Rojnameya Ronahî

MÎT li nêçîra jinan ne

Zeki Bedran

Dewleta Tirk, li Rojava bi SÎHA’yan hertim derdikeve nêçîra mirovan. MÎT mirovên ku bi xebatên xwe yên istixbaratî dişopîne qetil dike. Ev êriş ji Şengalê bigre hetanî Silêmaniyê, li tevahî axa Kurdistanê dimeşîne. Di rewşek asayî de, welatek li axa welatek din sûc bike, li dijî hiqûqa navnetewî û zagonên welatan e. Di vî alî de dema hinek operasyonan jî pêk bîne veşartî dihêlin û nagirin ser xwe. Lê rêveberiya Tirk a faşîst, MÎT’ê kar ji hedê wî derxistiye. Li ber çavên cîhanê, li axa welatek din bi awayek peryodîk mirovan qetil dike û bê minet digre ser xwe.

Ev bêpewrebûna faşîzma Tirk ji ku tê? Diyare ku, ji çavgirtin û hevkariya DYE, Rûsya û dewletên din ên li herêmê tê. Dibêjin Tirkiye me guhdar nake, em nikarin pêşiya wan bigirin, ev tenê ji bo hevkariya xwe ya berbiçav veşêrin dibêjin. Kesên ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin, fêm dikin ku ev parastin ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê tên kirin. Ev ax ne di sînorên axa Tirkiye de ne. Tirkiye nikare bêje ev pirsgirêka min a navxweyî ye. Heman demê de herêmên ku em qala wan dikin, qada wê ya hewayî di nava DYE û Rûsyayê de parvekirî ne û parastina wê girêdayî wan ne. Li qada hewayî ya di bin parastina DYE û Rûsyayê de ne gengaze bê destûra wan balefirên Tirk bikevin qadê.

Ji bo qetilkirina rêveberên Kurdan û lewazkirina berxwedanê lihevkirinek heye. DYE ji xwe xwedî li rêveberiya xweser dernakeve. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye naxwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re xirab bike. Bihêzbûna tevgera Kurd û bidestxistina mafê xwe ji wî re ne pirsgirêk e. Rûsya û Îran jî lewazbûna Kurdan li gor berjewendiyên xwe dibînin. Kurdan li dijî dewleta Tirk bikar tînin û tawîzan digirin. Heman demê de dagirkeriya Tirk jî li dijî Kurdan bikar tînin, ji bo gavê paş de bidin avêtin û Kurd radestî rêveberiya Şamê bibin hewl didin. Derdê kesê yê aştî û demokrasiyê tune ye.

Dewleta Tirk hîn di serî de xwest şerê Kurdan ên li dijî DAIŞ’ê reş bike. Tu caran negot Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kirin, berdêlên giran dan û xizmet ji mirovahiyê re kirin. Dema şerê li dijî DAIŞ’ê diket rojevê, dewleta Tirk zimanek silek bi kar dianî û digot “Bikaranîna rêxistinên terorê li dijî hev xelet e”. Dema ragihandina cîhanê şerê QSD’ê û jinên Kurd ên li dijî DAIŞ’ê dît û ragihand, dewleta Tirk jî reşkirina vî şerî domand. Rêveberiya qirker a Tirk dibêje, “Em alîgirên yekbûna axa Sûriyê ne. Ji bo yekîtî û istiqrara Sûriyê pêwîste rêxistinên terorê ji wir werin paqijkirin”. Qesta wî QSD û Kurd in. Armanca wî ew e ku Kurdên li Sûriyê di qirkirinekî re derbas bike û ji holê rake. Ji derveyî Kurdan, tu şerê Tirkiyê bi tu rêxistinên terorê re tune ye.

Em hertim dibêjin faşîzma Tirk li gorî zagonên şer tev nagere, her xirabiya ku sûcê şere dike. Li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, tu sûc nema ku li dijî jinan, xwezayê û gelan nekiriye. Tê zanîn ku qadên gerîlla yên wek Zap û Metînayê bi awayek rêkûpêk çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bikar tîne. Ji ber bêdengiya NY û saziyên din ên navnetewî, bi saya erêkirinên wan ên veşartî, xirabî û sûcên dewleta Tirk li cem wî kar dimînin.

Dewleta Tirk li ser zemîna qirkirina gelan hat avakirin. Di mijara înkar û tunekirinê de heta dawî bi ceribandin e, pijayî ye. Ermenî, Rûm, Asûrî di qirkirinê re derbas kirin. Tiştek nema neanîn serê gelê Ereb. Ev sed sale li ser Kurdan jî heman planên tunekirinê dimeşînin. Rûbirûyê sûc û rastiyên xwe yên dîrokê nabin. Kurd jî înkar kirin. Berxwedanê ev înkara qeba hilweşand, lê têra sekinandina qirkirinê nekir. Her çendî dewleta Tirk nikare bêje Kurd tune ne, lê dibêje mafê Kurdan tune ye. Pirsgirêka dîrokî ya Kurdan û lêgerîna maf a gelekî di têgîna terorê de heps kiriye û vê li cîhanê ferz dike.

Di êrişên dawî yên li ser Rojava de jin û rêveberên rêveberiya xweser hatin hedefgirtin. Hevserokên kantona Qamişlo hatin qetilkirin. Gelê Kurd, gelê Bakur û Sûriyê tevahiyan bertekek xurt nîşan da û meşên protestoyî lidar xist. Di tevahî Kurdistanê de hestiyariyekî ava kir. Tê zanîn rêveberiya Tirk ev xwepêşandan û bertek negirtin dîqetê. Ji xwe ew gelê Kurd neyî dihesibînin, dixwazin tune bikin. Yên xwedî ragihandin vê nateyîsînin gel. Dema bertek bi bandor dibin jî derbasî êrişek dijber dibin û hewl didin ji rê derbixin. Bi temamî weke amûrên şerê taybet dixebitin. Rêveberiya Şamê jî xwedî li gelê herêmên xweser dernakeve. Bûyeran di ragihandina destê xwe de nade nîşan.

Di vî alî de gelê Kurd û dostên wan, divê rêveberiya xweser raya giştî ya derve qasî tê xwestin agahdar bike. Piştî şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bû gelek derdor ketin rihetiyê. Hinek derdor jî vê bizanebûn belav dikin. Lê rastî ne wisa ne. Heta ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li Sûriyê bidomîne û hewl bide aloziyê ava bike DAIŞ ji holê ranabe. Niha xeteriya herî mezin a li ser herêmê dewleta Tirk bixwe ye. Ji bo komkujî û dagirkeriyê li derfetên nû digere. Divê ev rastî bi rêya ragihandin, sosyal medya û rêyên dîplomatîk bi awayek bandor bigihînin gel.