Rojnameya Ronahî

Bi karanîna erebeyan kevneşopiyeke hîn xwe diparêze

Nehîr Pale

Erdingariya di navbera her du çeman de (Mezebotamiya) xwedî çandekî dewlemend û kevnar e. Li vê xakê ji hemû pirsgirêkan re çareserî heye bê ku teqlîd bikin an jî çavên wan li dewletên derve bin. Xelkên herêmê li gorî derfetên xwe çareserî ji pirsgirêk û pêdiviyên xwe yên xwarin, vexwarin, cil û berg re pêk anîn e. Erebok jî mînaka vê yekê ye.

Girêdaneke xurt di navbera erdnîgarî, hesp û erebokan de heye. Erdîngarî çol e, dîroka hebûna hespan li vê erdîngariyê jî vedigere serdema Bronz 3300 BZ. Erebok jî sedsala 19`emîn li herêmê derketine.

Li Dêra Zorê rengê erebokan  

Li gorî agahiya şêniyên herêmê sala 1920`an wan dest pê kirin erebok bikar anîn. Herêma ku lê bikar anîn zêdetirî xwe çole, ji sînorê Îraqê heyanî bajarê Reqayê nêzî 33000 km dirêj e.

Ev erebok zêdetirî xwe ji aliyê jin ve têne bikar anîn. Demsala zivistanê û payîzê ji bo çandiniyê û demsala havînê jî ji bo rakirina mewsim û zebzeyan têne bikar anîn. Zebzeyên bexçeyên xwe li ser erebokan ji gundekî dibirin gundekî dîtir û difrotin. Wextê jin diçûn palehiyê yan giya ji bo lawiran kom dikirin, dîsa erebok bikar tanîn. Şênî hemû kar û barê xwe bi erebokan dikirin, çuyîn û hatina wan jî bi riya erebokan bû.

Di bazirganiyê de jî rolekî xurt leyîstiye, li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê nêzî herêma El-Rewda û El-Bewara yên Iraqê ku li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ne, kaniya xwê heye. Xelkên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bi erebokên xwe ji mesafeta 120 km tanîn bazarên xwe û sûd jê werdigirtin.

Erebok çawa çêdikirin?

Di destpêka derketina wan de erebok dolabên wan ji text çêdikirin, niha erebok dîsa texte lê dolabên wê lastîkin weke hemû erebeyan. Malbatên ku erebokên wan hene carne li Hespê û carnan jî li ker siwar dikirin. Ji hespan jî teşeyê bi navê El-Kedîş zêdetirî xwe bi kar tînin.

Şêniyên gundê Ebû Herdûb-Cidêd Iqêdat ên gundewarên rojhilatê herêma Dêra Zorê heyanî niha erebokan bi kar tînin, her wiha li Reqayê jî erebok hene. Şêniyên van gundan ne ji feqîrtiyê erebokan bikar tînin, ew çandeke vê erdnîgariyê ye û bikaranîna erebokan rêbazekî wan ê kevnar e. Erebeyên ku li ser madeyên sotemeniyê dixebitin, nikarin di hemû rêkan de bimeşin. Hinek rê û cî hene şênî tenê dikarin erebokan tê de bidin bikar anîn.

Erebok ziyanê nadin xwezayê

Di encama bikaranîna erebeyên dîtir xweza gelekî tê gemar kirin. Hejmara wesayetên li ser mazot û benzînê dixebitin ji hejmara mirovan zêdetir buye. Dibe ku mirov her tim bibhîze, di encama qezayan de mirov mirine yan jî birîndar bûne. Lê erebok hem pêdiviya şêniyan pêk tîne, hem jî ziyanê nade xwezayê. Di dema bikaranîna erebokan de têkiliya di navbera civakê hîn xurtir bû, bi hevre dibûn alîkar û destek didan hev. Kîjan malbat xwestibane ereboka wan hebe, dikarîbûn peyde bikin, ji ber erebok ne buha bû û pereyekî zêde nedixwest. Kevneşopiyeke ku hebûna çanda herêmê diparêz e. Malbatên ku berê erebok bikar tanîn li malê ew dane aliyekî û weke kevneşopiyekê hiştine.