Rojnameya Ronahî

Evîna dewleta Tirk û Barzaniyan

Volqan Elî

 

Çîrokên gelan dibistanên wan in. Li dibistanan çawa ku mirov timî aliyê baş ê serpêhatiyan naelime, ji çîrokan jî carina aliyê ne xweş mirov fêr dibe. Efsaneya Gilgamiş çîrokeke Sumeriyan e. Lê ne tenê serpêhatiyên wan ên baş tê de hene; tecrubeyeke ne xweş ya pêşiyên Kurdan jî heye.

Gilgamiş qralekî Sumerî ye. Piştî ku li Mezopotamiya jêrîn şaristanî ava dibe ji bo dagir bike berê xwe dide welatê (daristan) Humbaba (pêşiyên Kurdên îro). Bi berxwedanê re rû bi rû dimîne. Di destpêkê de Enkîdo jî xwe teslîm nake. Gilgamiş têk diçe. Paşde vedigere. Lê belê ji fêlbaziya dest bernade. Di dawiya dawî de Gilgamiş, Enkîdo dixapîne û dixe xizmeta xwe de. Êdî hêza Enkîdo ne bi civaka xwe re ye, dibe xayinê qewmê xwe.

Gilgamiş bi rênîşandana Enkîdo gelek dewlemendiyên bin erd û ser erd, kole ji xwe re digre û dixwaze êdî vegere welatê Sumeran. Lê Enkîdo, qewmê xwe, welatê xwe baş nas dike. Dizane heger Hûmbaba têk neçe, jê re rehetî tineye. Ew ê bibe pêşengê berxwedanê û jê hesabê xiyanetê bipirse. Ji ber vê yekê diçe hizûra Gilgamiş û jê rica û tika dike ku ew Hûmbaba bikuje. Naxwe qewmê Arî wê êrîşê bîne ser Sumeran. Li ser vê yekê Gilgamiş dikeve daristanê (Kurdistana îro), talan dike û Hûmbaba dikuje.

Ruxmî ku di ser re bi hezaran sal derbas bûye, çîroka îxanetê nehatiye guherîn.

Neha, em ê ji we re behsa îxaneta Mala Barzanî û KDP’yê nekin. Jixwe tê zanîn. Tenê em dixwazin behsa taybetmendiyeke îxanetê bikin;

Sendroma (ezme) Enkîdo!

Em li efsaneya Sumeran vegerin: Gilgamiş qralekî mezin ê Sumeran e. Talanê dibe ser qewmê wî (Enkîdo) wî dîl digre. Welatê wî serûbin dike. Piştî serkeftina xwe dixwaze vegere. Lê Enkîdo dibe evîndarê dijminê xwe; li ber digere ku kokê qewmê wî biqelîne. Em niha jî berê xwe bidin serdem û Enkîdoyê muasr: KDP û malbata Barzanî.

Di 6’ê Sibatê de li Kurdistan, Tirkiyê, Sûriyê erdhejeke mezin çêbû. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji destdan. KCK agirbest îlan kir. Divê mirov mafê dijminê xwe jî nexwe! Dijminê herî baş ê Kurd û gelên Rojhilata Navîn Tayip û artêşa wî ye. Ruxmî ku KCK’ê agirbes ragihand, bi balafir, tang û topên xwe yek kêliyê jî nesekinî û bê navber her dever bombebaran kir. Bi sedan gerîlayên azadiyê şehîd ketin.

Di 14 û 28’ê Gulanê de hilbijartin li tirkiyê û bakurê kurdistanê çêbûn. Bi dekûdolaban dîsa Tayip hate ser desthilatiyê. Yek ji yên ku di destpêkê de Tayip pîrozkirin jî, mala Barzaniyan bû.

Li herêmên Parastinê yên Medyayê dagiriya ku sê sal ji beriya vê dest pê kiribû li sengerên pêş ên ZAP’ê asê mabû. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî, artêşa Tayip, dem bi dem êrîşên mezin pêk dianîn, hin caran bi riya firokên xwe yên bê mirov û ajanên xwe êrîş dikir. Hin caran ji ber berxwedana gelan zilma wî wekî li ZAP’ê asê mayî li hemberî êrişên şervanên azadiyê nikare li berxwe bide û tar û mar dibe. Lê tayip him ji ber hilbijartinê, him ji ber berxwedana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û him ji ber hesabên xwe yên cuda asê xetimî mabû.

Vê yekê bala KDP û Barzaniyan jî kişand. Diviyabû gurên boz ên Baxçeli û Tayip dest bi êrişan bikirane. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gelên Ereb, Kurd, Aşûr bi rengekî azad xwe bi rêxistin dikin û li Herêmên Medyayê gerîla di nav tevgereke mezin de ye. Bi taybetî li Rojava berê, beşekî civakê girêdayî mala Barzanî bû, lê êdî ti kesî pirsa wan nake. Bila êrîş bikirana, kokê gelên azad biqelandana! Hezar carî Rehmet ji xayintiya Enkîdo re ji ber ku îxaneta wan hemû sînorên heyî derbaskirin.

Di heman rojên ku li Astanayê piroja şer û fêlbaziyê dihate danîn;

Mala Barzanî rojek nekir du roj di cih de Mesrûrê kurê Mesûd berê xwe da Enqerê. Da li ser şopa bav û kalên xwe. Jixwe Mela Mistefa çi gotibû; “divê em ti car xwe ji dewleta Tirk dûr nexin”. Hê Mesrûr Barzaniî li Enqerê di bin dawa Tayip da bû, li Rojava du jê jinên Kurd (Yusra ûRîhan) ên pêşeng, û Firat Tuma ji gelê Aşûr ji aliyê balafirên bê mirov ên dijminê gelan ve hatin qetlkirin.

Ti kêmasî û gunehê wan tinebû. Heger hebe sûcekî wan ew jî dema YPG û QSDê şerê DAIŞê dikirin wan jî, ji bona parastina axa xwe li gel QSDê cihê xwe di berxwedaniyê de digirtin; DAIŞ’ê jî pêşmergeyên dîl girtine di qefesan de şewitandin; li Ewropa û Emerîkayê bi dehan car DAIŞ’ê êrişê gel kirin û bi sedan kes gulebaran kirin, li Rojhilata Navîn gelek komkujî li ser gel pêkanîn û bi taybet jî li ser gelê Êzîdî.

Dê vê carê hûn bêjin di demeke wisa de çi karê Barzaniyan li Enqereyê hebû ma ne pêwîst bû ku li cem gelê xwe be û djî dagirkeriyê bisekne û birînên gelê xwe dermanbike?