Rojnameya Ronahî

Astana /20/ Ragihandina Şerê Li Dijî Demokratîkirina Sûriyê Ye

Fener….

Idrîs Henan

Yek ji armancên bingehîn ê ku esasên platforma Astana ya di Çileya 2017`an de kolandiye, tunekirina projeya çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Sûriyê re bû. Lew re jî; hemû pêvajoyên piştî wê dîrokê di heman cokê de herikîn û zemîna jinavbirina projeya demokratîkirina Sûriyê amade dikirin. Ji ber vê jî; ti geşbîniyên gelan derveyî encamên Astana /20/ nîn bûn. Çav li rê bû ku kombûnek wisan a komplger, encamine wisan komplowar bi xwe re bîne. Tekane tişta lê hatiye zêdekirin, muhra rejîma Sûriyê ye ku her kesê dixwaze kiryarên xwe rewa bike, muhra wê li bin biryaryên xwe dide! Îro jî ev rejîm bi awayek fermî dibe parçeyek konsepta Astana û bi komê re, aloziya Sûriyê derbasî qonax û asteke nû ya têkoşîn, xebat û pevçûnê dibe.

Xalên deklerasyona Astanaya dawîn diyar dikin ku her pênase û gotina hatine kirin li gorî dilê dagirkeriya faşîzma Tirk hatine hûnandin. Ango; bazar û parvekirinek qirêj li wir hatine kirin û di encamê de têgîna “Terorê” li gorî edebiyata ototîter a Tirkiyê, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê hatiye pênasekirin û di şexsê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye hedefnîşandan.

Durûtiya herî mezin ew bû ku projeya gelan a Rêveberiya Xweser weke projeyek parçekirina axa Sûriyê hatiye nîşandan. Tam berovajî rastiya bi salan a vê rêveberiyê ye ku axa Sûriyê ji parçebûnek muheqeq parastiye. Di heman demê de, nixumandin û erêkirina çi destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyê ya ji axa Sûriyê re ye. Her wiha; bi rengekî pir bê heysiyet, bê wîjdan û beloq, rewakirina dagirkirina faşîzma Tirk ji axa Sûriyê ye. Ango; çawa dikare tekane projeya neteweyî ya Rêveberiya Xweser ku bi destê hemwelatiyên pêkhateyên Sûriyê têye vesazkirin, weke projeyek parçeker bête hesibandin? Beramberî wê jî, projeya dagirkirina axa Sûriyê, guherînên demografîk û destdirêjiyên li ser rûmeta gelên Sûriyê, ji nedîtî ve werin destgirtin? Ev ne şirîkatî be, mirov dikare navekî din lê bike gelo? Ne erêkirina dagirkeriyê û rewakirina wê be, çi navekî din lê dibe gelo? Deklerasyoneke wisa qet behsa terora DAIŞ, El Qayîde û Îxwan El Mislimîn neke, gelo hemû projeyên bi piştgiriya şênber a faşîzma Tirkiyê li ser xaka Sûriyê tên meşandin, ne parçekirin bin, wê çaxê çi ne?

Diyare ku tirko derd û fobyaya xwe ya Kurdan veguhestiye wê derê û rejîma Sûriyê jî ku hema li ser lingan sekiniye daye iqnakirin ku kilîta misogerkirina desthilatdariya wê bi tunebûna Kurdan re guncaw dibe! Yanê xwedêgiravî çawa Kurdan û projeya pêşkêşkirine tune bikin, dê her tişt wek berê vegere û dê ti tiştek bi navê demokrasiyê û hiqûqê nemîne! Tekane rêye wê jî, qirkirina Kurdan û jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser e!

Bê guman eger rêbaza fikirîna rejîma Sûriyê aqilê Tirk be, wê şaştiya stratejîk a ku 12 sal in nekriye, bike û dê bi tunekirina dagirkeriyê re ew jî tune bibe. Eger Tirko sûdek li kesî kiriba wê li xwe û gelên Tirkiyê kiriba. Rejîmek ewqas ketî û faşîst ku li ser qirkirinê bûye desthiltdar û jêdera alozî û pirsgirêkan, nikare çareseriyan bîne. Rejîma li Şamê jî vê yekê baş dizane. Dizane jî gihaye kîjana asta tunebûnê. Ango; eger mucedeleyek demokratîk li Sûriyê bi pêşengiya Kurdan ji projeya Rêveberiya Xweser re nîn ba, wê dualîteya diyalektîka têkoşînê li Sûriyê jî nîn bûya. Ango; eger danûstandina siyasî yên mendalên vî welatî bi xwe nîn be û ne li gorî biryarên navneteweyî be, ku mezintirîn hêza siyasî û leşkerî li ser erdê muxateb negire, dê hemû lihevkirinên derveyî vê îradê mirî biwelidin. Çawa werin dê wisa jî herin. Çawa Kurd dibêjin: dê siwar werin û peya biçin.