Rojnameya Ronahî

Zîlan xwedavenda azadiyê ye

Elî Roj

Rastiya çalakiya hevala Zîlan, giyan û hebûna jina Kurd a azad û canfida dide xuyakirin ku, ew jina bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO xwe ava û pêşxistiye. Herweha li her qadê bûye deng û rengê jiyana azad a ku xwe gihandiye asta ku bikaribe pêşengtiya jina Kurd û jina cîhanê jî bike. Weke ku tê zanîn hişmendiya 5000 hezar sal ku li ser mejî û vîna civakê tê meşandin û bi taybet jî li ser jinê bi hemû şidet û dijwariya xwe hîn berdewam e. Hevala Zîlan bi yek biryar û bi yek pêngavê hişmendiya desthilatan hilweşand û mîna xwedavenda rêya azadiyê bi xwîna xwe jiyaneke azad li ser rûpelên dîrokê xêzkir.  Zîlan ji bona hemû jinên Kurd û cîhanê mîna manîfistoya azadiyê bi ronahiya hizir û remanê xwe li ser rûpelên wijdanê mirovahiyê bi vîn û hebûneke azad hûnand. Bi saya çalakiya hevala Zîlan, Birîtan û bi sedên jinên Kurd yên canfida em gihiştin van rojan.  Dema ku em dibînin di roja me ya îro de bi sedê jinên Kurd navê zarokên xwe kirine Zîlan, Birîtan, Bêrîva û Şîlan û berê xwe didin serê çiyayên Kurdistanê ji bona gihiştina jiyaneke azad û bi romet. Ev yek jî di serî de girêdayî çalakî û kesayetên mîna hevala Zîlan û bi sedê hevalên mîna wê ne. Ango mirov dikare bibêje ku Zîlan, Birîtan û Viyan bûne bi hezaran û hemû ketine ser rêya çiya û li azadiya xwe digerin. Zîlan ji bona me manîfistoya azadiya jinê ye, û her mirovekî azadîxwaz pêwîst e ku rastiya kesayet û çalakiya hevala Zîlan di dil û remanê xwe de hîsbike û lêgerîna wê ya rastiyê û azadiyê baş bibîne û binirxîne.

Herweha pêwîst e ku her mirovekî azadîxwaz çalakiya hevala Zîlan ji bona xwe mîna rêbazê sereke yê jiyana azad bibîne û binirxîne û her tim  di nava jiyana xwe de zindî bihêle.  Hevala ZÎlan mîna volqanekî bi ser dijmin de çû û li beramberî hemû êrîşên dijmin yên hovane bi dil û mejiyekî mezin û bi giyanekî canfeda xwe ji bona gelê xwe fedakir. Li gorî vê yekê rêbazê çalakiya hevala Zîlan cewherê şerê gelê şoreşgerî yê û şerê fedayî yê ku ji bona gihiştina serkeftinê tu astengiyan nasnake. Bersiv û çalakiya ku hevala Zîlan dayî dijmin, pêwîst e ku em ji bona xwe têxin bingehê şerê gelê şoreşgerî. Çalakiyên mîna çalakiya hevala Zîlan û Birîtan mirov nikare wan bi gotin û nivîsan bîne ser ziman û mafê wê bidiyê. Ji ber ku  çalakiya  Zîlan cihekî xwe yê taybet di dîroka şerê gerîla û tekoşîna rizgariya netewa gelê Kurd de digre. Di demeke ku têde dihate gotin, di şerê gerîla de xwe dubarekirin û xetimandin di warê tektîkên şer de tê jiyankirin. Lê hevala Zîlan bi çalakiya xwe da xuyakirin ku gerîla di her şert û mercî de dikare şer pêşbêxe û gelek  rê û rêbaz hene ku gerîla bi rêya wan şer bide meşandin û bighêje armanca xwe. Hevala Zîlan di kesayeta xwe de da belîkirin ku dema mirov bi armenca xwe ve girêdayî be û hizrandina wê/wî li ser kar, xebat û şer hebe, dikare her tektîkên şer pêşbêxe. Çalakiya hevala Zîlan mirov dikare di çarçoveya fedayîtî û şerê gelê şoreşgerî û heta dawiyê girêdana bi fikir û bîrdoziya Rêber APO ve, bigre dest û binirxîne.

Sekin û biryara hevala Zîlan sekina azadiyê, tevlîbûna jiyana azad û lêgerîna heqîqetê ye. Hevala Zîlan bi çalakiya xwe berxwedana jina Kurd careke din zindî girt û rastiya wê di kesayeta xwe de gihande lûtkeyê. Zîlan li hemberî zihniyeta serdest û dijminê hov yê ku ji derveyî zimanê şer û agir tiştekî nizane bersiveke dîrokî bû. Ji bona ku mirov Zîlan nasbike pêwîst e ku mirov rastiya jinê ji dîrokê ve bigre dest û ji her milî ve binirxîne û asta girêdana Zîlan bi fikir û remanê Rêber APO ve bi rengekî baş bibîne. Ji ber ku Zîlan di serî de rastiya xwe û rastiya dîroka xwe naskir. Rastiya jinê û civakê naskir û li gorî vê yekê tevgeriya û lêgerîna wê ji bona naskirina heqîqeta  Rêber APO pêşket. Herçiqasî ku mirov pênaseya vê yekê bike jî, hîn kêm dimîne û bandora çalakiya hevala Zîlan ji bona gel û gerîla çavkaniya coş û hêzê bû.

Li gorî vê yekê û tişta ku mirov dikare ji çalakiya hevala Zîlan derxîne holê ew e ku kesayetek dema ku bi xwe û hêz xwe bawer be, wê demê wê teqez bighêje armanca xwe. Çalakiya hevala Zîlan di serî de li hemberî bêbextî û reşkujiya ku li hemberî Rêber APO hatî meşandin bû. Lê di dema îro de jî hîn ev bêbextî û bi rengekî berfirehtir û bi hemû leza xwe berdewam e. Di serî de pêwîstî bi berxwedan û tekoşîneke bêhempa li hember dagirkerî û qirkirina çandî û hişmendî heye. pêwîst e ku gelê kurd ji heft salî heyanî heftî salî cihê xwe di nava vê pêngava şerê gelê şoreşgerî de bigre û bi hemû hêz û vîna xwe tekoşînê bike. Zîlan mîna xwedavenda azadiyê tê naskirin û ji bona jinên Kurd û jinên cîhanê sembola fedaytî û jina azad e. Li hemberî hemû êrişên ku li ser Rêber APO û gelê Kurd têne meşandin, pêwîstî li her devera ku gelê Kurd lê dimîne xwe bi rengekî herî baş rêxistin bike û her li qadan be heyanî azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkwere. Herweha dem hatjye ku jina Kurd li hemberî zor, desthilatî û hişmendiya mêrê serdest serî rake û asta tekoşîn û berxwedana xwe bilindtir bike. Çalakiya Hevala Zîlan û li gorî ku Rêber APO anî ser ziman: “Çalakiyeke bîrdozî û siyasî ye,  û ew mîna Xeta bîrdozî tê nirxandin”. Li gorî vê yekê û heyanî roja îro jî em li ser vê xetê tekoşîna xwe didine meşandin. Çalakiya hevala Zîlan di milê dem û cihê wê de, gelekî giring bû, ji ber ku hevala Zîlan di dilê dijmin de li dijmin da. Lê ji beriya wê jî hevala Zîlan di jiyana xwe de jî ev şer dida meşandin û di vî şerî de serkeftin pêkanî.

Nameya hevala Zîlan jî ji bona tevgerê tevahî mîna manîfistoya azadiyê tê pejirandin. Çalakiya hevala Zîlan di nava xwe de rastiya şerê gelê şoreşgerî dihewîne. Herweha rastiya kesayeta PKK’ê ya ku ji derveyî serkeftinê ji bona xwe tiştekî din napejirîne dide raberkirin. Ji ber ku hevala Zîlan rastiya Serokatî, PKK’ê û wata azadiyê û rastiya jiyana azad baş nasdikir. Ji bona vê yekê ew bi armanca xwe ve heyanî dawiyê girêdayî bû û ji bona gihiştina armancê tu sînor û astengî ji bona xwe nasnedikirin. Zîlan ji bona jina kurd û jina cîhanê û gelê kurd bû firişteya azadiyê û pêşenga gel.