Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê em ji rojên hîn girantir re amade bin

21/06/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
PDK ji şerê bi PKK`ê re ditirse!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li Bakur, Tirkiyê û beşek mezin ji Sûriyê pêk hat her kesî wiha texmîn kir, wê ev bobelata mirovî bandorê li şerê li Sûriyê jî bike. Hêviyên bibe destpêka pêngaveke nû ya ber bi çareseriyên mirovî. Bi taybet jî piştî erdhejê hikûmeta Erdogan û tevahî partiyên din bi hilbijartinên Perlemen û Serokkomariyê mijûl bûn.

Demek dirêj di ser encamên hilbijartinê re derbas nebû û Erdogan û hikûmeta wî ya hemû hêza dewletê xistibû xizmeta xwe û bi gelek rê û rêbazan serî li hîlebaziyan da. Di encamê de cihê xwe di serokomariyê de parast û li cihê xwe ma. Hema encam hatin ragihandin, planên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din destpê kir.

Ev bi hevdîtinên çar alî yên di navbera Rûsiya, Tirkiyê, Îran û hikûmeta Şamê re destpê kir û bi êrişên dijwar ên di 10’ê hizêranê de destpêkirin, dewam dike. Ewan xwestin bi plan û hevdîtinên bi dijberên herêmê re destpê bikin. Lê dema Rêveberiya Xweser di 10’ê hizêranê de bi daxuyaniyekê mijara dadgehkirina girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî ser maseyê, lez dan planên xwe.

Êdî dest bi êrişên leşkerî kirin û xwestin mijara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê asteng bikin. Erdogan û hikûmeta wî ya şer bi van êrişan dixwazin beşek din ji herêmê dagir bikin û rojevên pêşketina sîstema Rêveberiya Xweser nîşan bidin, ji hole rakin.

Bûyera reva girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Tirkiyê yên li Serêkaniya dagirkirî jî beşekî planê ye. Dixwazin li gel êrişên heyî tevgera şaneyên razî yên çeteyên DAIŞ’ê hîn zêdetir bikin. Bê aramiyê di herêmê de zêdetir bikin. Pêre jî mijara çûyîna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) a ber bi Helebê xistin rojevê û bi wê jî xwestin hîn zêdetir zextê li hevkarên xwe Rûsiya, Îran û Hikûmeta Şamê bikin.

Bi taybet di demekê de civîna wan a 4 alî ku tê payîn di 21’ê Hizêranê de were lidarxistin, hatiye. Tirkiyê bi van mijaran dixwaze zextên xwe zêde bike, da karibe li dijî herêmên Şehba û hin herêmên din êrişên hîn berfirehetir pêk bîne. Ji ber wê jî wê di van rojên beriya civînê de û dema civînê de êrişên xwe yên li dijî herêmê hîn zêdetir bike.

Ya ji êrişan hîn girantir jî şerê taybet û siyasetên reşkirin û astengkirina projeyên xizmetguzariyê ne. Di rojên pêş de wê siyasetên şerê taybet û êrişên li dijî herêmê hîn bêtir pêk werin. Di nerîna min de wê pêşwaziya gelê me ji demsala havînê re girantir be.

Îcar pêwîstî bi baldarî û mezinkirina asta berxwedan û tekoşînê heye. Çawa dijminên me li ser tunekirina me û destkeftiyên me dighêjin hev û hewl didin yekîtiya xwe pêk bînin. Pêwîste gelê me jî li ser esasê hişmendiya Netewa Demokratîk sîstema xwe ya parastinê hîn zêdetir pêş bixîne û wekî her carê planên wan li nav çavên wan xîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.