Rojnameya Ronahî

Civînên Çaralî

Farûk Sakik

 

Piştî ku di sala 2011’an de, şerê Sûrî navxweyî dest pê kir, Erdogan xwest ji vê yeke sûd wergire û wan xeyalên xwe yê Neo-Osmanî pêk bîne.  Di destpêkê de digot rejîm wê têk here û ji bo vê yekê li kêleka mixalefetê cîh girt.

Şer bi salan dewam kir. Di pêvajoya şer de, li hin navendên wek Soçî, Astana, Tehran û Cenevê hevdîtin û zîrve pêk dihatin.

Her dewlet li du berjewendiyên xwe bû. Dîsa li gorî konjoktora demê naveroka van civînan jî dihat guhertin.

Lê di roja me ya îro de diyar bû ku di vî şerî de, Beşar Esad têk neçûye. Û di siyaseta Rojhilta Navîn de wek fîgûrek bi hêz hatiye qebûl kirin.

Di demekî wiha de, 12 sal piştî şerê Sûrî, wezîrên derve yên welatên Ereb biryar dan ku Sûrî vegere nav Komkara Erebî.

Ev yek bala Tirkiyê jî kişandibû, siyaseta xwe ya li hemberî Şamê guhert. Ew hemû gotin û xirabiyên ji bo Esad hatibûn gotin di rojek de hatin jibîrkirin. Tirkiyê rabû li dû riyên diyaloga bi Sûrî re ket. Rûsya jî, ji bo vê yekê amade bû.

Cara yekem hevdîtinên her du aliyan di 28’ê Kanûna 2022’yan de bi awayekî fermî eşkere bûn. Di vê çarçoveyê de wezîrên parastinê û serokên saziyên îstîxbaratê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê li Moskovê civiyan. Armanc normalîzekirina têkiliyên Turkiyê û Sûrî bû.

Şertê bingehîn ên hikumeta Şamê yê normalîzekirina têkiliyan bi dewleta Tirk a dagirker re ev bûn: “hêzên dewleta Tirk ji herêmên Sûrî ku dagir kirine derkeve û desteka bi komên çeteyan re rawestîne.”

Di 10’ê Gulana 2023’yan de civîna wezîrên karên derva yên Tirkiyê, Rûsya, Îran û sûriyê ya li ser “mijara Sûrî” li Moskovê pêk hat.

Lê diviya ev civîn piştî hilbijartinan pêk bihata. Rûsya ket dewrê û xwest hilbijartin û şertên Sûrî bi hev re bide nîqaşkirin.

Erdogan bi şertê ku di hilbijartinan de bibin alîkar ewê jî şertên Sûrî ji nû de binîrxîne. Şertek dewleta Tirk a dinjî ew bû ku Şam beşdarî hewldanên têkbirina projeya demorkatîk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe.

Li hevkirin. Rûsya di hilbijartinan de jestek ji Erdogan re kir.

Rûsya, Sûrî, Tirkiye û Îran di 21′ê Hezîranê de li paytexta Kazaxistanê Astanayê wê bicivin.

Lê em îroj di pratîkê de dibînin ku wê di civîna Astana de biyarên bi çi rengî werin girtin(hatine girtin). Di 21’ê Hezîranê de bi tene wê werin îmzekirin.

Ji îro de Tirkiyê ji bo Îdlibê vala bike bi çeteyên li herêmê re di nav bazariyan da ye.

Ev herêm wê radestî hikumeta Şamê were kirin. Bedêla wê jî, destûra êrîşên ji 7’ê Hezîranê ve li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî destpêkirin.

Yek jî îşaretên lihevkirinê, bêdengiya Sûrî ye. hikumeta Sûrî ji xwe ji xeynî gotinên Rûsya û Îranê tiştekî nake. Balkêş e ku kes dengê xwe ji êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li herêmê re nake. 9 leşkerên rejîma Sûrî hatine kuştin, kes dengê xwe nake. Ka ew Sûriya ku digot; ‘hêzên dewleta Tirk ji herêmên Sûrî yên ku dagir kirine derkeve’

Tirkiyê wê hetanî dawî li vê heremê bi bombekirina SIHA û Dronan kampanya xwe ya hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024’an bidomîne

Çima? Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, dît ku êrişkirina Kurdan pere dike. Ewê di vê yekê de bi israr be.

Li hember biryarên van civînên çaralî, yek tişt ji Kurdan re dimîne, ew jî; Berxwedanek Dîrokî.