurd pir zêdetir bûye.

Di 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

Di 17’ê Gulana 2022’an de welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û di 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû.

Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28’ê Tebaxa 2022’an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal) hate şehîdxistin.

Di 4’ê Cotmeha 2022’an de,  li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê, Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê 17’ê Nîsana 2023’an di encama êrîşeke çekdarî de li hemberî Huseyîn Turelî hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrîşek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû.

Herî dawî Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Hûseyîn Arasan 9’ê Hezîrana 2023’an li ber avahiya komeleyê êrîşek bi çekê li ser hate kirin û 10’ê Hezîranê li nexweşxaneyê şehîd dibe.

Hikumeta Başûr jî bêdeng e

Di tevahî van bûyerên li Silêmanî rûdayîn em dibînin bê ka têkiliyek çawa ya xurt a Parastin û MÎT’ê heye û çiqasî xwe organîzekiriye. Her wiha sûîkast li Silêmanî û bikuj jî piştre direvin Hewlêr û li navendên MÎT’ê û Parastinê tên hewandin û parastin. Bikujê Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Nagîhan Akarsel piştî kiryarê direve Hewlêr di benda dawî ya kontrolê ya Koyê û Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin. Li ser giştî bûyeran û van tevgeran heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti agahiyek nedaye, xwe lê ker, kor û lal kiriye. Ev jî gumanên mirovan zêdetir dike yên li ser kiryarên wiha.