Rojnameya Ronahî

Ji bo avakirina cîhaneke baştir

Rêber Hebûn

 

derketin ji komê û serkêşiyê li hember wê derî vekir ji guhertina naverokî re, bi palpşitbûna li ser nûbûna ramanan û jîndariya wan, û nepejirandina xwe ji oldarî, pîrozkirin û bişanhildanê û tiştê bi awayê wê ji dîmenên alîgiriyê ve girêdayî. Ev bişanhildana ji ez re ji meraqa kûr ji derbaskirina pevbendiyê re vedigere. Yê ku mirov dihêle bibe alavekî ji bîraweriya mirovî bi tiştan ve derketî, berhinde nabe ji civakê rojhilata navî ku li pey Ewrûpiyan bikeve berve takekesiyê ve bi awayekî kevinşopî, berhinde pêdiviyê ew dayîna rewşenbîrî û hizrî hebe ji bo temamkirina vê hewildanê, û guherîn pêwîstiya xwe bi naverokekî wêrek û guherbar ve heye û bi girîngiya wê bawer e, û ev yeka wê bi zehmetî  wê pêkwere bi kêmanî di wê devera barketî de yê ew armancekî sitratîcîk e kevin e ji çavbirçiyan re bi hatinên wê, û ew raberî û berketî ku di zîndanên alîgirtin û guhdanê de dimînin,û dibin şerekî bêsînor, ji ber vê yekê pêwîst e ku civak bi aliyê bîrdoziya yeksaniyê ve here, û pêdiviya xwe bi girîngiya zanîn û jiyana azad a hevseng ve heye, berhinde zanyar  pala xwe li ser bijardeyekî baştir didin bi karîbûna wan ku bên e girêdan bi wê takeksiya dijî ezeziya neyînî derdikeve bi baweriya wan bi binema malbata şad yê ku stona wê evîn û jêhatîbûn e, ji bo ezberkirina rehetiya henas yê dibin jêdera geşiya mirov û bilindiya wî, berhinde zanistvanê aborî a Nemsawiyê zanyar Firêdêrik Fun Hayik 1 1899- 1992 di pirtûka xwe de (rêya li koletiyê) dibêje:

(Ji bo avakirina cîhaneke baştir, divê em wêrekiyê bi destxwexin ji bo rabûna bi destpêkeke nû, divê em astengiyan ji holê rakin, yên ku hovîtiya mirovan di rêya me de dema dawî dagirtibûn, û divê em jî hinirên baş  yên li cem takekesan berdin, binema rêvebir di her hewildanekê de ji bo afirandina cîhanekê ji mêrên azad divê wisa be: Siyaseta rizgarkirina takekes ewa tek siyaseta pêşvero a rastîn e.)

1- Firêdêrik Ûgust Fun Hayik, xelata dostên şehnaziyê û hevaliya ekadîmêka Birîtanî di 08.06.1899-23.03.1992 de wergirtibû, bi tîpên navê wî yên yekem hatibû naskirin F.E.Hayik, ew bîrnas, zanistvanekî aborî Nemsawî Birîtanî ye, bi piştgiriya xwe ji lîbraliya kevinşopî re  navdar e.

Em ji rastiya girtinheviya ramanî ewle nabin yê ku pişt re me bi rêve dibe ji berzbûna ez û çûna wê bi aliyê vê serxwebûnê yê ku li ser rewşa xwe derbirîn dike wekî rêyekê ji tenahiyê û hestbûna bi bêpariyê ji hezkirina mêr û jin bi hevdû re yekgirtî ji bo  zarokan, ji ber ku takekes pêdiviya xwe bi lihevhatina malbatê heye, ji ber ku ew bingeheke ji avakirina wî ye, di malbateke ked dide bi lêkolînkirina wê û pişt re avakirina wê bi rêya têgihiştin û baweriya ku şadî li ser dostaniyê cîgir e, û zanîn bi girîngiya yekîtiya mirovan û balabûna wan bi peywendiyê ew rêyeke ji têgihiştina hebûnê yê ku hêz û hunerên xwe ji dostaniya mirovan ne ji pevçûn û girtinheviyê distîne,û divê em di rû mirin û tirsê rawestin ji ber ku herdû cihê xwe di hundirê me de digrin di kêliyên tenahiyê û kêliyên awerte de, berhinde hewildana takekes ji yekgirtinê bi dijê xwe re di zayendê de ew hewildana ji bo hêz û şahiyê ye, û derbaskirina hestê neman û sawê ji wê tenahiyê ye, yê ku koçberiyê tîne, berhindê Funhayik diyar dike ku ji bo  serpereştiya jiyana baştir divê ew kelem bên e jinavbirin yên ku ji bo astengkirina jiyanê hatine avakirin ji bo rêgirtina hunerên ji bo geşepêdana jiyanê dixebitin.