Rojnameya Ronahî

Pêdiviya me bi Rêber Apo heye…

Farûk Sakik

 

Mirov carna ku ket tengasiyê xwe disipêre tiştekî. Carna mirov xwe disipêre hêzek îlahî, carna rêberek û carna jî xwe dispêre hêza xwe.

Em van rojan pir li Rêber Apo digerin. Em di tengasiyê de ne. Kurdistan di rojên zor û zehmet re derbas dibe.

‘Orkestra dijminatiya Kurdan’ di bin şeftiya Erdogan de hatiye avakirin. Kî di vê orkestrayê de nîne? Rûsya, Îran, Tirkiye, rejima Şamê û hwd.  Kurdistan û Kurd ji her alî de hatine dorpêçkirin.

Li Bakur di pêşengtiya AKP’ê êrişên ser siyasetmedarên kurd, guhertina demografiya Kurdistan, qedexeya li ser çand, huner, ziman û nasnameya Kurdistan derketiye asta herî jor. Ev nirxên bi saya Rêber Apo bidestketibûn, yek bi yek ji dest me diçin. Ji bo vê yekê pêdiviya me bi Rêber Apo heye.

Li Başûrê Kurdistan êrişên ser gerîlayên azadiyê, bikaranîna çekên kîmyewî, li her deverî bicîhkirina îstixbarata xwe dixwaze Kurdistan bê parastin bihêle. Ji bo ku pêşî girtina vê yekê bibe, pêdiviya me bi Rêber Apo heye.

Di sala 2012’yan de statuyek kurdan li Rojava hat avakirin. Tirkiye ji bo vê statuyê ji holê rake, bi Rûsya, Şam û Îranê re ket nav danûsandinan. Siberoj wê were zelalkirin da Tirkiye ka çi bedêl daye.

Ji bo vê yekê em di tengasiyê de ne û li Rêber Apo digerin. Ji bo parastina Şoreşa Rojava pêdiviya me bi midaxlekirina wî heye.

Lozan di sedsaliya xwe de, xwe dubare dike. Sedsal berê di peymana Lozanê de hejmara dagirkeran bû çar. Axa Kurdistan a di bin dagirkeriya Osmaniyan de kirin 3 parçe. Îngilîz û Fransî 2 dagirkerên nû yên Kurdistanê hebûn. Herdu dewletan jî bi Tirkiye re li ser înkara kurdan bazarî dikirin.

Dewleta Tirk ji bo Kurd nebin xwedî statu, Îngiliz piştgiriya Kurdan neke, Mûsil û Kerkûk fedakirin. Bi bazariyên gemarî de, li ser tunekirina kurdan li hev kirin.

Wê demê rêberek wek Rêber Apo tunebû ku midaxleyî vê yekê bike.

Em ji wî bawer in ku di hemû rojên zor û zehmet de wek gotina fermandarê Kartarca Hannibal, her tim an rêyek didît an jî rêyek vedikir.

Mînak piştî 12’ê Îlonê herkesî digot ‘ev tevger wê tune bibe’ lê wî di nav aloziya Rojhilata Navîn de, gurên hov kedî kirin û tevger hetanî roja me anî.

Dema di sala 2011’an de şerê Sûrî dest pê kir, bi paradîgmaya xwe, bi xeta sêyemîn, Kurdistan ji rejîm û çeteyan parast û Şoreşa Rojava pêk anî.

Rêber Apo xebatek wî ya mezin jî hewldanên avakirina yekîtiya netewî bû.

Dema ku di sala 1999’an dîl hat girtin, di hevdîtinên destpêkê de banga avakirina Kongreya Netewî kiribû. KNK li ser vê bingehê hatibû avakirin. KNK îroj wek sîwanek an jî navendek yekîtiya Kurdan xebatê dimeşîne.

Îsal salvegera sedsaliya Peymana Lozanê ye. KNK ji bo vê rojê amadekariyek demdirêj daye destpêkirin û li Lozanê wê konferans were lidarxistin.

Divê ku di vê konferansê de wê ji bo peymana Lozanê ya sedsal berê berteraf bikin nirxandin û pêşniyar werin kirin. Ji bo azadiya Kurdistan rê û rêbazên têkoşînê werin kirin. Em bawer in ku Ocalan azad bû ya wê karê wan hê bêhtir siviktir bibûya.

Di konferansa Lozanê de, heger nirxandinên ji bo azadiya Kurdistan werin kirin, heger ev pirsgirêkên Kurdan werin tespîtkirin û dema derbasî çareseriyê bibin, wê bibînin ku “pêdiviyek  çawa bi Rêber Apo heye”