Rojnameya Ronahî

“Bi hêviya vegera Efrînê dijîm”

Elîf Şêx Qenber a ji Herêma Efrîna ku ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û ji Efrînê hatiye koçberkirin, çîroka koçberî û zehmetiyê ku kişandiye vegot.

Dewleta tirk a dagirker dîroka xwe ya qirkirina gelên Rojhilata Navîn qet ji bîr nake, ji bo wê jî her dem hewldana wê ya vejandina hukmê xwe yê Osmanî heye. Bi taybetî 10 sal in bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, dewleta tirk vî şerî ji bo xwe derfe dbibîne. Li ser vî esasî şer, êrîş û dagirkirina xwe li her çar aliyên Kurdistanê berfireh kir û ji gelek milan ve vê planê dide meşandin. Di sala 2018’an de jî dewleta tirk bi operasyoneke hewayî ya li ser herêma Efrînê dest bi dagirkirinê kir. Di vî şerî de destanên dîrokî hatin xêzkirin û gelê Efrînê yê berxwedêr 58 rojan li ber xwe da û li cîhanê deng veda. Mixabin di dawiyê de dewleta tirk herêm dagir kir bi hukmê balafir û çekên giran û di encamê de jî bi hezaran welatî hatin qetilkirin û bi hezaran jî ji cî û warê xwe koçber bûn. Yek ji wan kesan jî Elîf Şêx Qenber ji Efrînê ye, temenê xwe 60 salî ye, ew jî weke gelek welatiyên Efrînê bi darê zorê ji axa xwe hatin dirxistin. Girêdayî dagirkirina Efrînê û êşa hu ew heyanî îro dikşînin û bi hêviya vegera Efrînê dijîn ewşa heyî anî ziman.

Dagirkirina Efrînê û destana 58 rojan a berxwedanê

Elîf Şêx Qenber qala êrîşên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û destana 58 rojan ji berxwedana gelê wê kir û wiha got: “Jiyana me berî şer û êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê pir xweş bû lê piştî şer miletê me perîşan bû, em 6 malbat di nav hev de dijiyan ji ber ku mala me bû hedefa topbaranên dewleta tirk û çeteyên wê. Hêviya me ya rawestandina şer qut nebû, em li derdora Efrînê man ji bo careke din vegerin bajarê xwe piştî ku şer bisekine. Tiştekî me nema li ser rûyê erdê, ewqas şehîd û bedel hatin dayîn, malên me hatin wêrankirin, herêma me hat talankirin û bi hezaran malbat hatin koçberkirin. Di şev û rojekê de bi dehan balafirên dagirkerên tirk li ser asîmanê Efrînê difriyan û her der hate bombebaran kirin. Gelê Efrînê li hemberî êrîş û hovîtiya dewleta tirk berxwedaniyeke lehengî dane meşandin û 58 rojan li hemberî her cûreyên êrîşan li berxwe dan û destanên lehengiyê li ser rûpelên dîrokê xêzkirin.

“Ez bûm şahida şer û komkujiyê ku li ser gelê Efrînê hate meşandin”

Elîf Şêx Qenber da zanîn ku ew bûye şahida şer û gelek komkujiyên ku dewleta tirk li ser gelê Efrînê pêk anî her wiha got ku mala wê hatiye topbarankirin û bi darê zorê ji bajarê xwe hatiye derxistin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em bûn şahidên gelek bûyerên bi êş û hovana yên ku li ser gel hatin meşandin. Dewleta tirk bi hezaran sivîl û zarok qetil kirin, bêyî ku cudahiyê di navbera wan de bike û nedigot ev sivlîl e, an leşker e, li her kesê dida wekî cinawerên hov. Ez ji neçarî ji bajarê xwe derketim, min digot ez ji mala xwe dernakevim lê top û bombebaranan çare li pêşiya me nehişt. Me pir zehmetî kişand heta ku em gihîştin Qamişloyê, bi me zehmet û giran dihat ku em ji bajarê xwe bi zorê derketin.”

 

“Degirkeriya tirk a qirker û faşîs li Efrînê guhertina demugrafîk dike.”

Elîf Şêx Qenber diyar kir ku dewleta tirk erdîngarî û xwezaya herêmê diguherîne û talan dike û wiha domand: Dewleta tirk guhertina demografîk li herêmên em yên ku dagir kiriye çêdike, malbatên çeteyên bi ser navê xwe ve li ser axa me û di malên me de bi cih dike, tu kes jî dengê xwe nake. Di heman demê de xwezaya hermên me dişewitîne û sererd û binerdê me talan dike.

“Welatiyên ku li Efrînê mane her roj li hemberî wan kiryarên hovane têne maşdnin”

Elîf Şêx Qenber bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li ser gelê Efrîna dagirkirî ji qetilkirin û binçavkirinên ku dihêle niştecihên wê di nava metirsiyê de bijîn û got: “Li Efrînê welatiyên ku li cih û warê xwe mane, tu xêrê ji jiyana xwe nabînin û rojane tên binçavkirin û qetilkirin û ev yek li ber çavê hemû cîhanê tê kirin û kes dengê xwe jêre nake.”

 “ Hêviya me bi gel û şervanê me heye ku em ê, Efrînê rizgar bikin”

Elîf Şêx Qenber desnîşan kir ku hêviyên wan bi serok û şervanên wan mezin in, herwiha teqez kir ku dê bi ser bikevin û bajarê xwe rizgar bikin û wiha pêde çû: Dewleta tirk bi salane êrîş bajarên me dike, topbaran, qetil dike, madeyên kîmyewî bi ser me de dibarîne, lê heyanî îro jî kes dengê xwe jêre nake. Em beşekin ji axa Sûriyeyê û ev welatê me hemûyan e bi tevahî pêkhateyan. Herweha pêwîste ku hikumeta Şamê li hemberî van êrişan bisekne û çavê xwe jêre negre. Rûsya û Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, geleke em xwedî li hev derkevin û baweriya xwe bi dijmin û neyaran neynin. Hêviya me bi Rêber APO û şervanên me mezin e, em ê bi ser bikevin û bajarên xw rizgar bikin ji destên dijminan.”

“Bi hêviya vegera Efrînê dijîm”

Elîf Şêx Qenber bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev cihê bav û kalên me ye û em ji dema hatine dinyayê ve li vê derê dijîn, ev welatê me wê di  hiş û dilê me de bimîne û nayê jibîrkirin. Eger Efrîn rizgar bibe ji çeteyan ez ê saetekê jî li vir nemînim, ez ê bi peyatî bimeşim heta Efrînê. Hêviya me ya vegera Efrînê roj bi roj mezindibe û ez bi vê hêviyê dijîm.” JINHA