Rojnameya Ronahî

‘Şehîd wateya felsefeya me ya jiyana azad in’

Kordînasyona PAJK’ê şehîdên jin ên pêşeng ku di meha Hezîranê de şehîd bûn e, bibîranî û got: “Di şexsê hevrêyên me de, em şehîdên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîrtînin û soza zindîkirina xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ didin.”

Kordînasyona PAJK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan), Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Sema Yuce (Serhildan) û şehîdên jin ên pêşeng bi bîr anî û ev bang li her kesê kir: “Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bixin nava jiyanê, desthilatdariya mêr hilweşînin û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Şehîdên me yên Hezîranê di dîroka me Tevgera Jinê de weke meha şehîdan tê zanîn û wateya xeta partîbûnê û jiyana azad a şehîdên me yên Hezîranê ye. 3’ê Hezîranê Leyla Yildiz (Şaristan Asmîn), 7’ê Hezîranê Flîz Yerlîkaya (Gulan), 17’ê Hezîranê Sema Yuce (Serhildan), Hatîce Hezer (Berîvan Zîlan), Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) û 30’ê Hezîranê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû, cewher, çavkaniya me ya jiyanê û pêşengên me yên ku rêya me ronî dikin. Di şexsê hevrêyên xwe de em şehîdên xwe yên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîr tînin û weke hevrêyên wan soza xwe ya zindîkirina xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dubare dikin.

Şehadeta her hevrêyekî me ku ji bo azadiyê berdêl dayîne û şehîd bûne, li dijî şerê giran ê li Kurdistanê û li dijî êrîşên dewleta faşîst a mêtinger, desthilatdariya mêr, zayendparêz, netewperestî û qirkirina jinê dîroka berberxwedana civakî tîne ber çavê mirov. Ji vî alî ve Têkoşîna Azadiyê Jin û Kurdistanê ji tevgerên jin ên din û têkoşîna wan di astekî cudatir de ye. Sedemê ku di şexsê şoreşgerên jin ên pêşengiyê ji têkoşînê re dikin têkoşîna jinê hedef digirin, avakirina sîstemekî nû ya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Sedem ew e ku ji jinên cîhanê û gelan re alternatîfekî pêşkêş dike. Felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo li dijî paşverûtiya mêr a cîhnê û desthilatdariyê serhildanekî îdeolojîk-polîtîk e. Sûcê mirovahiyê ku li dijî jinên pêşeng tê kirin, sûcên şer ên giran ji derveyî hiqûqê dihêle. Ji vî alî ve şehadetên Tevgera Jin a Kurdistanê bûyer, dem û şexsekî îfade nake. Ji bo jinên Kurd ên hatine mêtingerkirin, bi berçavgirtina her cure berdêlên nûneriya serhildana radîkal dike. Şehadet heqîqetek e ku îspat dike azadiya jinê encex bi rizgariya civakî pêkan e.

Di şer de şehadet çêdibin ku em nikarin tenê bi bîranînê derbas bikin. Ji ber ku rastiya şehîdan dîroka jin û civakê ye ku felsefeya rastiya şehîdan û jiyana azad xistiye nava jiyanê. Şehîd bûyîna çanda têkoşîna azadiya jinê ye, nasname û îradebûna wê ye. Hevrê Sema Yuce ku li ser xeta Zîlanan li girtîgehan nûneriya nasnameya PAJK’ê kir û dijmin têk bir, hevrê Gulan ku bi rêxistinbûna jina fedayî bersiva dijmin û komployê da, Raperîn Amed ku sekna bi fedakarî, cesaret û bi eşq tevlîbûna têkoşînê raber kir, hevrê Bêrîvan Zîlan pêşengên tevgera me ya jinê ne. Hevrê Sema, Gulan, Raperîn, Bêrîvan bi coşa şoreşgerî weke sembola cewhera welatparêziyê mîrateya me ya azadiyê mezin kirin û rêya serkeftinê teqez kirin. Hevrê Sema Yuce li girtîgehê li dijî polîtîkayên dijmin ên teslîmgirtinê, bedena xwe kir meşale û azadî parast. Li çiya, girtîgeh, qada civakî serkeftina xwe ya xeta fedayî derxistiye holê. Hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Gulan her tim weke nirxên me yên azadiyê yên giranbuha wê her tim bijîn. Li ser rastiya şehîdan lêhûrbûnkirin, bi ser xistina şoreşa jinê ye.

Jinên pêşeng ên sosyalîst û şoreşger li ser navê hemû jin û gelan jiyana xwe datînin holê û têdikoşin ku şaristaniya mêr biguherînin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn parastina azadiya jinê, jiyana xwe danîna holê ye. Îro gerîlayên azadiyê yên YJA Starê ji bo parastina rûmet û azadiyê li dijî êrîşên kîmyewî û bombebaranan li çeperên berxwedanê şer dikin.

Em bang li hemû jinên ku li azadiyê digerin dikin ku bi ruhê Şehîdên me yên Hezîranê yên nûneriya xeta JIN JIYAN AZADÎ dikin, Pêngava JIN JIYAN AZADÎ! BER BI ŞOREŞA JINÊ li her derê bilind bikin; li dijî îdeolojiya desthilatdariya mêr paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bixin nava jiyanê, desthilatdariya mêr hilweşînin û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.”