Rojnameya Ronahî

Jina kedkar çîroka têkoşîneke bêdawî ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên kedkar yên bajarê Qamişli dan zanîn ku jin bingeha civakê ye û gotin, jin bi kar û xebatên xwe yê pîroz civakek hevgirtî û pêşketî dide afrandin.

Beriya şoreşa Rojava jin ji tevahiya mafê xwe bê par dima, di civakê de rola wê hatibû çewisandin. Ji aliyê desthilatdaran ve jî di tevahiya aliyan de zext li ser dihat kirin. Lê piştî Şoreşa Rojava ku jinê pêşengtî jê re kir, jin di tevahiya qadên jiyanê de roleke sereke lîst. Herwiha di civakê de jî bû pêşeng. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîna xwe ji tevahiya jinên cîhanê re bûn sembol. Jinên kedkar jî bi karê xwe hebûn û nasnameya xwe ji civakê re isbat kirin.

Derbarê kar û xebatên jinên kedkar de, Hevseroka Yekîtiya Jinên Kedkar a bajarê Qamişlo  Şehnaz Mehmê û jina kedkar Xedîca Zahir ji rojnameya me re axivîn.

Şehnaz Mehmê diyar ku jin bingeha civakê ye û bi kar û xebatê wê yê pîroz civakeka dewlemend hatiye afrandin û got:” Ev 8 sal in ez di nava kar û xebatên saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kar dikim. Ez bi karê xwe, xwe îfade û azad dikim. Heta ku jin karibe xwe ji zihniyeta baviksalariyê ya ji  beriya 5 hezar sal ve hatiye ferizkirin rizgar bike, divê jin asta têkoşîna xwe bilntir bike.”

Şehnaz balkişand ser girîngiya karê jinê û wiha got: “Karê jinê bilindkirina asta  jinê ye. Tevî zehmetiyên ku em jin dikşînin, lê jin roleke herî girîng û pîroz lîstiye, rastî me gelek astengî didît ji ber vê zihniyeta ku bi 1000’ê salan hatiye feriz kirin, lê piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê birêve diçe, jinê di tevahiya qadan de rola xwe ya pêşengtiye pêk tîne.”

Şehnaz da xuyakirin ku hêza jinê heye ku xwe birêxistik bike û civakî jî pêş bixe û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên borî de, ez jî weke gelek jinên Rojava li mal dimam û min tu kar derveyî malê nedikr. Bi Şoreşa Rojava re min destpêkê cihê xwe di komînan de girt, her wiha ev gava min a yekem bû, ev jê bû weke moral û hêz ji min re. Piştî wê ez tevlî pir kar û xebatan bûm. Her jinek hêza wê heye ku xwe birêxistin bike û jiyana xwe biguherîne, karkirina li malê û li derve ji bo jinan kedek e, lewra divê jin karê xwe biçûk nebînin, her wiha rewşa xwe ya aborî baştir bikin û xwe di civakê de hîn zêdetir îsbat bikin. Keda jinê ya li malê û li derve çîroka têkoşîneke bêdawî ye, jin dikare jiyana xwe pêş bixe.”

 

Di heman çarçoveyê de jina kedkar ya bi navê Xedîca Zahir a 26 salî ku ji bajarê Dêrazorê ye û ji ber rewşa bajarê xwe ya nebaş, berê xwe daye herêmên Rêveberiya Xweser, wiha got: “Ji ber rewşa şer ya li bajarê Dêrazorê min berê xwe da bajarê Qamişlo, di rewşa koçberiyê de jî min gelek astengî kişandin û ez neçar mam ku dest ji xwendinê berdim û kar bikim. Raste ji bo jinan xwendin tiştekî herî başe û min pir jê hez dikr jî, lê rewşa aborî zehmetbû, bû sedema ku ez xwendinê berdim. Hêviyê min ew e ku ez di tevahiya aliyan de xwe pêş bixim û di karê xwe de serkeftî bim.”

Xedîca wiha berdewamî da axavtina xwe û got: “Jinê guhertineke pir mezin di civakê de daye afrandin, lê ne gihiştiye asta herî dawî, hîn zihnîyeta desthiladaran ya li dijî jinê heye. Lê jinê xwe ji şikandinê rizgar kiriye û xwe pêş xistîye, weke kû em dibînin piranî karê ku li civakê tê kirin jin bi rê ve dibe. Ji bo jinê pir girîng e, ku kar bike, lewra daxwaz ji berpirsên pêwendîdar dikim ku rewşa jinên kedkar binêrin û piştgiriya wan bikin. Ji ber ku saetên dirêj  dixebitin, ji bilî wê jî gelek jin ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê tê istixlalkirin.”

Xedîca di dawiya axaftina xwe de bang li jinên ku di şert û mercên zehmet ên aborî de dijîn kir ku bixebitin û wiha got: “Hemû jin dikarin jiyana xwe baştir bikin. Jin xwe ava dike û kesayetiyeke bi hêz ku karibe li hemberî hemû dijwariyan bisekine, di hundirê her jinê heye.”