Rojnameya Ronahî

Şerê gelê şoreşgerî

Volqan Elî

Şerê Gelê Şoreşgerî ew şer e ku li dijî dagirker, mêtinger û desthilatdaran tê meşandin. Bi tevlîbûna gel pêk tê û yekser ji aliyê gel ve tê meşandin. Ev yek hebûna kadro, partiya pêşeng û saziyên gel bêmane nake, vê yekê ji holê ranake. Ji bo ku gel karibe bê rêxistinkirin, hêza gel karibe bê organîzekirin hewceyî bi sazî û dezgehên gel heye, hewceyî bi kadroyên vê yên pêşeng heye. Lê belê ev nayê maneyeke wisa ku şoreş tenê wê bi kadroyên pêşeng, bi hejmareke kêm a şoreşgerên profesyonel pêk were. Bêyî tevlîbûna gel, bêyî rêveberiya gel şoreş bi ser nakeve. Gotina Lenîn a ku dibêje, “Şoreş, berhema gelan e” heqîqeta vê rastiyê bi awayekî sade radixe ber çavan.

Navê “Şerê Gel” dema ku gelên bindest li dijî hêzên dagirker şerê azadiyê meşandin hate naskirin. Di vê çarçoveyê de li seranserî cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi awayekî zêde “Şerê Rizgariya Neteweyî” hatin meşandin û gihiştin encamê. Ji Vîetnamê heta parzemîna Efrîkayê li ser vî hîmî li dijî dagirkeran şer hatin meşandin. Gelên li van welatan bi rengekî girseyî tevlî şerên xwe yên rizgariyê bûn û li ser esasê “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” şer kirin. Her çiqasî li hin welatan şer pir dijwar derbas bibe û di encam de xisarên mezin çêbibin jî di dawiyê de hêzên dagirker hatine têkbirin. Yek ji van mînakan jî Vîetnam e û ji bo piraniya gelên bindest bû nimûneya şerê rizgariyê.

Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî bivênevê modêla şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê (ji 1973’an heya bi avabûna PKK) heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modêla şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civîn perwerde, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye nîqaş û lêkolîn kirin û bûye biryara şerê gelê şoreşgerî. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.

Şer heye, yek jî parastin heye. Şerê mafdar heye, yek jî şerê nemafdar heye. Şer di esasê xwe de wekî nemafdar, ango ji bo êrîşên hêzên dagirker tê gotin. Li dijî êrîşên hêzên dagirker ya ku tê raberkirin wekî şer nayê pênasekirin, zêdetir wekî Parastina Rewa tê pênasekirin. Ferqa xwe wisa datîne holê. Rêber Apo, li şûna “Şerê Mafdar” pênaseya “Parastina Rewa” zêdetir li cih dît.

Îro jî rewşa “Şerê Gel ê Şoreşgerî” derbasdar e. Pêşxistina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk meşandina Şerê Gel ê Şoreşgerî red nake, lê belê vî şerî xurtir dike. Di vê mijarê de jî Rêber APO di paraznameyeke xwe de van îfadeyan bi kar tîne:

“Şerê taybet ê tesfiyekar ê hêzên hegemonîk ên Tirk li dijî KCK’ê di dema li pêş me de wê ji aliyê stratejîk, polîtîk û civakî ve, ji sedî sed rê li ber bûyerên mezin ên gelekî girîng veke. Eger biryara aştiya stratejîk neyê dayîn, di rewşa berbiçav a Kurdistanê de bi îhtîmaleke mezin şerê gel ê şoreşgerî wê bi perspektîfa modernîteya demokratîk pêk bê û her biçe wê li cografya cîran belav bibe, bi şerê xweparastinê di zikhev de wê şaxên rêveberiyên xweseriya demokratîk ekonomî, civakî, çandî, huqûqî û dîplomatîk bêne pêşxistin.”

Dagirkeriya dewleta Tirk naşibe ti dagirkeriyên din. Helbet milên hevpar ên dagirkeriyan hene. Lê belê dagirkeriya dewleta Tirk bi gelek taybetmendiyên xwe ve ji dagirkeriyên din ên cîhanê cudatir e.

Dewleta Tirk a qirker gotiye Kurd tine ye, çand û zimanê Kurdî qedexe kiriye, ji bo tinekirina Kurdan bi demografyayê lîstiye. Ji Kurdan re gotiye hûn Tirk in, ruxmî ku Kurdan ev qebûl nekiriye jî Kurd wekî Tirk hesibandine. Dewleta Tirk a qirker hêna jî bi navên cur bi cur di vê siyaseta qirker de israr dike. Ji ber vê yekê statuya Kurdistanê jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wekî mêtingeheke ji rêzê nehatiye nirxandin û Kurdistan wekî mêtingeheke navdewletî nirxandiye. Ji ber vê yekê diviyabû ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî herî xurt biketa meriyetê. Bi rêka vê jî hebûn û azadiya gelê Kurd bihata mîsogerkirin.