Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Berxwedana gel pilanên dagirkeran têk birin’

25/06/2023
in ROJEV
A A
‘Berxwedana gel pilanên dagirkeran têk birin’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Mistefa Nebo diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê piştî hilbijartinan qonaxeke nû ya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin û weke gurekî har tavahî pîvanên mirovî binpê dike. Herwiha da xuyakirin ku berxwedana gel tevahiya plan û êrîşên dagirkeran têk dibe.

Zana Roj/ Şehba

Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta yekemîn de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ya faşîst ve tê hedefgirtin, rojane êrîşên hewayî û bejayî li ser heremê têne meşandin. Bi taybet piştî hilbijartinên serokkomariyê li tirkiyê ku careke din Erdogan bû serokkomar, êdî li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê bi awayekî girantir tê meşandin. Ev yek jî di êrîşên dawiyê yên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin diyar dibe. Bi taybet li herêma Şehbayê bi balafirên bê mirov hemwelatî, hêzên Hikumeta Şamê, Hêzên Rûsiya û pêşengên tevgera azadiyê tên hedefgirtin. Di encama van êrişan de şehîd û birîndar çêbûn. Di 10 ê Hizêranê de bi balafireke bê mirov sê pêşengên tevgera azadiyê li herêma Şehbayê şehîd ketin.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê berpirsê ofîsa têkiliyan a Rêveberiya Xweser li Şehbayê Mistefa Nebo ji rojnameya me re axivî.

`Erdogan bi hikumeta şer dixwaze temenê xwe dirêj bike’

Mistefa anî ziman ku Erdogan hemû derfetên dewletê bi karanî ji bona ku di hilbijartinan de biserbikeve û wiha got: “Di hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de di tora yekemîn de hikumeta MHP û AKP ê nikarîn biserbikevin. Li ser vî esasî di tora duyemîn de Erdogan tavahî hêza li ser erdê heyî û bi dek û dolaban û hîleyan bi zorê karî xwe li ser piyan bigre.

`Di civînên çar alî de Pilanên nû`

Mistefa da xuya kirin ku piştî civîna car alî ya 4’ê Gulanê  bi planên nû êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û wiha domand: “Ji bo tengavkirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tavahî hêzên ku li Sûriyê cihê xwe digrin di nava lihevkirin û planên hevbeş dene. Bi serpereştiya Rûsiya di 4’ê Gulanê de civîna çar alî di navbera Rusiya, Tirkiyê, Îran û Hikumeta Şamê de hat çêkirin. Piştî van civînan êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê zêdetir bû her wiha dorpêça Hihumeta Şamê girantir bû. Bi vê yekê tê xuyakirin ku di sedsala 21 yekmîn de ji bo Kurdan planên nû yên qirkirin û tunekirinê didin meşandin.

Êrîşên hêzên dagirker li ser herêmê.

Di heman çarçoveyê de Mihemed derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şehbayê wiha got: “Herêma Şehbayê ku koçberên Efrênê tê de jiyan dikin, rojane tê hedefgirtin bi taybet di van rojên dawiyê de yekemîn care ku balafirên bê mirov bi kûrahiya 35 k,m derbasî xaka sûriyê dibin û êriş dikin. Tenê di van demên dawiyê de û di 10 meha Pûşberê de di encama êrişên firokên bê mirov de 3 endamên YPGê şehîd bûn. Herwiha erebeyek hêzên Rusî hat hedefgirtin, di encamê de birînda û kuştî jî çêbûn. Di heman demê de di êrîşên li ser Til Rifet û gundewarên wê de jî kuştî û  birîndarên hêzên Hikumeta Şamê çêbûn. Bi vê hovîtiyê dagirkeriya Tirkiyê di 16ê Pûşberê de nexweşxaneya Til Rifet  hate topabaran kirin û di encama wê de jî sivîl û birîndar çêbûn. Herwiha ev êrîş li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomin. Dagirkeriya Tirkiyê piştî hilbijatinan weke gurekî hov û bê pîvan tavahî deverên herêmê toparan dike.”

Bêdengiya hikumeta Şamê û Rusiya li hemberî êrişan

Mihemed daxuyakirin  ku li hember van êrişan Hikumeta Şamê û Rusiya bê deng dimînin û wiha domand: “Di van êrîşan de, yekemîn car e ku hêzên Rusiya ji aliyê dagirkerên Tikiyê ve tên armanc kirin. Lê rûxmî vê yekê jî li hemberî êrişan kes dengê xwe nake û tu bertek li ser erdê nayên dîtin. Ev jî tê wateya ku li hember siyaseta Tirkiyê her kes bê denge û hevkare di van êrîşan de.

`Gel bi berxwedanê planên navnetewî valaderxistin`

Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Rêveberiya Xweser Mihemed Nebo diyar kir ku gel li beramberî êrîş û ambargoyê gav paş de neavêje û wiha got: “Rûxmî hovîtî û erişên dagirkeriyê, lê belê gelê Efrînê biryara berxwedan û têkoşênê da ye. Ev yek jî bi berxwedana 5 salan a li ser şopa şehîdên ku ji bona jiyana azad û rizgarkirina Efrînê û hemû heremên dagirkirî ji bin destê dagirkeran canê xwe fedakirine.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.