Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li navçeyên Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk  hatin şermezarkirin

24/06/2023
in NÛÇE
A A
Li navçeyên Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk  hatin şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs û Til Birakê meşên girseyî hatin lidar xistin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên navçeyên Qamişlo meşên girseyî li dar xistin.

Çilaxa

Şêniyên Çilaxa û gundewarên, endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kongra Star, bi diruşma “Birêxistinbûyîna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye” meşek li dar xist. Meşê li Qada Şehîd Mahsûm dest pê kir û piştî meşê mîtîngek li dar ket.

Di mîtîngê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û sersaxî ji şehîdên komkujiya dawî re hat xwestin.

 

Girkêlegê

Di heman çarçoveyê de şêniyên Girkê Legê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist. Welatî li Qada Şehîd Xebat kom bûn, wêneyên şehîdên komkujiya dawîn, alên Kongra Star hildan. Piştî meşê li Çerxerêya Jinan mîtîng hate lidarxistin.

Til Hemîs

Li navçeya Til Hemîsê jî bi sedan şîniyên  navçeyê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist û li Çerxerêya Sewamî ya li bakurê navçeyê meş veguherî mîtîngê. Di mitîngê  de li ser navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê axaftin hatin kirin û tê  êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya Meclisa Kantona Qamişloyê hat  şermezar kirin.

Til Birak

Bi sedan xelk û endamên sazî, meclisên sivîl û nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên navçeyê li pêş Firina Otomatîk kom bûn û meşek li dar xist. Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîng. Li wir endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Xewle El Nasir axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî garantiya yekane ya demokrasiya li herêmê ye.

Di dawiyê de endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên jî bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got ew ê bi hev re ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî
NÛÇE

Şerê Ukrayna û Rûsyayê; 2 milyon û nîv qurbanî

21/07/2026
Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin
NÛÇE

Rêber Apo: Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin

21/07/2026
‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.