Rojnameya Ronahî

Serpêhatiya rêwîtiya 38 salan

 

Hevrêya Rîhan Amûdê Stêrk Gulo behsa kesayet û tekoşîna wê kir û got,”Keça biçûk a malbata Şiwêş Rîhan rêwîtiya azadiyê heyanî nefesa xwe ya dawiyê meşandin û mîrateyeke têkoşînê ya 38 salan li pey xwe hişt.”

Leyman Şiwêş, di nava têkoşîna azadiyê de bi navê Rîhan Amûdê dihate naskirin. 3’ê Mijdara 1968’an li yek ji bajarên dîrokî yên Kurdistanê li Amûdê ji malbata Hesîna û Hecî Yûsûf ji dayik bû. Di nava 9 xwişk û bira de ya herî biçûk bû. 6 salan çû dibistanê. Birayê Rîhan Abdûllah piştî ku li Rojavayê Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê nas kir, di sala 1994’an de li Garzanê di nava gerîla de şehîd bû.

Di 17 saliya xwe de ji kadroyên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Bêrîvan (Binevş Agal) nas kir. 3 demjimêran bi hev re gotûbêj kirin. Bi bandora axaftina Bêrîvan û bîrdoziya têkoşîna azadiyê xwest yekser tevlî kar bibe. Piştî ku 3 salan li Rojavayê Kurdistanê kar kir, berê xwe da nava refên gerîla û qadên berxwedanê. Di sala 1994’an de derbasî Qada Rêbertî bû. Di salên 2002-2003’an de li Başûrê Kurdistanê dema ku kar dikir ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin û 6 mehan li zindanê ma. Dema ku li zindanê bû, li ser girîngiya têkoşîna li hemberî neteweperestan ên mîna PDK’ê rawestiya.

Li seranserî Kurdistanê bê navber kar û xebat

Rîhan ji başûrê Kurdistanê heta bi Rûsyayê li gelek deveran bi rengekî çalak kar kir, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê dor li Kobanê girt, berê xwe da Kobanê ku berxwedaneke dîrokî lê hate kirin. Ji Kobanê heta bi Minbicê li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê weke jineke pêşeng li eniya têkoşînê cih girt. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara birêxistinkirina jinê û avakirina sîstema azadiya jinê de bi roleke mezin rabû. Rîhan Amûdê li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê têkoşiya, di 20’ê Hezîrana 2023’an de dema ku Mesrûr Barzanî yê PDK’î bi Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan re hevdîtin dikir, di encama êrîşeke bi balafira bêmirov a bombebarkirî de tevî 2 hevalên xwe şehîd bû.

Rojnamevan Stêrk Gulo behsa hevala xwe ya 23 salan Rîhan Amûdê kir.

‘Kurdıstanî bû, evîndara xaka xwe bû’

Stêrk Gulo di destpêkê de got, “Hevala Rîhan ji malbata Şiwêş ya eşîra Gergerî ya li Amûdê bû. Li herêma Rojavayê Kurdistanê destpêkê endamên vê eşîrê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Pismamê wê jî li Şamê cihê xwe di nava damezrandina YNK’ê de girt. Malbatek nêzî doza Kurd bû. Heta niha di doza Şoreşa Rojava de şehîdên xwe hebûn.”

Stêrk Gulo axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Keça herî biçûk a malbatê bû. Dema ku me bihîst hevala Rîhan tevlî nava têkoşîna azadiyê bûye, em hingî biçûk bûn. Lê belê me hem navê wê hem jî tevlîbûna wê bihîst. Hevala Rîhan di sala 1985’an de hevala Bêrîvan (Binevş Agal) nas kir. Bi wê re 3 demjimêran axivî. Piştre jî hevala Rîhan soza ji bo têkoşînê da. Weke jinekê di nava her şert û mercî de hem rejîma Baas, hem jî urf û adetên li nava civaka Kurd şikand. Hevalan Rîhan bi biryardarî û fedaîtiyê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Jineke Kurdistanî bû. Evîndara xak û welatê xwe bû. Di her sohbetê de ev yek dianî ziman.”

‘Li hemberî xeta îxaneta PDK’ê Rîhan xwedî sekin û biryar bû’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku Şehîd Rîhan ji bo ruhê jina Kurd a azad biafirîne bênavber têkoşiya û got, “Bi fikir û dozeke neteweyî, bi ruhê Kurdistanî dixwest jina Kurd a azad biafirîne. Di nava gel û hevalên xwe de di vê mijarê de têkoşîneke mezin meşand. Di sala 2000’î de gava ku min ew destpêkê dît, bi ruhê jineke azad tevdigeriya. Ji bo azadiya jinê û li dijî zayendîperestiyê li ber xwe dida. Weke jinekê bi israr bû. Dilsoza neteweya azad, fikrên Rêber Apo bû. Piştî sohbeta bi sê demjimêran li ser têkoşîneke ji 38 salan soz da. Di nava vê dema dirêj de li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn da meşandin. Li dijî xeta neteweperestiyê ya li Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand. Li Başûrê Kurdistanê 6 mehan ji aliyê PDK’ê ve hate girtin. Wê demê baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê xeta neteweperestiyê li Kurdistanê biqede. Weke jinekê ji bo vê gelekî têkoşiya.”

 ‘Têkoşîna 38 salan ji bona azadiyê tacîdar bû’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku mîrateya Şehîd Rîhan wê têkoşînê mezin bike û got, “Heta kêliya ku şehîd bikeve têkoşiya. Şehadeta wê ji bo jinan hemûyan, ji bo me mîrateya ruhê berxwedanê yê mezin e. Bi têkoşîn, jiyan û hevrêtiya xwe mîrateyeke ji 38 salan ji me re hişt. Ev xeta lehengiyê li kurdistanê xeteke jinan hemûyan e. Şehadeta hevala Rîhan û hevala Yûsra wê pêşî li têkoşîneke mezin veke. Bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e, wê jiyaneke azad bê afirandin. Tovên vê yekê ji aliyê van lehengan ve hatine reşandin. Têkoşîna wan wê li Kurdistanê dewam bike.”

‘Têkoşîna jinê wê dawî li qirkirina jinan bîne’

Stêrk Gulo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a ji êrîşên li ser pêşengên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘qirkirina jinê’ ye û got, “Me îro bihîst ku di civîna li Astanayê de DAIŞ’ê weke rêxistineke terorê nabînin, lê belê fedaiyên mîna hevala Rîhan û Yûsra vê biryarê têk dibin. Ji bo cografyayeke azad, ji bo Kurdan û hemû pêkhateyan canê xwe feda kirin. Bi têkoşîna wan yekîtiya neteweyî ya Kurd ava dibe, dibin asta herî bilind a berxwedana jinên pêşeng ên li Rojava. Dibin ew dirûşma ku her kes dide ser şopa wan. Bi êrîşa li dijî pêşengên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin jinê qir bikin. Pêşengên jin jî li dijî vê qirkirinê di nava berxwedaneke mezin de ne. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê van hevalan û yên beriya wan şehîd bûne, agirê têkoşînê mezin kirin. Di têkoşînê de bi paşve gav neavêtin, her tim mezin bûn. Bi êrîşa li dijî van pêşengan dixwazin têkoşîna azadiyê rawestînin. Dixwazin êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

‘Nikarin îradeya azad bişkînin’

Ev lehengên jin ên li her bihosta Kurdistanê têkoşîn meşandin, di vê pêvajoyê de ji bo şerê gel ê şoreşgerî bigihêje asta herî bilind bûn peyama herî bi wate û girîng. Dikin ku destkeftiyên bi pêşengiya jinê hatine afirandin bêne parastin. Dewleta Tirk a ku dixwaze herêmê dagir û parçe bike, êrîşî van hevalan kir. Êrîşa li dijî xelkê sivîl qirkirina Kurdan e. Tirkiyê li ser herêmê polîtîkayeke faşîzan dimeşîne. Piştî şehadeta van hevalan nerazîbûna ku hate nîşandan raxist pêş çavan ku biryardariya têkoşîna jinan hîn xurt bûye. Ev yek tê wê wateyê ku dewleta Tirk wê nikaribe vê îradeyê bişikîne. Bersiveke herî xurt bû ji bona dagirkeriya Tirkiyeyê, hem jî li hemberî hişmendiya DAIŞ’ê ya li herêmê, alî û dewletên ku li Astanayê amedebûn bû. Têkoşîna hevala Rîhan, Yûsra û hevalên jin hemû, peyameke mezin e li hemberî komkujî û qirkirinê. Sîstema xweser a ku jinan bingeha wê danîn, peyama ji bo avakirina sîstemeke bi pêşengiya jinê û jiyaneke komunal a azad e.”