Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi madeyên hişbir jî şerê me dikin

28/06/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di roja 26’ê Hizêranê de (Roja Cîhanî ya Tekoşîna li dijî Madeyên Hişbir) Hêzên Ewlekariya Hindir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê  encama xebatên xwe yên tekoşîna li dijî madeyên hişbir bi daxuyaniyekê çapemeniyê li Reqayê aşkere kir. Di daxuyaniyê de detayên berfireh û hejmara şebeke, bazirgan toreya kesên teşwîqa bikaranîna hişbiriyê dikin û kesên belav dikin û kesên bi kartînin, ên hatine girtin aşkere kir.

Di kêliya destpêkê de dema min daxuyanî guhdar kir û dîmen dîtin, matmayî mam û gelek xalepirs di serê min de geriyan. Min wiha ne dixwest bawer bikim ev hejmarên mezin ên bi madeyên hişbir ve mijûl in di herêmên me de çêbûne.

Lê dema ez li rewşa herêmê vegeriyam û êrişên li ser herêmê yên ji gelek aliyan têne meşandin di cih de min feriq kir, mijara belavbûna madeyên hişbir, ne mijara pere qezenckirinê tenê ye. Mijar mijareke siyasiye û navendên istixbaratê bi hemû hêza xwe li pişt şebekeyên belavkirina madeyên hişbir û teşwîqkirina wê de ne. Bi hemû hêza xwe dixwazin ciwanên herêmê bi madeyên hişbir ve girê bidin. Wiha jî wan dûrî nirx û baweriyên wan bixin.

Ji ber wê jî hejmarên di rapora salane ya hêzên Asayîşê de hatin diyarkirin, mezin in. Ew  şebeke û kesayetên derqanî yên bi madeyên hişbir re mijûl dibin ji aliyên istixbarata hin aliyan ve têne rêxistinkirin. Baş xuya dike, şerê herêmê bi madeyên hişbir jî beşekî êrişên dewleta Tirk ên bi top, tang û balafirên bê mirov û şerê taybet e. Li vir dema em dibêjin dewleta Tirk, wê hinek bêjin ma rêjîma Şamê û komên çekdar ên girêdayî wê jî li Dêrazorê gelek kargehên kaptagonê vekirine. Bi riya sîxur û zilamên girêdayî xwe di herêmê de belav dikin.

Bi van madeyan hewl didin ciwanên herêmê bikin armanca êrişên xwe û planên xwe yên li ser herêmê pêk bînin. Planên wan ên çêkirin, teşwîqkirin, bazirganî û bikaranîna van madeyan di herêmê de mezine. Li pişt plana dewleta Tirk di herêmên dagirkirî de navenda hişbiriyê bikar tîne. Hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê jî bi armanca êrişkirina herêmê van madeyan teşwîq dikin. Di heman demê de niha hikûmeta Şamê, Îran û komên girdayî wan di riya madeyên hişbir re him êrişî herêmê dikin û him jî qezencên madî ji xwe re bi dest dixin û wiha li ser xirakirina nifşekî destkeftiyên xwe didin pêş.

Em behsa bobelatek mezin li ser hemû şêniyên herêmê û cîhanê beleye. Pêwîste tekoşîna zanistî ya li dijî wê jî derkeve asta herî jor. Lê tişta li ber çavan diyar dibe, hejmarek mezin a saziyên navdewletî li herêmê hene, lê heta niha me ne dîtiye tu aliyan ji wan ji bo alîkariya hêzên ewlekariya hindir di tekoşîna li dijî madeyên Hişbir kar û xebat dane meşandin.

Ji ber wê jî di vê rewşa metirsîdar a belavkirina madeyên hişbir, pêwîste civak baldar be, hemû hêza xwe li dijî madeyên hişbir û belavbûna wê di herêmê de seferber bike û tekoşîna li dijî madeyên hişbir derxîne asta herî jor.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.