Rojnameya Ronahî

Serdema Post- DAIş’izm

Dozdar Medya

DAIş’ê ne tenê Hebunek a Leşkerî, Ewlekarî û Sosyolojîka îslamizmê ye. Lê belê Ew Rêxistineke Terrorîsti ya Sazûmenkarî ye, Ku di nav xwe de Îdeolojî û Bawerî heye. Wî karîbû bi Hezaran Dilsozên ji çar aliyên cîhanê Bikişîne û bicivîne.

Piştî 10 salan ji Derketina serdestiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DAIŞ ),pştî 10 sall ji şerê ku bi xwe re kuştin, qrirkin, koçberî anî. Şerê ku bu sedema şehîdbûna 15 hezar welatiyên rojavayê Kurdistanê û birîndarbûna zêdeyî 20 hezar kesî. Niha di roja îro de tenê li kampa Holê nêzî 42 hezar jin û zarokên DAIŞ’î hene. Ku fikra Îslamiyzmê dewam dkin.

DAIş di betlaneya salane de ye.

Bêhnvedan tê wateya xwe rehetkirin û  xwe amadekirin ji bo pêkanîna armanc bi awayekî mezintir e. Çima ez jê re dibêjim betlane?  Ji ber vê yekê ez niha DAIŞ’ê weke profesyonelekî Îslamîzim dibînim, ku di betlaneya xwe ya salane de ye. Li benda ferman û qelşên dîwarê ku şoreşgerên Kurd di nava van salan de li dora DAIŞ’ê ava kirine. 42.000 malbatên biyanî û Navxweyî li kampa holê ne li çoleka germ, bi bêrîkeke tijî pere û koridoreka  bazirganî ya veşartî de xwe dide jiyan krin. Di nava vê kampê de di hundir konan de ew fikir bi rengek cuda bi plansaziyeke xurt bi sriyeteke kûr hazrtiya xwe dke.

Metirsiya  Daîşyên bê biryar ji daîşîya bi biryar zêdetir e

Di van çend salên dawî de bi alîkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk gelek serçeteyên DAIŞ’ê hatin radestkirin û hin ji wan hatin kuştin. Ev Bû sedem ku gelek DAIŞ’iyên Tûndrew li nava zîndan û  kampan de poşman bibin. Hejmara girtiyên ku di bin Serweriya Rêveberiya xweser de nav zindanê dane amarê ne fermî di derbarê wan de hene. Erê, ji ber ku Îslamperestî hewl dide bibe dewleteke yek destî, yek Xweda û yek reng ew ji rengê ” niqabê reş ” ya ku bi zorê ferz dikin.

Niha, tevî gezkrina  tiliyên xwe yên poşmaniyê di beşdarbûna nav refên terora DAIŞê de,dîse ew bi hêvî ne û li benda rojekê ne ku dîwaran hilweşînin, deriyan vekin, û zincîran biçirînin. Da ku careke din wêrankirin, xwînrijandin, talankrin û koçberkirin bikin şeriyet û  nîşanî cîhanê bidin.

Kurd Devê wan ji şîrê germ şewiteye û dewê sar jî hif lê dikin.

Di dema Şoreşa buhara gelan de, Kurdan bersiva vê tevgera îslamî ya radîkal da. Pîvana  demokrasî  û têkoşîna bê hempa kir mertal û jiyana bi hevre kir bingehek garantîdar û sîwanek çêker ji bo pêşeroja gelên vê herêmê. Lê heta niha herî zêde di şerê li dijî DAIŞ’ê de şêniyên vê herêmê zirareke mezin dîtine..

Gelê kurd Bi taybet weke hebûn, statû û meqam her tim tên paşguhkirin û tên hedef girtin.

Hevaltî û lihevhatina li ser bingehên exlaqî tenê bi şoreşgerên ku felsefeya neteweya demokratîk dişopînin re pêkane. Ji ber vê yekê careke din banga çareseriya pirsgirêka DAIŞ’ê bi awayekî cidî tê kirin, lê di asta navneteweyî de. Ew temaşe dikin û ne tiştekî dibînin, ne tiştekî dbêjin ne jî  tîştekî dibhîsin.

Bihara gelan di tabûtê de û bombeye ji bo teqînê

Erebîstana Siûdî bizmarê dawî li tabûta Bihara Gelan xist. Derî li ber Beşar Esad  vedibin û mînakên zagona wek wî zêde dibin. Îran ku serweriya xwe di erdê de pir xurt kiriye bi rojê bi dostê xwe û bi şev jî bi dijminê xwe Erebistana Siûdî re ye. Hewl dide pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn rawestîne. Ji ber ku Amerîka bi xwe jî piştî daxuyaniya berdevkê derve li Qeterê got ku em xwe amade dikin ji teqîneke din  li rojhelata navîn. Lê di esas de ne amade ne û ne girîng jî dibînin, ji her aliyê jiyanê ve rewş ber bi teqînê ve diçe.

Dewletên ereban hegemoniya ji Ukraynayê derbasî Sûdanê kirin û di navbera Erebistana Siûdî û hikûmeta Beşar Esad de pirek xurt ava kirin. Lê kesî behsa zindan û terora DAIş’ê nekir!?. Dîsa Piştgiriya bêdawî ya ji bo serkeftina Erdogan a di hilbijartinan de. Ev hemû ji me re dibêjin ku  îslamperestiya nû dxwaze bi rengeki daîşizma nû çêbike.

Em dizanin El-Qaîde piştî ketina wê bi demekê xwe guhert û bi formûla  DAIŞ’ê derket holê û niha jî DAIŞ gav bi gav şeklê xwe diguherîne û xwe amade dike ku bi navekî din bi awayekî din derkeve holê.!

Îslamîzma Nû û Rastgerê  Ewropayê

Piştî hilbijartinên Tirkiyê, Erdogan êdî ne ew Pêşenga îslamî yê, ku Murîdên wî û alîgirên wî yên li nava DAIŞ’ê û dewletên ereban de hêvî dikirin Belê, îslamîzmeke ku ji Afganistanê heya turkiya yê, tiryak û madeyên hişbir çêdike, herî zêde derfetên bazirganî çekên şer dafirîne û santralên uranyumê çêdike. Ev yek ji kontrol krina gelemperî çêdike dibin hegemonya Dewlet ya ku Foko nav lê kriye Kontrola dewletsazî.

Kes jî ibin Xeldûn fam nake ku ji bo serketinê exlaqê esas nagre û demokrasî napejrînin. Li Ewropa bi xwe niha pêlek ber bi dewlet neteweya rastgir û tarîtir ve diçe,  piştgirî dide avakirina sîstemeke totalîter a yekgirtî û li dijî demokrasî û edaletê xwe mezin dike.

Di nava van hemû bêedaletiyê de, gelo wê kes bikaribe DAIŞ’ê mehkeme bike?

Rêjeya pereyên ku ji bo rêxistinên mirovî yên li kampên DAIŞ’ê hatine xerckirin. Dikare hem Iraq û hem jî Sûriyê ji krîza birçîbûn, wêranî û xizaniyê rizgar bike. Rêjeya dahata dosyaya DAIŞê ji aliyê Desteya Hiqûqnasên Navdewletî ve hatiye diyarkirin. Dikare heta 10 salan Iraq û Sûriyê di nav geşbûn û pêşketinê de bihêle. Lê dê kes vê gavê bavêje?

Rêvebiriya xweser di adaptekirina şert û mercan de çi winda dike û çi qezenc dike? Gelo peyama exlaq, jiyana hevbeş û pêkve avakirinê dikare herêmê ji metirsiyeke din a weke DAIŞ’ê rizgar bike?.

Helbet bersiva şoreşgeran zêdetir amadekarî ye. Ji bo burokratan, karsazî bi awayên cûda ye, û ji bo gelên herêmê, nêrîn wisaye.

Em edaletê dixwazin ji ber ku me  xwîn rijandiye ji bona ku bijîn û bi ser bikevin. Me zarokên xwe xistin nava agir di şerê li hemberî çeteyên DAIşê de. Edalet tenê bi dadgehkirineke zelal û vekirî wê pêkwere.