Rojnameya Ronahî

Ekrem Elmehşûş: Hêzên navdewletî hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ne

 

Reşo Mihemed/Qamişlo

Êrişên dagirkerên Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dijmirovî ne û hêzên navdewletî jî çavê xwe ji van êrişan digrin. Bêdengiya hêzên navdewletî jî cesaretê dide  dagirkerên tir ku bi hovane êriş bike û her tiştî ji bona xwe mubah bibîne. Girêdayî van êrişan û bêdengiya hêzên navdewletî, cîgirê serokê Partiya Elmuhafizîn, Ekrem Elmehşûş tekez kir ku hêzên Rûsiyê, Îran û hikumeta Şamê hevkarê van erişan e.

Piştî ku AKP’ê  di hilbijartinên 28`ê Gulanê de bi rêbazên xwe yên sextet û hîleyan û bi karanîna hemû derfetên dewletê ji bona xizmeta çiqarên xwe bi ser ket, êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê pirtir û berfirehtir kirin.

Herwiha tenê di vê hefteya dawî de heya niha bêtirî 20 caran êrişên bi firokên bê mirov, û bi hemû cureyên çekên giran li ser gund û deverên ku sivîl lê dijîn hatin kirin.

Di encama van êrişan de, bêtirî 10 şervanên QSD`ê şehîd û birîndar ketin. Dagirkeriya Tirkiyê, mal, milk, xweza û binesazî û ji heftsalî heyanî heftî salî dike hedef. Herweha bi zanebûn êrîşî sivîlan dike û tenê di heftiya derbasbûyî di encama van êrişan de bi 10an sivîl şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn. Dgirkeriya Tirkiyeyê bê ku tu pîvanên navdewletî li ber çavan bigre êrişî  nexweşxaneya Til Rifeet  ya ku nexweşên sivîl têde dihatin dermandikirin kir û nexweşxane zerereke mezin dît û gelek nexweşin têde diman birîndar bûn.

Têkildarî êrişên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê têne kirin Cîgirê Partiya ELmuhafizîn, Ekrem Elmehşûş, ji Rojnameya me Ronahî re axivî.

‘Êrişên piştî hilbijartinên Tirkiyeyê di pilanan de bûn’  

Ekrem Elmehşûş destnîşan kir ku êrişên dakirkeriya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, pirtir bûn û ev yek ne dûrî pilanên dagirkeriya Tirkiyeyê bûn û wiha got:” Piştî ku encamên hilbijartinên Tirkiyayê yên derqanûnî derketin û AKP`ê careke din bi riya dek û dolabên gemar û qirêj di hilbijartinan de bi ser ket. Êrişên dagirkerên Tirk û çeteyên wê, li ser herêmên me pirtir bûn. Herwiha em ji vê yekê matmayî neman, ji ber ku siyaset û kiryarên AKP`ê li dijî destkeftiyên rêveberiya xweser û gelê bakur û rojhilatê Sûriye têne naskirin. Ev êrişên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê têne meşandin ji berê ve plan û amedekarî jêre hatiye kirin. Herwiha dewleta Tirk a dagirker rojane û li ber çavê cîhanê û hêzên navdewletî, êrişî herêmên me dike û sererd û binerdê heremê dike hedef.

‘Rûsiya, hikumeta Şamê û Îran hevkarê dewleta Tirk a dagirker in’

Elmehşûş da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi erêkirina hêzên Rûsiyê, Îran û hikumeta Şamê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî, li hemberî vê yekê bê helwest e û wiha got: “Armanca dewleta Tirkiyeyê ji van êrişên hovane, dagirkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Herwiha hertim hewil dide ku pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê cih digrin, armanc bigre û vê hevgirtinê ji holê rake. Hêzên navdewletî yên weke Îran, Rûsiya û hikumeta Şamê, destekê didin êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê. Em hemû dizanin ku ev hêz tev jî ji 2011 an ve heya îro, çiqasî destê wan di qirkirina gelê Sûriyê de heye û niha jî destekê didin dewleta Tirkyeyê û êrişên wê li ser bakur û rojhilatê sûriyê. Di heman demê de jî Hêzên Hevpeymanî jî ji bo van êrişan bê deng in.”

‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’

Ekrem Elmehşûş diyar kir ku ger hikumeta Şamê bi erênî nêzî Beyannameya Rêveberiya Xweser bibe, wê tevaya pirsgirêkên Sûriyê çareserbibin û wisa axaftina xwe bidawî kir:”Ji destpêka şoreşê heya niha, gelek civînên li ser asta navdewletî weke Cinêv,Sotşî,Astana û hwd… ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine li darxistin, lê tev jî bê encam bûn. Ji ber ku hêzên navdewletî yên weke Rûsiya, Îran, Tirkiye tenê ew di van civînan de cih digirtin û her aliyek ji wan ji bo bercewendiyên xwe kar dikin, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyê tev digerin. Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser di dema dawî de Beyannmeyek ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî ji raya giştî re ragihan û heyanî astekî kete rojeva gelek hêzên heremî û cîhanî de û bi rengekî erênî nêzî vê beyannameyê bûn. Naveroka beyannameyê bi rengekî zelal asoyên çareseriya pirsgirêka Sûriyê şîrove dike û daxwaza dawîkirina aloziyan, şer û dagirkeriya axa Sûriyê dike. Li gorî vê yekê û ji bona çareseriya kêşeya Sûriyê ya ku bi salane domdike, gereke hikumeta Şamê bi rengekî erênî nêzî vê beyannameyê bibe.”