Rojnameya Ronahî

‘Saziyên navnetewî hevkarên sûcên li dijî  jinê ne’

Kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gelê Efrînê, bi taybet li ser jin, zarok û xwezayê didomin. Endama Kordînasyona Kongra Star a Şehbayê Gulê Mihemed da zanîn ku li hemberî kiryarên dijmirovî yên dagirkeriya Tirk rêxistinên navnetewî xwe bê dengin û bêdengiya xwe dibin hevkarên dagirkeriyê.

Zana Roj/ Şehba

Dagirkeriya tirkiyê û çeteyên pêve girêdayî li hember gelê Efrînê kiryarên dermirovî li ser gelê Efrînê didine meşandin. Di serî de dagirkerên tirk ji kuştin, revandin, tecawiz û talanê li ser civak û xwezaya Efrînê didine meşandin û ev kiryar hemû jî li ber çavê saziyên nevnetewî û cîhanî têne meşandin. Bi dirêjiya 5 salan ji dagirkeriyê bi hezaran  jin rastî kuştin, revandin, girtin, tecawiz û destdirêjiyê hatine û hînajî ev kiryar berdewamin. Li hemberî van kiryaran dema ku welatî dengê xwe dikin, têne girtin û şidet li hemberî wan tê bikaranîn û dibe ku werin kuştin jî. Ji ber vê yekê ji neçarî gel bê deng dimîne. Her çiqasî ku ev hemû kiryar bi isbat, agahî, wêne, dîmen û şahidan hatiye belgekirin jî û gelek ji van kiryaran ji bona reya giştî hatine dayîn û ketine destê gelek saziyên navnetewî de jî. Lê heyanî îro jî hîn hesab ji dagirkeriya Tirkiyê nehatiye xwestin, cîhan û saziyên navnetewî jî li hemberî van kiryaran bêdeng in.

Têkildarî sûc û kiryarên ku di Efrînê de li ser jinê tên kirin, Endama Kordînasyona Kongira Star Gulê Mihemed ji rojnameya me re axivî.

`Bajarê aşîtî û xwşikbûnê bû ye goristan`

Gulê anê ziman ku bajarê Efrînê bi bajarê jinê dihat naskirin, lê dijmin Efrîn kir goristan û wiha got: “Bajarê Efrînê di şoreşa Rojava de xwe birêxistin kir û li hemberî dewleta Sûriyê û komên çete serî rakir û xwe nesipart tu aliyan. Di şoreşê de jinên Kurd bi hêz û îradeya xwe û  ji hemû aliyên jiyanê ve li ser bingeha fikirê Rêber APO yê azadî û wekheviyê tevlî meşa azadiyê bûn û xwe îsbat kirin. Lê bi dagirkirina Efrînê re bajarê ku bi navê heskirin û xweşikbûnê dihate naskirin bû goristan”.

` Kiryarên dijmirovî li ser jinê bê hesab dimînin`

Gulê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi dagirkirina Efrînê re tavahî pîvanên mirovî û exlaqî derbas kirine û wiha domand: “Bi dagirkirina Efrînê di 18 Adara 2018 an de, dewleta Tirk û çeteyan wê tavahî pîvanên mirovî derbas kirin û di serê van êrişan de jina kurd tê hedefkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin girtin û  revandin. Di girtîgehan de jin rastî destdirêjî, tecawîz, işkence û kuştinê tên û gelek jin çarenûsa wan hîn ne diyar e. Di 12’ ê Hizêranê de komên çete jinek ji gundê Qîbarê ku mala wê diket navenda Efrînê zêrên wê dizîn û destdirêjî lê hat kirin û di dawiyê de hate kuştin. Rojane li Efrînê bûyerên dijmirovî pêk tên, lê ne kes behsa van kiryaran dike û ne jî hesab ji dagirkerên tirk û çeteyan dixwazin.

`Dagirkerî di hovîtiya xwe de tu sînoran nasnake`

Gulê destnîşan kir ku dijmin dixwaze jiyan û çanda ku li Efrînê hatî avakirin ji holê rabike û bi zorê li ser gel ziman û çanda xwe ferzbike û got: “Dagirkerî dixwze li Efrînê destwerdan û guhertina demugrafîk çêbike. Reng û teşeya civakê ya aşîtî, azadî û demukrasiyê ku bi xwîna Şehîdan hatibû avakirin, ji holê rake û qirkirina çandî û hişmendî bide avakirin.

`Cîhan li hemberî kiryaran bê deng e`

Gulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tavahî rêxistinên mirovî û navnetewî li hember kiryarên ku li ser jinê têne kirin bê dengin û wiha got: “Kiryarên ku di Efrînê de dibin ji 5 salan ve û ji hemû milî ve tên belgekirin û ji raya gîştî re tên eşkerekirin. Lê belê li hember van kiryar û sûcên ku têne kirin têne piştguhkirin û çav ji wan têne gitin. Herwekû ku li Efrînê ne dagirkerî heye û ne jî kiryarên dijmirovî têne meşandin, berûvajî vê yekê jî gelek dewlet û aliyên heyî destekê didine guhertina demugrafîk a ku li Efrînê tê meşandin. Bêdengî û çavgirtina ji van kiryarên ku têne meşandin,  tê wateya qebûlkirin û hevkariya bi dagirkeriyê re.