Rojnameya Ronahî

Rêbaza terbiyekirinê û bandora wê?

Nehîr Pale

Terbiye kirin rêbazekî ji aliyê civakê ve gelekî tê bikaranîn, di vê mijarê de para zihniyetê gelekî zêde ye. Bi giştî mirov dikare bêje di têkiliyên civakî de weke têkiliyên dê û bav bi zarokên xwe re, têkiliya jin û mêr, têkiliya mamoste û şagirtan, têkiliya zengîn bi feqîran re, ev rêbazê tê bikaranîn. Ji xwe têkiliya dewletê bi gel re li ser vî esasî ye. Dewlet gel terbiye dike.

Eger em li pirsa xwe vegerin, em ê bibînin ku civak li beramberî rêbazê terbiyekirinê nakeve nava nakokiyan û şaş jî nabîne. Tûndiya li ser jinê tê meşandin hemû bi mentiqê terbiyekirinê tê kirin. Jina li gorî civakê li hevjînê xwe guhdar nake, anceq hevjînê wê li ser wê bizewicê heyanî ku terbiye bibe, zarokên li dê û bavê xwe guhdar nakin, bi lêdan û îhanetkirine yê wan terbiye bikin, ev yek heyanî roja îro berdewam dike.

Yek ji sedemên ku heyanî niha ev rêbaz tê bikaranîn girêdana terbiyekirinê bi exlaq ve ye. Di nava malbatê de û li dibistanan di bin navê fêrkirina zarok a exlaq û terbiyekirina wî/wê zexteke piskolojîk a giran li ser wan didin meşandin û fêzîkî jî gelekî giran li wan dixin, êdî dibistan û mal jî li ber çavên zarokan reş dibe. Li ciyên kar jî di bin navê terbiyekirinê de nêzîkatiyên gelekî çewt têne kirin. Wexta ku wê terbiye bikin, lêdan, tirsandin, girtin û hwd. Di bin navê heskirinê de dikin û dixwazin pê bidin qenaet kirin ku ji bo berjewendiyên te wisa li te dikin.

Hevoka `Ez bitirsînim ji bo terbiye bibe` êdî di hinek rewşan de weke çareserî tê dîtin û bikar anîn. Bi taybet eger kesek di temenê xwe de ji yê dîtir mezintir be, yan jê zengîntir be, Bi vî awayî nêzî hev dibin.

Li gorî zîhniyeta heyî kesê hatibe terbiyekirin, li gorî ew dixwazin tevbigere û bêdeng be ew exlaqî ye, yanî vî rêbazî weke amûrên guhertin, avakirin, çêkirin û hwd. tê dîtin.

Encamê vê yekê çi ye? Insan di îradeya xwe de tê şikandin û perçiqandin. Ferd û civakên bi şikandinê re derbas dibin, êdî wê nikarbin li beramberî êrîşên derve xwe biparêzin û birêxistin bikin, sedema vê yekê jî şikandine.

Sîstemên desthilatdar ji bo gel û bi taybet şoreşgeran li gorî xwe terbiye bikin, bi rêbazên hovane êrîşî wan dikin, işkence dikin, yan aliyê aborî de wan difetisînin û dixwazin îradeya wan bişkîn in. Bi riya girtîgehan jî, ji bo girtî bêdeng bimînin bi mentiqê terbiyekirinê dest dirêjî wan dikin û di işkenceyên giran re derbas dikin.

Rêbazê terbiyekirinê kî bide bikar anîn, an di bin navê çi de were bikar anîn, encama wê şikandine. Malbat dibe ku ji hezkirinê wisa dike, mamoste dibe ku ji bo berjewendiyên şagirtan bidin bikaranîn, lê ew jî weke dewletê û sîstemên desthilatdar kes û civakan dişkîn in. Çi jin çi jî mêr be eger rastî şikandinê were, êdî lewaz dikeve û eger zeyîf bû dikeve bin rehmeta kesên derdora xwe de, dikarin wî têxin bin serweriya xwe, êdî destpêdikin wî insanê şikestî didin bikar anîn. Mînaka herî mezin a vê yekê gelê Sûriyeyê ye, ku koçberî Ewrûpa bûne û çarenûsa xwe xistine bin rehmeta dewletên Ewrûpa de, êdî dewletên Ewrûpa çawa dixwazin wê wan bidin bi kar anîn.

Terbiyekirin yek ji rêbazên dewletê ye û ji bo em bighêjin civakeke exlaqî û polîtîk divê em xwe ji vî rêbazî rizgar bikin.