Rojnameya Ronahî

Bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî  berxwedan berdewam e

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber didomin.  Welatiyên Efrînê dan xuyakirin ku ew ê li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî di xeta berxwedaniyê de dewam bikin û axa Ropjava ji dagirkeran re bikin goristan

Zana Roj/ Şehba

Piştî serketina Erdogan di hilbijartinan de, êdî dest bi pilanên nû yên dagirkirin û êrîşên li deijî Kurdan bi gelemperî û li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kiriye. Seranserî herêmên Rêvberiya Xweser rastî êrîşên hewayê û bejayî tên. Li hember van polîtîkeyan gelê Kurd li tavahî herêmê biryara berxwedanî û tekoşînê da ne, li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî gel biryara seferberiyê di pêvajoya nû de daye.

Têkildarî bîr û baweriya gel bi serkeftinê û bi binxistina pilanên dagirkeriyê, şêniyên Efrînê ji  ji rojnameya me re axivîn û helwesta xwe dan xuyakirin.

  `Wê Rojava ji dagirkeran re bibe goristan’

Jina bi navê Senaa Berekat diyar kir ku ew ê armancên dewleta Tirk yên dagirkirina herêmê têk bibin û wiha got: “Di Hilbijartinên Tirkiyê de Erdogan bi xapandin û fêlbaziyan bi serket, li ser wê bingehê wê êrîşên xwe yên li dijî kurdan dewam bike û ji bo qirkirina kurdan çi ji destê Erdogan bê wê bike. Di fikirên wî yên faşîst de xeyal dike ku ger di hilbijartinan de bi serketiye wê li hember gelê Kurd jî bi ser bikeve. Lê tevahiya xeyalên faşîst li ser axa Rojava wê binax bibin.”

`Têkbirina îradeya gelekî wê ne pêkan be`

Senaa da zanîn ku li hemberî êrîşan asta têkoşîna gel jî  bilindtir dibe  û wiha domand: “Dagirkerî her çiqasî biryara dagirkirin û qirkirinê wergirtibe jî, lê biryara gelê xwedî fikir û stratejî wê her tim li pêş be. Çawa ku Şoreşa Rojava bi 12 saliya xwe ji tekoşîn û berxwedaniyê xwe gihand vê astê, wê ji vir û şûn ve jî, serkeftin û têkbirina dijmin jî misoger be. Lewra heredem em vê yekê dûbare dikin, gelê ku li ser fikirê azadiyê û xwîna şehîdan mezin bûye, wê têkbirina vî gelê tu carî ne pêkan be.”

`Bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî em ê tevbigerin`

Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê  Arêf Amo jî da xuyakirin ku ew ê li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û wiha domand: “Gelê Apoyî bi hemû pêkhateyên xwe bi fikirên Rêbertî re bûn yek û di oxira azadiyê de bedelên giran didin. Di şoreşê de em hemû şervan û milîtan in. Rêber Ocalan ji me re diyar kir ku divê herdem em berxwedan û têkoşînê dewam bikin. Ji ber wê, me xwe  li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşger KIRIYE perçeyek ji têkoşîn û berxwedanê. Herwiha em ê bi vê helwestê di meşa xwe de bi îsrar bin û meşa azadiyê dewam bikiin.”

` Erkê hêzên navnetewî ye ku van êrişan rawestîne`

Arêf di dawiya axaftina xwe de banga li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û  cîhanê giştî kir ku pêşiya êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker  bidin girtin û wiha got: “Tevî hemû êrîşên hovan e, gelê Kurd bi hemû hêza xwe li hembe faşîzmê li ber xwe didin û tu carî teslîmkarî qebûl nekirine, ji lewra bûye hedefa dijmin. Li hember van êrîşên ku rojane sivîl, zarok û jinan dikin hedef, divê cîhan bêdeng nemîne, hêzên navnetewî li heber van sûcên ku tên kirin berpirsyar e û divê pêşiya van êrîşan werin girtin.”