Rojnameya Ronahî

Astana di xizmeta dewleta Tirk de ye

Zekî Bedran

Civîna Astanayê bi hedefgirtina  Rêveberiya Xweser encam bû. Danezana encamê ya hatî ragihandin Rêveberiya Xweser neqanûnî  îlan kir. Gelo Rêveberiya Xweser li gorî kîjan zagonê neqanûnî ye? Li herêmên ku DAIŞ’ê dagir kiribû kîjan zagon hebûn? QSD’ê hewl da bi hevkariya bi koalîsyonê re herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine ewlehiya wan ava bike. Li van herêman hêzên Şamê nemabûn. Di pêşengiya Kurdan de li herêmên ku hatin rizgarkirin Rêveberiyên Xweser hatin avakirin. Pêwîst bû ku gel xwe biparêz e û ewlehiya xwe ava bike. Li herêmê bi milyonan kes dijiya. Rêveberiya Xweser çavkaniyên aborî yên li herêmê ji bo pêwîstiyên gel bikar anî. Di danezana encama Astanayê de tê xwestin ku çavkaniyên petrolê dewrî hikumetê bên kirin. Rêveberiya Xweser bi dehan car ev yek ji rêveberiya Rûsyayê re gotiye. Çavkaniyên li Sûriyê yê tevahî gel in. Hertim got bila pirsgirêkên me yên bi rêveberiya Şamê re çareser bibin û em di rêveberiyek demokratîk de li hev bikin. Rûsya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de navbeynkar bû. Dihat zanîn ku Rûsya alîgirê hikumeta Şamê ye . Li gel vê jî Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew jî yekîtiya Sûriyê dixwazin û Rûsya weke navbeynkar pejirandin. Lê li gel ku salin di ser re derbas bûn jî di vê mijarê de pêşketinek çênebû.

Rûsya hewl dide rêyekî bibîne û DYE’yê ji Sûriyê derbixe. Ji xwe Îran û DYE di nava pevçûnê de ne. Mayîna DYE’yê ya li Sûriyê ne li ser xwesteka Kurdan bû. Rewşek bû ku şerê li dijî DAIŞ’ê derxist holê. Ne raste li Kurdan bê ferzkirin ku alîgirên DYE yan jî alîgirên Rûsyayê bin. Kurd û bi milyonan kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtî û demokratîkbûna Sûriyê dixwazin. Weke ku daxwazên gel tune ne û vegerîna beriya 2011’an ne rastiyek e. Bi sedhezaran mirovan  jiyana xwe ji dest da. Bi milyonan ji cihên xwe koçber bûn. Ji bo avabûna yekîtiya Sûriyê û pêçana birînan pêwîstî bi nêrîn û polîtîkayek nû heye. Rêveberiya Xweser jî daxwaz û vîna xwe ya ji bo yekîtiyê gelek caran derxist holê.

 

Li şûna ku pêvajoya Astanayê dijminahiya Kurdan bike û dagirkeriya Tirkiyê rewa bike, pêwîst bû ku derxistina hêza dagirker nîqaş bikiribûya. Pêwîst bû ku ji bo dagirkeriya Tirkiyê bidawî bike nexşerêyek danîba holê. Lê berovajî tê kirin. Tirkiye ne weke hêzek dagirker, weke ku xwediyê Sûriyê ye nêz dibe. Destê xwe ji Sûriyê nakişîne. Dixwaze hindirê welat sazûman bike. Di demek ku bidawîkirina şerê li Sûriyê û lêgerîna çareseriyê pêk tê de, Tirkiye bazara êriş û dagirkeriyek nû dike. Ev êriş dibin sedema koçkirina bi sedhezaran kes û wêrankariyek giran. Hişmendiyek, tenê bila Kurd tune bin û Rêveberiyên Xweser ji holê rabe, çiqas mirov dimirin an jî çiqas mirov ji cihê xwe koçberbibin ne girînge, heye.  Ji ber ku projeya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan heye tevahî xirabiyan birêxistin dike. Dixwaze herkesî jî bike hevkarê vî sûcê giran ê mirovahiyê.

Yên ku Rêveberiya Xweser neqanûnî dibînin, gelo dagirkeriya Tirk zagonî dibînin? Di halê hazir de wiha xuya dike. Dewleta Tirk weke ku xwediyê Sûriyê ye pir rihet e. Ji bo dawî li dagirkeriyê bîne nexşerêyekî dananin pêşiya wî. Dagirkerî nayê şermezarkirin. Rêveberiyên Xweser ên ku gelê Sûriyê ji bo rêvebirina xwe ava kirine neqanûnî tên dîtin, lê dagirkeriya artêşa Tirk, bi hezaran çeteyên ku berhevkirî û berdide ser serê gel qanûnî ne. Hew evqas rastiya civak û dîrokê dikare bê berovajîkirin! Evqas lîstina bi nirx û zagonan tê wateya ku mirovahî tune bûye.

Êdî herkes dizane Îran û Rûsya hewl didin DYE’yê ji Sûriyê derbixin. Lê dewleta Tirk bê erêkirina DYE yê nikare li Idlibê dewletokekê ji El- Nûsrayê re çêbike. Pêwîstiya wî bi DYE’yê heye. Li ser dijminahiya Kurdan DYE’yê di bin xetê de digire. Di danezana Astanayê de bi awayek vekirî DYE hatiye hedefgirtin. Bersiva DYE yê ya li dijî wê ji bo Kurdan ne sûprîz e. Berdevkê Wezîrê Parastinê dibêje “Divê Tirkiye bizane em bi kî re û çima dixebitin”. Balyozxaneyên Tirkiyê jî QSD û Kurdan hedef digire û dibêje “Têkiliya me ya bi wan re taqtikî ye, hestiyariye û demkurtiye”. Ji Tirkiyê re dibêjin evqas bi ser me de neyên, me nekin hedef, em xweseriyê û Kurdan destek nakin. Ji xwe eger wiha nebûya her roj Tirkiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran nake û evqas qetilkirinan pêk nayîne. Dizane em bi kî re û çima.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberî û derdorek heta bêjî demokratîk û azadîxwaz heye. Hevserokên kantona Qamişlo yên herî dawî dewleta Tirk ew qetil kirin jin bûn. Jin di civak û rêveberiyê de rolek bibandor dilîzin. Ji bo Kurdan û Rêveberiya Xweser tune bike çavê dewleta Tirk tarî bûye. Ne jin, ne zarok û ne jî temenmezinan nabîne. Sûcên mirovî û sûcê şer didomîne. Hêzên herî mezin ên cîhanî li Sûriyê parastina qada hewayî girtine ser xwe. Eger hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin ev qetilkirin çênabin. Ne tenê qatil, hevkarên wan jî sûcdar in.