Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berpirsyarên komkujiyê nehatine eşkere kirin

21/07/2018
in Uncategorized
A A
Berpirsyarên komkujiyê nehatine eşkere kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ciwanên ku di komkujiya Pirsûsê de şehîd bûne bi bîr anî. KCD’ê wiha got, “Berpirsyar û hêzên ku komkujî plan kirine nehatine eşkerekirin û hewl hatiye dayin ku komkujî bê nixumandin.”

KCD’ê ciwanên ku di Komkujiya Pirsûsê de şehîd bûn bi bîr anî û got, “Berpirsyar û hêzên ku komkujî plan kirine nehatine eşkerekirin û hewl hatiye dayin ku komkujî bê nixumandin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ciwanên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a gelê me û şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn. Çeteyên terorê yên DAÎŞ’ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst şehîd bûn û zêdetirî sed ciwan jî birîndar bûn. Li gel ku di ser vê komkujiyê re 3 sal derbas bûn hêj ‘perdeya tarî’ ya li ser vê komkujiyê ranebûye. Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê.  Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin.”

KCD’ê destnîşan kir ku wê hêvî û daxwaza şehîdên Pirsûsê ku yekîtiya gelan û paşerojeke azad û demokratîk e bi têkoşînax we bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi dilsoziya şehîdan re rêxistiniya xwe xurt bikin, têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi ruhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarê wan in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.