Rojnameya Ronahî

Rûken Ehmed: Civînên Astanayê li dijî gelan e

Reşo Mihemed/Qamişlo

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku civînên Astanayê li dijî berejewndiyên gelên Sûriyê ye û got, hêzên ku di civîna Astanayê de beşdar dibin nûnertiya gelên Sûriyê nakin û tenê ji bo berjewndiyên xwe kar dikin.

Kirîza Sûriyê 12 sal li pey xwe hişt û di encamê de bi 100 hezaran kes hatin kuştin û bi melyonan kes jî koçberbûn, herwiha ji ber şer bi 10’an bajar û bajarok bi temamî hatin rûxandin. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê gelek civîn û hevdîtinên navnetweyî pêk hatin, lê ji ber ku di van civînan de nûnerên gelên Sûriyê beşdar nebûn, tevahiya civînan bê encam man. Tenê yê ku di civînanan de beşdar dibûn hêzên desthilatdar û dagirker bûn ku ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.

Herî dawiyê di 20’ê hizêranê de li paytexta Kazaxistanê, Astanayê, civîana Astana ya 20’an hat lidarxistin û di encamê de , wekî her car tu çareserî ji kirîza Sûriyê nehat dîtin, her aliyekî ji beşdaran ji berjewendiyên xwe hin şert û merc danîn.

Di dema ku civîn Astanayê ya dawiyê dihat lidarxistin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê dikir armanc.

Têkildarî Civîna Astana ya 20’an, herwiha girîngiya beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê,  hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Roken Ehmed ji Rojnameya Ronahî re axivî.

‘Civîna Astanayê li dijî gelan e’

Roken Ehmed tekez kiri ku hêzên di civîna Astanayê de beşdar bûn, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û wiha dewam kir: “Beriya niha, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê  gelek civînên wiha ku heman hêz tê de beşdar bûn hatin lidarxistin,  lê tev jî ji çareserkirina pirsgirêka  gelê Sûriyê re nebûn bersiv. Herwiha roj bi roj  rewşa gel xerabtir bû û tevahiya van civînan bêencam man. Sedem jî hişmendî û siyaseta her aliyekî beşdar yên ku dikevin xizmeta berjewendiyên serweriya wan e. Herwiha berjewndiyên wan jî, berdewamkirina kirîza Sûriyê ye. Vê care dîsa ji bo heman mijarê, hêzên navdewletî yên weke Rûsiya, Îran dagirkeriya Tirk, hikumeta Şamê û Opozisyona Sûriyê di vê civînê de li hev rûniştine. Ev civîn di koka xwe de, ji bo gelên Sûriyê û Rêveberiya Xweser ya ku hertim doza çareseriya pirsgirêkên gel dike; dijber e û wê dîsa jî ev civîn bêencam bimîne.”

 

‘Beyannameya Rêveberiya Xweser riya çarseriyê ye’

Roken Ehmed da xuyakirin ku Beyannameya Rêveberiya Xweser, ne li gorî berjewendiyên hêzên desthilatdar yên li ser xaka Sûriyê ku ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û wiha domand: “Beyannameya Rêveberiya Xwesr, pirojeyeke siberojê ya gelê Sûriyê ya girîng e. Armanc jê çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyê  û têkbirina dagirkeriyê ye. Herwiha ji ber vê yekê jî kesên siyasetmedar, rewşenbîr û gelên azdîxwaz û aştîxwaz yên Sûrî, bi nêzîkbûyîneke erênî pêşwaziya vê beyannameyê kirin. Lê hikumeta Şamê, di derbarê vê yekê de bê helwest maye û heya niha jî ji bo nîqaşa çareseriya aloziya Sûriyê  ne amade ye, ji ber ku ev hikumet di bin destê Rûsya û Îranê de ye û li gor siyaseta wan ya ku li dijî berjewndiyên gelên Sûriye, tevdigere û nêzî vê beyannameyê nabe. Riya çareserkirina aloziya Sûriyê bi danûstendinên  aliyên Sûrî ye. Em hertim vê yekê dûbare dikin, heya ku hikumeta Şamê bi rengekî erênî nêzî vê beyannameyê nebe; wê kirîza Sûriyê aloztir bibe.”

‘Dagirkeriya Tirk dixwaze dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê asteng bike’

Hevseroka TEV-DEM`ê Roken Ehmed di dawiya axaftina xwe de  diyar kir ku sedem ji pirbûna êrîşên ku dagirkeriya Tirkiyeyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dike; mijara dagehkirina çeteyên DAIŞ`ê ye û wiha got: “Ji destpêka derketina çeteyên DAIŞ`ê ku piştgira wan ya sereke dewleta Tirk ya dagirker bi xwe ye, wan perwerde dike û bi rê ve dibe. Herwiha DAIŞ`ê gelek komkujî, talankirin di derheqê gelê bakur û rojhilatê Sûriyê de kiriye. Niha jî hemû çeteyên ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne ku xetereke pir mezin li ser ewlekariya bakur û rojhilatê Sûriyê û tevaya cîhanê çêdikin,  Rêveberiya Xweser ji bo dadgehkirina wan biryar daye. Ev yek jî nakeve xizmeta dagirkeriya Tirkiyeyê de, lewma pêla êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye û li hember van êrîşan  berxwedaniyeke bihêztir heye.”